ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdagê li ser meşa "Nan û Aştî" ya ku DEM Partî dê ji çar baskan ve bide destpêkirin axivî û got: "Em ê li dijî polîtîkayên aboriyê yên ku xizaniyê mayînde dikin, ber bi Enqereyê ve bimeşin."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî gotûbêjên li ser Pêşniyarqanûna Budçeya Navendî ya Sala 2026'an li Meclîsê didomin, dê ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê ber bi Enqereyê ve meşekê li dar bixe. Baskên meşê yên ku dê di 12'ê Kanûnê de dest pê bikin, dê di 14'ê Kanûnê de bigihîjin Enqereyê. Meş dê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdagê li ser meşê diyar kir ku ew wek DEM Partî û her wiha rêxistinên ked û demokrasiyê li Tirkiye û Kurdistanê xebatên xwe yên ji bo nan û aştiyê didomînin.
‘JI SEDÎ 35'Ê BUDÇEYÊ JI BO ŞER HATIYE VEQETANDIN’
Sevtap Akdagê bal kişand diyar kir ku rexmê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam dike, ji sedî 35'ê para budçeyê ji bo şer hatiye veqetandin û ev tişt got: "Em wek DEM Partî di van gotûbêjan de ji bo bicihanîna daxwazên gel têkoşînê didin. Li gorî fikra me divê budçe ji bo avakirina zemînek aştiyane ya demokratik were nirxandin. Budçeya îsal divê bêguman ji bo nan û aştiyê be. Pêwîst e para ku ji bo çekdarî û şer hatiye veqetandin were kêmkirin û hem dahata zêde ya ku dê ji vir bi dest bikeve, hem jî dahata ku ji sermayeyê û faîzê re hatiye veqetandin ji bo polîtîkayên ku xizaniya gel ji holê radikin, were veqetandin."
Sevtap Akdagê rave kir ku DEM Partiyê li hemû herêman xebatên li ser vê yekê dane destpêkirin û wiha pê de çû: "Em li 81 bajarên Tirkiyeyê têkoşîna xwe ya ji bo nan û aştiyê mezin dikin. Di heman demê de em hewl didin ku daxwazên me yên bi hêzên din ên ked û demokrasiyê re hevpar hatine kirin zemînekî ava bikin. Wekî DEM Partî bernameya me ya xebatê jî didome. Em ji çar aliyan ve ji bo meşa ku dê di 12'yê Kanûnê de ber bi Enqereyê ve dest pê bike, dixebitin."
MEŞ DÊ JI 4 BASKAN VE BÊ DESTPÊKIRIN
Sevtap Akdagê diyar kir ku baskê Marmarayê dê ji Çerkezkoyê ya Tekîrdagê, baskê Egeyê ji Aydin û Muglayê, baskên Amed û Hatayê jî dê bi bajarên din re bibin yek û bigihîjin Enqereyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev çar bask dê bi rastî bibin bersiva sembolîk a xebatên ku me li hemû herêman kirine. Li dijî polîtîkayên aboriyê yên ku xizaniyê ji bo her kesî mayînde dikin, ji bo daxwazên ku vê yekê aşkera dikin, ji bo ku kêmtirîn mûçeyê û mûçeya teqawibûyî derxînin şertên jiyaneke mirovane, ji bo ku gel para xwe ji budçeyê bigire, em ê di 14'ê Kanûnê de li Enqereyê bin."
‘SEROKKOMAR ÎTÎRAF KIRIBÛ’
Sevtap Akdagê anî ziman ku di şert û mercên ku aştî lê tê avakirin de divê para ku ji bo şer û çekdarîyê tê veqetandin bê kêmkirin û got: "Serokkomarê vî welatî berê mînak nîşan dabû û gotibû 'hûn zanin bihayê guleyekê çiqas e?' û îtîraf kiribû ku lêçûnên li vir hatine kirin ji bo aboriya Tirkiyeyê çiqas giran in. Niha ji sedî 50'ê budçeyê ji bo faîz, sermaye û sanayiya şer hatiye veqetandin. Herwiha çaryeka budçeyê dê ji faîzdaran re biçe. Budçeya ku ji bo lêçûnên civakî hatiye veqetandin jî tenê sêyeka vê yekê ye. Li vê erdnîgariyê dahata ji sedî 50'ê gel li binê sînorê birçîbûnê de ye."
‘YÊN MAYÎNDE GEL IN’
Sevtap Akdagê bersiv da şîroveyên ku dibêjin ji ber ku Tirkiye li Rojhilata Navîn e, divê budçeya "ewlehiyê" zêde be û wiha got: "Gel xwedî pratîka jiyana bi hev re û bi aştiyane ne, ji ber ku li vê herêmê sînor gelek caran guherîn. Lê yên ku li vir mayînde gel in. Pêkanîna aştiya civakî rasterast bi edaleta civakî ve girêdayî ye. Tişta ku em dibêjin 'budçe ji bo nan û aştiyê' ev e. Divê lêçûnên çekan kêm bibin û para nan zêde bibe."
‘EM Ê XETA TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’
Sevtap Akdagê diyar kir ku ew ê xeta têkoşînê ya ku têgehên edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê dihewîne, bidomînin û wiha axaftina xawe bidawî kir: "Pêkneanîna demokrasî û edaletê di aboriyê de bêguman dibe sedema pevçûnê. Li gorî fikra me, divê hemû nakokî veguherin zemînek têkoşînê ku jiyana wekhev û bi hev re lê pêk tê. Ji ber vê yekê 'budçe ji bo nan û aştiyê' ji bo me qonaxek vê têkoşîna me ya giştî ye. Di meha Çile de em ê qonaxeke nû bidin destpêkirin. Ji bo civakîkirina daxwazên aştiyê û demokrasiyê em ê xeta têkoşînê bidomînin."
MA / Sema Bîngol
