MÛŞ - Şeva dengbêjiyê ya ku hat lidarxistin, diyariyê hunermend Mîr Perwer ê ku di sala 2022'yan de li Parîsê hatibû qetilkirin, hat kirin.
Şaredariya Mûşê şeva dengbêjiyê li dar xist. Çalakiya ku li Kafe Park a Goletli ya şaredariyê pêk hat, tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî, gelek welatî beşdar bûn.
Çalakî bi axaftina destpêkê, dest pê kir. Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan diyar kir ku xebatên wan ên çandî dê berdewam bikin û got: "Em vê şevê diyariyê dengbêjê Mûşî Mîr Perwer ê ku li Parîsê hatibû qetilkirin, dikin." Piştre Hevşaredarê Mûşê Sirri Soylemez bal kişand ser girîngiya çanda dengbêjiyê ya li Kurdistanê.
Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Îlyas Aslan jî di çalakiyê de axivî, Mîr Perwer bi bîr anî û got: "Ew nirxekî bajarê me bû."
Piştî axaftinan, dengbêjan klamên xwe stirîn.
Gel ji bo çalakiyê eleqeyek zede nişan da û hêwan tije bû. Çalakî piştî helbestan, bi gerandina govendê bi dawî bû.
