NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Şêrîn Nûrî Oso, li Efrînê ku di bin kontrola komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye, bi îşkenceyê hate qetilkirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; jina ciwan a 19 salî Şêrîn Nûrî Oso, li gundê Aşkanê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin kontrola komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk de ye, li mala xwe hate îşkencekirin û piştre bi çekê hate qetilkirin.
Li gorî agahiyan, Şêrîn Nûrî Oso, sê sal berê hatibû zewicandin.
