Bi hezaran li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan

  • rojane
  • 18:46 20 Cotmeh 2019
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê û bi hezaran kes li Til Birak, Til Hemîs, Tebqa, Reqa û Dêrazorê daketin qadan û meşiyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Erdogan derkeve" , "Yek e yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e." berz kirin.  
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê ku di 9'ê Cotmehê de bi tang, top, balafirên şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin bi hezaran welatî li Til Hemîs, Til Birak, Tebqa, Reqa û Dêrazorê daketin qadan û meşên girseyî lidar xistin. 
 
TIL BIRAK
 
Bi sedan welatiyên Til Birakê kom bûn û meşek li dar xist. Meş ji ketina navçeyê dest pê kir. Di meşê de welatiyan alên HSD’ê, Kongreya Star û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin. Di çalakiyê de welatiyan dirûşmên "Girê Spî azad e", "Erdogan derkeve" , "Yek e yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e" û ‘Na ji Erdogan re’ berz kirin. Meş li ber Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de li ser navê girseyê hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Sara Behlewî axivî û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir.
 
TIL HEMÎS
 
Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê meşek li dar xist. Meş li ber Meclisa Til Hemîsê dest pê kir. Di meşê de welatiya pêkanînên Tirkiye ku li ser gelê Rojava pêş xist şermezar kirin. Meş heta Çerxerêya Şehîdan domiya. Di çalakiyê de pankartên "Na ji Erdoganê terorîst re" , "Na ji artêşa tirk û çeteyên wê re" , "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re", "Em hebûna artêşa tirk li ser bihosteke xaka xwe napejirînin" vekirin. Di axaftinên mîtîngê de êrîşên Tirkiyeyê şermezarkirin. Di heman demê de banga yekitiyê li hemû pêkhateyan hate kirin.
 
TEBQA
 
Di heman demê de bi hezaran welatiyên Tebqa, El Mansûra û El Cirniyeyê bi meşekê girseyî êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin. Çalakî ji ber stada El Gazê dest pê kir û heta Çarxerêya Dêr a li navenda navçeyê domiya. Di çalakiyê de welatiyan bi dirûşman êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin. Meş li be Çarxerêya Dêr veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de banga derxistina Tirkiyeyê ji NATO’yê hate kirin. Axaftvanan got ku dewleta tirk sûcên şer dike û dixwaze demografyaya herêmê biguherîne. Axaftvanan bang li qada navneteweyî kirin ku ji bo Serêkaniyê korîdorekê vekin da ku birîndar û şehîdên di bin enqazan de derxînin.
 
REQA
 
Bi hezaran şêniyên Reqa û gundewarên wê jî bi heman boneyê meşek li dar xist. Meş ji Çarxerêya Agirkujiyê dest pê kir û heta Çarxerêya Delê dom kir. Di meşê de welatiyan pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya tirk re, erê ji biratiya gelan re", "Şêniyên Reqayê bi yekdengî, Îran, Tirkiye û Rûsyayê destûra Astana nûnertiya me nake", "Rûmetdarên cîhanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di komkujiyan re derbas dibin" û alên YPG, YPJ, HSD û Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê vekirin. Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemednûr Dêb û gerînendeyê Saziya Kar û Barên Olî Elî Nayif Şueyêb axivîn û xwestin ku dagirkeriya Tirkiyeyê di zûtirin dem de bi dawî bibe. Axaftvanan bang li dadgeha navdewletî kir ku ên sûcên şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin lêpirsîn bikin û bidarizînin. Axaftvanan got ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa bi hev re ji Kobanê heta Dêrazor, Reqa û Tebqayê teror têk bir, dê dîsa bi hev re dagirkeriya Osmanî jî têk bibin.
 
