Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide

  • rojane
  • 13:07 19 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît, diyar kir ku nêzikatiya li dijî Abdullah Ocalan di pêvajoyê de diyarker e û got: “Divê komîsyon dev ji mijûlkirinê berde û êdî dewlet mecbûr e biryarekê bide.” 
 
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît ji televîzyona Medya Haber TV’yê re axivî û bûyerên di rojevê de nirxand. Hêlîn Umîtê da zanîn ku pêvajoya çareseriyê bi fedekarî û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: “Lê belê her kes dibêje ku rêveberiya Tirkiyeyê di vê mijarê de gaveke cidî neavêtiye.”
 
Hêlîn Umîtê anî ziman ku ji bilî Abdullah Ocalan kesî nikarîbû ev pêvajo bida destpêkirin û ev tespît kir: "Mîmarê rasteqîn ê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Ne ti hêzê dikarîbû dawî li hebûna rêxistinî ya PKK'ê bianiya, ne dikarîbû çek bida danîn, ne bikira ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bîne, ne jî hêzeke wê ji cihekî vekişanda cihekî din."
 
Bi domdarî Hêlîn Umîtê bal kişand ser pêvajoya têkoşînê ya 47 salên dawî û got, "Bi taybetî di nava 10 salên dawî de şerekî gelekî giran qewimî. Ya ku nehat kirin nema. PKK'ê ji çepereke bi tenê jî paşve gav neavêt. Kesî nikarîbû ev bikira, nikarîbû bida kirin. Ez çima bi taybetî vê mijarê destnîşan dikim? Ji ber ku li Tirkikyeyê demagojiyek heye. Bi taybetî li nava baskê desthilatdariyê bêsamîmiyeta nêzîkatiya li pêvajoyê rê li ber vê yekê vedike. Weke ku firsendek bi vî rengî bi dest xistine, weke ku Tevgera Azadiyê ya Kurd qedandine, weke ku hêzeke berxwedêr nîne hewl didin bikin û biqedînin. Hem xwe hem jî bi esasî raya giştî ya Tirkiyeyê dixapînin, şaştiyê dikin. Ez bang li her kesî dikim ku cidî bin, bang li her kesî dikim ku jidil bin. Bang li her kesî dikim ku hurmetê nîşanî heqîqetê bidin.”
 
‘KOMÎSYONA HEYÎ VEGUHERIYE KOMÎSYONEKE MIJÛLKIRINÊ’
 
Hêlîn Umîtê îşaret bi komîsyona li meclisê kir û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir: “Li dora komîsyona meclisê hin nîqaş têne kirin. Hûn jî zanin komîsyona meclisê hinekî bi daxwaza me, bi ferzkirina me ava bû. Belê, daxwazeke CHP'ê jî ya bi vî rengî hebû. Me beriya niha gelek caran anîn ziman bê em çima avabûna komîsyona meclisê dixwazin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk, pirsgirêka nasname û hebûnê ya li Kurdistanê, pirsgirêka azadiyê, pirsgirêka yekbûna gelê Kurd a bi Komara Tirkiyeyê re ne tenê pirsgirêka siyaseta AKP'ê ye, lê pirsgirêka siyaseta tevahiya Tirkiyeyê ye, lewma me xwest, ku meclis xwedî li vê pirsgirêkê derkeve û ji ber vê jî me avakirina komîsyonê ferz kir. Heta niha hinekî kar kirin. Lê belê hîn aşkera nebûye bê karên komîsyonê erênî ye yan na, bi kêr tê yan zerarê dide.
 
