MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin

  • jin
  • 15:19 4 Mijdar 2025
  • |
img
AMED - MKG’ê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafan a Cotmehê aşkera kir û got ku zextên li ser rojnamegeran giran dibin. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe meha Cotmehê ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamegerên jin aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku nivîsandina rastiyê hîn jî teşeyekî berxwedanê yê li dijî zordariyê ye û têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê, tevî hemû astengiyan, hîn jî dengê rastiyê ye.
 
‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ BÊHTIR HATE SÎNORDARKIRIN’
 
Bi domdarî MKG’ê wiha got:
 
“Meha cotmehê bû serdemeke ku bi zext, sansûr û çewisandina dadwerî ya li dijî rojnamevanan zêde bûye. Siyaseta hikûmetê ya bêdengkirina medyaya rexnegir, ku bi rêya mekanîzmayên dadwerî û îdarî hatiye bicîhanîn, azadiya çapemeniyê hîn bêtir sînordar kir. 
Rojnamevan dema ku nûçeyan dişopînin, bi rêya astengkirinê, gefxwarinên bi rêya medyaya dijîtal û pêvajoyên qanûnî hatine hedefgirtin. Bi taybetî endamên çapemeniya Kurd, ji ber hema hema her nûçeyek ew diweşînin, bi lêpirsîn û dozên qanûnî rû bi rû mane. Ev yek bi awayekî zelal tepeserkirina sîstematîk a azadiya raman û derbirînê nîşan dide.
 
Dozên ku hatine vekirin, lêpirsînên ku hatine destpêkirin û cezayên ku hatine dayîn careke din eşkere kirine ku çawa dadwerî bûye amûrek di krîmînalîzekirina rojnamegeriyê de. Zîhniyetek ku sînorên desthilata siyasî dide pêş, li şûna berjewendiya giştî, berdewam dike ku rojnamevanan ji ber erkê wan ê agahdarkirina raya giştî ceza bike.
 
ASTENGKIRINA NÛÇEYÊN DER HEQÊ ROJÎN KABAÎŞÊ DE 
 
Lêpirsînên li dijî Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger û edîtora JINNEWS'ê Dîlan Babat, ku mirina Rojîn Kabaîş şopandin û kirin nûçe, asta zexta li ser çapemeniyê eşkere kir. Rojnamevanên ku ji ber nûçeyên li ser şîdeta li dijî jinan bi 'hedefgirtin' û ‘belavkirina agahiyên şaş’ têne tawanbarkirin, bi rêya astengkirinên hem qanûnî û hem jî dijîtal hatin bêdengkirin. Biryara 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê ya astengkirina gihîştina 86 hesabên dijîtal û bi sedan nûçeyan wekî nîşanek eşkere ya sîstematîkbûna sansurê bû.
 
Qedexeyên gihîştinê yên li ser hesabên medyaya dijîtal, girtina malperên nûçeyan û rakirina naverokê nîşan didin ku sansûr di qada dijîtal de bûye tiştekî asayî.
 
ERÊKIRINA CEZAYÊN ROJNAMEGERAN
 
Di hefteya dawî ya Cotmehê de, Daîreya Cezayê ya 22'yemîn a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê yê li heft rojnamevanan, tevî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger û rojnamevan Zemo Aggoz, pesend kir. Vê yekê careke din nêzîkatiya dadweriyê ya ji bo binavkirina rojnamegeriyê ya wekî 'sûc' eşkere kir. Ev biryar çavtirsandineke eşkere ya li dijî rojnamevanan e. Çalakiya rojnamevaniyê gav bi gav tê cezakirin.
 
Êriş û gefên li dijî rojnamevanên ku nûçeyan dişopînin bê ceza dimînin. Ev ne tenê meseleya ewlehiya takekesan e; di heman demê de binpêkirina mafê gihîştina agahiyan a di qada giştî de ye. Tundûtûjî li dijî rojnamevanan bûye rêbazek çavtirsandinê. Dewlet ne naveroka nûçeyê, lê nivîskarên ku wê eşkere dikin hedef digire.
 
Tevî van hemû zextan, rojnamevan bi hevgirtin û israr li ser rastiyê pîşeya xwe didomînin. Sansur, çavtirsandin û ceza nikarin kesên ku mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêzin rawestînin. Nivîsandina rastiyê hîn jî teşeyekî berxwedanê yê li dijî zordariyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê, tevî hemû astengiyan, hîn jî dengê rastiyê ye."
 
DANEYÊN BINPÊKIRINAN 
 
Di raporê de hate gotin ku di mijara mafê jiyanê û ewlehiyê de 9 binpêkirin hatine jiyîn; rojnamegerek rastî êrişê hatiye, rojnamegerek ji bo îfadeyê bang lê hate kirin; 2 rojnameger rastî miameleya xerab hatine, gef li 2 rojnamegeran hate xwestin û 3 rojnameger jî dema nûçe dişopandin hatin astengkirin. Bi domdarî hate gotin ku der heqê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, der heqê rojnamegerekê de doz hate vekirin; der heqê 5 rojnamegeran de bi giştî 22 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê û 7 hezar TL jî cezayê pereyan hate birîn. 
 
ROJNAMEGERÊN GIRTÎ
 
MKG’ê navên rojnamegerên jin ên girtî jî wiha rêz kir: “Berpirsyara Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê Elîf Ersoy, Xwediya Rojnameya Atilimê û Midûra Karên Nivîsan Hatîce Duman, xebatkara berê ya TRT’ê Ozden Kinik, nûçegihana Ozgur Gelecekê Perîhan Erkilinç û Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê Songul Yucel.”