AMED – Rakirina tedbîra kontrola edlî ya bi salan e der barê rojnamevan Abdûrrahman Gok de tê pêkanîn ku dîmenên kêliya qetilkirina Kemal Kûrkût girtibûn, dîsa hat redkirin.
Danişîna 9'emîn a doza rojnamevan Abdûrrahman Gok ku bi beyanên îtirafkar Umît Akbiyik bi "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê hat lidarxistin. GOk û parêzerên wî Resul Tamur û Mehmet Emîn Aktar, di danişînê de amade bûn. Nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî beşdarî danişînê bûn.
Gok, li dijî îfadeyên şahidê veşarî "K8Ç4B3L1T5" ku daxilî îdianameyê hatine kirin, parastin kir. Gok, di parastina xwe de bal kişand ser pîşeya xwe rojnamevaniyê û xwest tedbîrên kontrola edlî yên der barê wî de bên rakirin û doza beraetê kir.
Piştî parastina Gok, beyanên şahidê veşarî "K8Ç4B3L1T5" hatin girtin. Şahidê veşarî îdia kir ku Gok li Ajnsa Mezopotamyayê (MA) wekî rêveber xebitiye û çûye Sûriyeyê li gor armancên rêxistinê nüce çêkirine. Şahidê veşarî îdia kir ku Gok li teref rêxistinê nüce çêkirine û ji xeynî vê tu agahiyên der barê wî de tüne ne.
Gok li dijî beyanên şahidê veşarî, bibîr xist ku herî dawî di 2017'an de çûye Sûriyeyê û Ajansa Mezopotamyayê di sala 2018'an de hatiye vekirin. Gok destnîşan kir ku beyanên şahidê veşarî ne rast in û got: "Kî li googleyê navê min binivîse wê bibine ku ez çi dikim. Ev ne tiştekî veşarî ye."
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî destnîşan kir ku piştî Gok nûçeya der barê Kûrkût çêkiriye bûye hedefa midûriyeta polîsan û xwest tedbîra kontrola edlî ya der barê muwekîlê wî de bê rakirin. Parêzer Resûl Tamûr jî destnîşan kir ku girtekên teşxîsê yên şahidê veşarî daxilî dosyeyê bên kirin dê derkeve holê ku îdiayên der barê Gok de pûç in û xwest tedbîrên kontrol edlî bên rakirin.
Meqama îdiayê biryara domandina tedbîrên kontrola edlî da û xwest tiştên kêm bên temamkirin.
Heyeta dadgehê jî biryara domandina tedbîrên kontrola edlî da û daxilkirina girtekên teşxîsê yên şahidê veşarî li nava dosyeyê red kir.
Danişîn taloqî 26'ê Sibata 2026'an hat kirin.
