AMED - Ajansa Welat ku par bi dirûşmeya "Deng û Rengê Welat" dest bi weşanê kir, bi nûçeyên xwe hem tevkariyê li pêşketina Kurdî dike, hem jî bersivê dide asîmîlasyonê.
Ajansa Welat di 27'ê Mijdara 2024'an de bi dirûşmeya "Deng û Rengê Welat" dest bi weşanê kir. Ajans, di dîroka 126 salan a çapemeniya Kurdî de ku bi weşandina Rojnameya Kurdistanê li Qahîreya Misrê di 22'yê Nîsana 1898'an de dest pê kir, xwediyê wê taybetmendiyê ye ku yekemîn ajansa nûçeyan a Kurdî li Bakurê Kurdistanê ye. Ajans ku bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî weşanê dike, salek li dû xwe hişt.
Xwediyê ajansê Fahrettîn Kiliç û edîtora servîsa Kirmanckî Berîtan Sert Noyan têkildarî ajansê axivîn.
Kiliç destnîşan kir ku wan ajansê di serdema êrişên dijwar ên li ser zimanê Kurdî de ava kiriye û got: "Ev êriş hîn jî berdewam dikin. Armanca me ew e ku em bi zimanê xwe yê dayikê bibin deng, gotin û rengê gelê Kurd. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê zimanê Kurdî pêş bixin û ji bandora Tirkî, ango wergerê, azad bikin. Ajans bi tevahî bi Kurdî weşanê dike."
Kiliç anî ziman ku ji dema damezrandina ajansê ve wan kampanyayeke rêxistinî daye destpêkirin û got ku wan li gelek bajarên Kurdistanê nûçegihan bi cih kirine.
AZADIYA WELAT
Kiliç destnîşan kir ku ew bi hejmareke kêm a kesn nûçeyên xwe çêdikin û got: "Dema ku em dibêjin Ajansa Welat yekem tiştê ku tê bîra gelê me Azadiya Welat e. Wek rojnameyeke Kurdî, Azadiya Welat tevkariyên girîng li zimanê Kurdî kiriye. Ji bo me rûmet e ku gelê me vê yekê bi vî rengî îfade dike. Me li Serhed û Amedê buro ava kirine. Em ê li Çukurova û Botanê jî ava bikin. Her wiha li bajarên Tirkiyeyê nûçegihanên me hene."
Kiliç, destnîşan kir ku ew nûçeyên xwe bi rêya platformên medyaya dîjîtal digihînin raya giştî û got: "Em dikevin malên gelê xwe û bi postên xwe yên li ser platformên wekî X, TikTok, Instagram, Facebook, YouTube û televîzyonê digihîjin wan. Em têdikoşin da ku zimanê Kurdî bigihîje gelê me."
Kiliç ragihand ku ew ê di 27'ê Mijdarê de, bi boneya salvegera damezrandina ajansê, li Navenda Kongreyê ya Çand Amed bi çalakiyekê li dar bixin. Kiliç da zanîn ku di çalakiya ku dê saet 10:00'ê sibê dest pê bike de, stranbêj Arhat û Koma Govendê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê derkevin ser dikê û her kesî vexwend çalakiyê."
KIRMANCKÎ
Edîtora servîsa Kirmanckî Berîtan Sert Noyanê jî got: "Ji ber ku ew tekane ajansa bi zimanê Kurdî weşanê dike, ji bo gelê Kurd cihekî pir girîng digire. Ev cara yekem e ku destpêşxeriyeke wisa tê kirin. Kurd li her deverê zimanê xwe dibînin, dixwînin û temaşe dikin. Armanca ajansê ew e ku ziman zindî bihêle. Dibe ku em ji bo zaravayê Kurmancî heman tiştî nebêjin, lê ji ber ku zaravayê Kirmanckî bi tunebûnê re rû bi rû ye, hebûna Ajansa Welat ji bo vî zaravayî derfeteke mezin e. Şopandin, xwendin û temaşekirina bûyerên rojane bi zimanê xwe, gefên li ser wî zimanî kêm dike. Divê gelê me vê yekê bibîne. Tevlêbûna gelê me dikare pêşî li windabûna vî zaravayî bigire. Ew ê di heman demê de rê bide ku ev hewldan pêşve biçin."
Berîtan Sert Noyanê bal kişand ser mîsyona ajansê ya li dijî asîmîlasyonê û diyar kir ku ziman hebûna gel e û got: "Armanca me ew e ku li hemû bajarên Kurdistanê nûçegihan hebin. Bi zaravayên Kirmanckî û Kurmancî nûçeyan bigihînin gelê me. Û piştrast bikin ku mirov bi zimanê xwe yê zikmakî agahiyan werdigirin. Me bi dirûşmeya 'Em ê bibin deng û rengê welêt' dest bi xebatên xwe yên weşanê kir. Em ê hewl bidin ku dengê xwe bidin vî dengî û hîn bêtir bidin bihîstin. Bi piştgiriya gelê xwe, em ê vê yekê bi dest bixin. Em dixwazin bi rêya we banga xwe parve bikin ku daxuyaniyên ku ji hêla saziyên me yên li Kurdistanê ve tên dayîn bi zimanê Kurdî werin kirin. Di vî warî de, berpirsiyariyên siyasetmedaran jî hene. Ango, bi Kurdî biaxivin û di serî de ji mîkrofonên me re biaxivin."
MA / Fethî Balaman
