NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi Şandeya DEM Partiyê re, balê dikişîne ser bûyerên di salên dawiyê de di nav civakê de zêde bûne û bang li her kesî dike ku di vî warî de hesas tevbigere.
Şer û pevçûnên di nav malbat, bajar û eşîran de derdikevin hindî diçe vedigere pirsgirêkeke giştî ya civakê. Demên dawî bi taybetî li Wan û gelek bajarên din pirsgirêkên herî biçûk jî vedigerin pêleke tundiyê û ev yek bandoreke neyînî li ser têkilî, aştî û aramiya civakî dike. Li gorî agahiyên ji Lijneya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îmraliyê hatin girtin vê pirsgirêka civakî bala Rêbera Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kişandiye. Abdullah Ocalan bal kişandiye ser xeteriya vê pirsgirêkê û banga hestiyariya civakî kiriye.
Li gor nûçeya Ajansa Welat; Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de bal kişandiye ser xeteriya vê pirsgirêkê û banga hestiyariya civakî kiriye.
Li gorî agahiyên Lijneya DEM Partiyê dayîn Abdullah Ocalan bi rêya çapemeniyê geşedanên civakî dişopîne û zêdebûna bûyerên di navbera kes, malbat û eşîran de bala wî kişandiye. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de derbarê van mijaran de agahî ji Lijneyê xwestiye û bal kişandiye ser van mijaran: “Ez ferq dikim tundiya di nav civakê de di rewşeke awarte de zêde dibe. Bi taybetî tundiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye. Ez ji vê yekê gelek xemgîn dibim.”
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye ku yek ji mijara herî zêde li ser sekiniye jî tundiya di nav civakê de ye û vê yeke wiha nirxandiye: “Sedemek min a ku ez zêde li ser pêvajoya çareseriyê disekinim jî ew e ku ez bikaribim dest biavêjm van pirsgirêkan û li ser çareseriya wan rawestim. Ku em merheleya yekemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas bibin dê dor bê van mijaran jî. Ez soz dikim ku di demek kin de qasî deh wezaretan kar bikim. Mijara ez pêşiyê li ser bisekinim jî dê tundiya di nav civakê de be. Divê li hemberî vê mijarê tedbîrên zagonî, civakî, exlaqî û çandî bên girtin.”
Têkildarî tiştên demildest bên kirin jî Abdullah Ocalan ewilî bang li hemû kesên wî guhdar dikin, kiriye û wiha gotiye: “Ez ji kesên min guhdar dikin re dibêjim ku li hemberî hevdu bi awayek exlaqî dest ji çekan berdin. Divê gotineke ku hevdu biêşînin jî nebêjin hev. Pirsgirêkan bi aqil û axaftinê çareser bikin. Ez tundiya di nav malbatê de, di navbera malbatan de, di navbera eşîran de û di navbera civak û bajar de red dikim, derveyî exlaq dibînim.”
Abdullah Ocalan bang li hemû kesên hestiyar dike ku li hemberî vê tundiyê rol bigirin ser milê xwe û li hemberî vê pirsgirêkê têbikoşin. Abdullah Ocalan di vî warî de jî ev peyam dane: “Hemû kes û hevalên di vê mijarê de dixwazin berpirsyariyê bigirin jî divê meseleyê mîna berpirsyariyek exlaqî bibînin û di asta herî jor de rol bilîzin. Ez vê yekê ji hemû welatparêz, heval û rêhevalan dixwazim. Min berê digot ku em destûr nedin, tenê kesek jî di vê pêvajoyê de jiyana xwe jî dest nede, em serkeftî ne. Ji bo wê divê dawî li vê tundiya civaka me perçe dike bê berdan û tundî li aliyekê divê gotineke xirab, mirov diêşîne jî neyê gotin.”
'TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ RÊXISTINBÛN E'
Li ser berpirsyariya siyasetê ya di vê mijarê de jî Abdullah Ocalan xwestiye ku pêwist e têkoşînek xurt bê meşandin. Abdullah Ocalan sedema vê tundiyê wekî bêrêxistinbûyîn destnîşan kiriye û bal kişandiye ser van xalan: “Min çend caran hişyarî kirin. Divê civak bê rêxistinkirin. Rêxistinbûyîn pêwist e heta yekîneya herî biçûk a civakê bê berfirehkirin. Ev civak ne civakeke bê îhmalkirin e. Têkoşîna herî mezin a demokrasiyê rêxistinkirina gel e.”
POTANSIYELA DEM PARTIYÊ
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de balê dikişîne ser rola DEM Partiyê ya di siyaset û rêxistinkirina civakê de û wiha didomîne: “Di merhaleya duyemîn a pêvajoyê de ez ê bi vê mijarê re mijûl bibim. Potansiyeleke mezin a DEM Partiyê heye. Pêwist e ji xwe bawer be. Partiyeke diyarker e. Dixwazî bila tifaqa Cûmhûr dixwazî bila ya Milet bê ser kar bêyî DEM Partiyê nabe. Ji bo vê divê civakê rêxistin bike û ji xwe bawer be. Potansiyela wê li derdora ji sedî 20an e.”
Li gorî agahiyên Lijneya DEM Partiyê parvekirin Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de herî zêde li ser zagona ji bo entegrasyonê bê derxistin rawestiya ye û ji hemû kes û derdorên demokratîk xwestiye ku berpirsyariyê bigirin û ked bidin.
