Bi hezaran li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan 2019-10-20 18:46:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê û bi hezaran kes li Til Birak, Til Hemîs, Tebqa, Reqa û Dêrazorê daketin qadan û meşiyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Erdogan derkeve" , "Yek e yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e." berz kirin.     Bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê ku di 9'ê Cotmehê de bi tang, top, balafirên şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin bi hezaran welatî li Til Hemîs, Til Birak, Tebqa, Reqa û Dêrazorê daketin qadan û meşên girseyî lidar xistin.    TIL BIRAK   Bi sedan welatiyên Til Birakê kom bûn û meşek li dar xist. Meş ji ketina navçeyê dest pê kir. Di meşê de welatiyan alên HSD’ê, Kongreya Star û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin. Di çalakiyê de welatiyan dirûşmên "Girê Spî azad e", "Erdogan derkeve" , "Yek e yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e" û ‘Na ji Erdogan re’ berz kirin. Meş li ber Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de li ser navê girseyê hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Sara Behlewî axivî û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir.   TIL HEMÎS   Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê meşek li dar xist. Meş li ber Meclisa Til Hemîsê dest pê kir. Di meşê de welatiya pêkanînên Tirkiye ku li ser gelê Rojava pêş xist şermezar kirin. Meş heta Çerxerêya Şehîdan domiya. Di çalakiyê de pankartên "Na ji Erdoganê terorîst re" , "Na ji artêşa tirk û çeteyên wê re" , "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re", "Em hebûna artêşa tirk li ser bihosteke xaka xwe napejirînin" vekirin. Di axaftinên mîtîngê de êrîşên Tirkiyeyê şermezarkirin. Di heman demê de banga yekitiyê li hemû pêkhateyan hate kirin.   TEBQA   Di heman demê de bi hezaran welatiyên Tebqa, El Mansûra û El Cirniyeyê bi meşekê girseyî êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin. Çalakî ji ber stada El Gazê dest pê kir û heta Çarxerêya Dêr a li navenda navçeyê domiya. Di çalakiyê de welatiyan bi dirûşman êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin. Meş li be Çarxerêya Dêr veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de banga derxistina Tirkiyeyê ji NATO’yê hate kirin. Axaftvanan got ku dewleta tirk sûcên şer dike û dixwaze demografyaya herêmê biguherîne. Axaftvanan bang li qada navneteweyî kirin ku ji bo Serêkaniyê korîdorekê vekin da ku birîndar û şehîdên di bin enqazan de derxînin.   REQA   Bi hezaran şêniyên Reqa û gundewarên wê jî bi heman boneyê meşek li dar xist. Meş ji Çarxerêya Agirkujiyê dest pê kir û heta Çarxerêya Delê dom kir. Di meşê de welatiyan pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya tirk re, erê ji biratiya gelan re", "Şêniyên Reqayê bi yekdengî, Îran, Tirkiye û Rûsyayê destûra Astana nûnertiya me nake", "Rûmetdarên cîhanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di komkujiyan re derbas dibin" û alên YPG, YPJ, HSD û Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê vekirin. Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemednûr Dêb û gerînendeyê Saziya Kar û Barên Olî Elî Nayif Şueyêb axivîn û xwestin ku dagirkeriya Tirkiyeyê di zûtirin dem de bi dawî bibe. Axaftvanan bang li dadgeha navdewletî kir ku ên sûcên şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin lêpirsîn bikin û bidarizînin. Axaftvanan got ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa bi hev re ji Kobanê heta Dêrazor, Reqa û Tebqayê teror têk bir, dê dîsa bi hev re dagirkeriya Osmanî jî têk bibin.   DÊRAZOR   Şêniyên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê jî li pêş Meclisa Qanûnsaz a Cezrat a girêdayî gundewarên rojava kom bûn û li ser rêya sereke ya bajarokê Cezratê meşiyan. Şêniyan dirûşmên "Na ji dagirkeriya tirk re" û "Bi ruh û bi xwînê, bi te re ne Serêkaniyê" berz kirin û pankartên "Serêkaniyê bangî mirovahiyê dike" ,"Sivîl li hemberî bêdengiya navdewletî û çapemeniyê tên kuştin" , "Bila mirovahî li hemberî vê hovîtiyê ku mirovahiyê dikuje, şerm bike" vekirin. Di meşê de daxuyaniyek dan û gotin: “Em piştgiriyê didin gelê Serêkaniyê. Îro bi sekneke xurt û serbilind li dijî binpêkirinên dijminatiya Tirkiyeyê û bikaranîna wê ya çekên qedexekirî, disekinin. Em şêniyên Dêrazorê, dê xak û gelê xwe li dijî dijminê faşîst bi rêya hevgirtin û yekdestiyê, biparêzin."