DÊRAZOR
 
Şêniyên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê jî li pêş Meclisa Qanûnsaz a Cezrat a girêdayî gundewarên rojava kom bûn û li ser rêya sereke ya bajarokê Cezratê meşiyan. Şêniyan dirûşmên "Na ji dagirkeriya tirk re" û "Bi ruh û bi xwînê, bi te re ne Serêkaniyê" berz kirin û pankartên "Serêkaniyê bangî mirovahiyê dike" ,"Sivîl li hemberî bêdengiya navdewletî û çapemeniyê tên kuştin" , "Bila mirovahî li hemberî vê hovîtiyê ku mirovahiyê dikuje, şerm bike" vekirin. Di meşê de daxuyaniyek dan û gotin: “Em piştgiriyê didin gelê Serêkaniyê. Îro bi sekneke xurt û serbilind li dijî binpêkirinên dijminatiya Tirkiyeyê û bikaranîna wê ya çekên qedexekirî, disekinin. Em şêniyên Dêrazorê, dê xak û gelê xwe li dijî dijminê faşîst bi rêya hevgirtin û yekdestiyê, biparêzin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12:10 Cigirê midurê dibistanê ji sûcê îstîsmarê hat berdan û dest peywira xwe kir
11:59 Xizmên windayan çîroka Kadrî Yilmaz pirsîn
11:01 AKP-MHP'ê pêşnûmeya Pir Baroyî li meclîsê erê kir: Îqtîdar cudakariyê dike
11:00 Li Agiriyê nêzî 100 mih bi lehiyê re çûn û mirin
09:30 44 hezar û 680 abone li Êlihê bê av in
09:14 'Pirbarobûn' wê bibe sedema cihêkariyê
09:13 Hawirdorparêzan xwest demildest nêçîrkirina pezkoviyan qedexe bikin
09:12 Rojnamevan Guleş: Girtiyên nexweş tedawî nakin
09:12 Dozger îdeanameya Dayika Aştiyê Kiran amade kir
09:11 Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin
09:10 Ji ber bê eleqeyê edî xaliyên Wanê nayên çêkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN
10/07/2020
20:31 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:23 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin
17:00 Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist
16:26 Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn
16:04 SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
15:26 Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
15:24 Parêzer meşiyan
14:53 Polîsan 4 kes li Amedê binçav kirin
14:14 Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê
14:08 Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin
13:46 Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
13:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn: Berpirsiyar dewlet e
12:48 Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin
12:31 Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin
12:26 Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin
11:51 Di keştiya noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an
11:38 'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'
11:29 Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
11:23 Bi ser avahiya HDP'ê ya Hezoyê de girtin
10:54 Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin
10:49 Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê
10:37 Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre?
10:29 Serokên baroyan şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin
09:04 BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe
09:04 Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir
09:04 Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve?
09:04 ‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide'
09:04 Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû
12:46 Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin
12:41 Encumenên Şaredariya Farqînê negirtin civînê
12:24 ÎHD: Girtîgeh ji bo jiyana Ozbek û Oyûnlû bi rîske
12:15 Danişîna malbata Şenyaşar dest pê kir
11:57 Daneşîna Bîlgen taloq bû
11:45 Serokên Baroyan parêzer vexwendin Enqerê: Em ê di nobetê de bin
11:01 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:18 Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be
09:56 Ji ber ku daxwazname nenivîsand girtî ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat hesibandin!
09:24 'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’
09:24 Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir:Vegera Şêniyên Şengalê li dijî êrişan bersiva herî xurte
09:23 Heskîfa 12 hezar salan 'bi awayê wê yê nû' hat rûxandin
09:22 Akademiya Uvercînkayê vebû
09:22 Serokê Baroya Mêrsînê: Pir baro projeyeke FETO'yê ye
09:21 Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê'
09:20 ‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'
09:20 ‘Gavên tên avêtin hemû divê ji bo yekîtiyê bin'
09:19 Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya lez daye xebatên xwe
09:10 Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08/07/2020
20:13 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 282
16:11 Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin
16:06 Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin
15:56 Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin
15:36 HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir
14:48 Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin
13:56 Beyî ku bibe qeyûm çû!
13:56 Girtiyan bi xwesteka bên dermankirin dest bi grevê kirin
13:08 Dayika Aştiyê Ozbek bi hêceta ‘gumana revê heye’ nehat berdan
12:43 Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin
12:19 Ala tirk li ser deriyê mala wê xêz kirin
11:26 Ji bo danişîna ku sibê bê dîtin banga piştevaniyê kir
11:22 Li Rihayê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
11:15 5 ciwanên HDP’yî hatin girtin
11:14 Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin
10:58 Li Licê mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin
10:57 Aydin: Îqtîdar ji hêza baroyan ditirse
10:37 8 daîreyên Dadgeha Bilind tên girtin
10:24 Li Panosê Xeta Mor vebû
10:17 'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’
09:52 Kesek din ji ber teqînê hat girtin