ENQERE - Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê ya ku TURK-ÎŞ’ê xwe jê wekişandibû, dê bi nûnerên kardêr û hikûmetê re careke din bicive. Hat zanîn ku dê nûnerên kardêran sê vebijêrkan ji bo zemê pêşkêşî komîsyonê bikin.
Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê, ji bo diyarkirina kêmtirîn mûçe ya sala 2026’an di 12’yê Kanûnê de civiya. Civîna ku li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî hat lidarxistin, piştî Konfederasyona Sendîkayên Karkekeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) ji komîsyonê vekişiya, di navbera hikûmet û Konfederasyona Sendîkayên Kardêran a Tirkiyeyê (TÎSK) pêk hat.
Cîgirê Serokê Giştî yê TURK-ÎŞ’ê Ramazan Agar, berî civînê bi wezîr Vedat Işikhan re civiya û dosyayek têkildarî vekişînê pêşkêş kir. Agar, piştî civîna bi wezîr Işikhan re daxuyanî da û ev tişt got: “TURK-ÎŞ li pişt biryara xwe ye, dê beşdarî xebatên Komîsyona Tespîta Kêmtirîn Mûçe ya sala 2026’an nebe.” Piştî vekişîna TUKR-ÎŞ’ê, civîna ewil di navbera nûnerên hikumet û kardêran de pêk hat.
SÊ VEBIJÊRKÊN ZEMÊ TÊN AXAFTIN
Par (2025), TUÎK’ê aşkera kiribû ku enflasyon ji 44, 38 e ji sedî 30 zem li kêmtirîn mûçe hat kirin. Hat diyarkirin ku kardêr û hikûmet xwedî heman helwestê ne. Li gorî agahiyên hatine bidesxistin; di zêdekirina kêmtirîn mûçe sê vebijêrk; ji sedî 20 (26 hezar û 500 TL), ji sedî 25 (27 hezar û 600 TL) ji sedî 30 zem (28 hezar û 700 TL) pêşkêş kirine.
CIVÎNA DUYEMÎN
Civîna duyemîn a komîsyonê îro dê li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî bê lidarxistin. Civîna ku dê saet 14.00’an de bê lidarxistin parvekirina daneyên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK), Wezareta Xezîne û Darayî û saziyên din ên têkildarî kêmtirîn mûçe tê payîn. Herwiha di civînê de axaftina li ser diyarkirina zemê jî tê payîn. Di salên bihurî de piştî 3-4 civînan kêmtirîn mûçe hatibû diyarkirin, îsal jî dê di 31’ê Kanûna 2025’an de aşkera bide û di 1’ê Çileyê 2026’an de bikeve meriyetê.”
MA / Omer Gungor