Ev komîsyon bi halê heyî veguheriye komîsyoneke mijûlkirinê. Mijûlkirin, belavkirina li demê. Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku belê komîsyon komîsyoneke guhdarîkirinê bû. Ji destpêkê ve wezîfeya xwe pênase kir. Got, em ê li aliyan guhdarî bikin, lêkolîn bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê em ê pêşnûme qanûnekê ji bo meclisê ava bikin û pêşkêş bikin. Li derdorên cuda guhdarî kirin. Lê belê li muxatabê herî esasî guhdarî nekirin. Li Rêber Apo guhdarî nekirin. Kongreya PKK'ê ya 12'emîn Rêber Apo weke muzakerevanê sereke diyar kir. Weke nûnerê sereke destnîşan kir. Weke aktorê sereke ragihand. Bi rengekî aşkera ragihand ku eger Rêber Apo bimeşîne, Rêber Apo hebe wê biryar bi cih bêne anîn û ev pêvajo bi pêş ve biçe. Û ev yek jî di pratîkê de nîşan da. Lê belê bala xwe bidinê; komîsyon nêzî 2 meh in, ez dibêjim du meh lê beriya wê jî heye, di rojevê de ye lê hîn nîqaş dike bê wê biçe Îmraliyê yan na? Nîqaş dike bê divê biçe yan na? Tê gotin, van rojan wê biryar bê dayin. Vaye komîsyon wê cara dawî guhdar bike. Yanî çima nebe? Divê ev yek baş bê fêhmkirin.
 
RÊBER APO 60 MILYON KURDAN TEMSÎL DIKE
 
Weke ku min got, Rêber Apo aktorê sereke ye, rêveberê sereke yê vê pêvajoyê ye. Ji bilî wî kesî nikarîbû rê li ber van pêşketinan vekiribûya. Binihêrin, mirov bi hişê xwe yê polîtîk dikare bibe wezîr, dikare bibe siyasetmedar, dikare bibe serokkomar, dikare bibe her tişt. Lê belê Rêbertî tiştekî gelekî cuda ye. Her kes nikare bibe rêber. Yanî Rêber Apo rêberê gelekî ye. Divê kesek bi gotinan tevliheviyê neke, rewşê berevajî neke. Ez hişyar dikim. Rêber Apo ne siyasetmedarekî ji rêzê ye, ne kesekî ji rêzê ye. Zêdetir e. Rêber Apo nûnerê 60 milyon Kurdî ye. Weke min got, eger em Kurdên li tevahiya cîhanê bihesibînin jê zêdetir e. Lê belê nûnertiya 60 milyon Kurdî dike, weke Rêberekî ku şerê hebûn û azadiyê dimeşîne, weke Rêberekî hatiye qebûlkirin, Rêberek e ku di oxira wî de bi hezaran mirovan canê xwe feda kirine, bi hezaran fedaî di rêzê de ne, bi sedan ji wan di dema komploya navneteweyî de bedena xwe dan ber agir. Mînakeke vê yekê nîşan bidin, yek bi tenê jî nîne.
 
Yanî divê her kes zanibe ku bi rêzdarî nêzî rastiya Rêbertî bibe, divê zanibe rast nêzîk bibe. Hinek radibe dibêje nizanim Kurdan hemûyan temsîl nake. Dibêjin PKK, Rêber Apo hûn ji ku derdixînin, ew Kurdan hemûyan temsîl nakin. Belê hinekî bi eslê xwe Kurd radibin vê dibêjin, radibin bi rêya vê yekê hin tiştan bikin. Lê belê 50 sal in 'Bi hemû saziyên delweta Tirk re' hewl dan Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bikin. Ew mezin kirin, cerdevanî ava kirin, li Bakur artêşa cerdevanan ava kirin. Li qada siyasî yanî li parlamentê bi gotina wekîlên Kurd xistin meclisê. Tenê ji bo Tevgera Azadiyê mezin nebe Kurdistana Federe erê kirin, dewleteke biçûk a Kurd ava kirin. Çi bû? Yanî ya ku van Kurdan kir çi bû? Gelo karîbûn bibin nûnerên Kurdan? Ev hemû çîrok in, divê kes bi van nexape.
 
Netewebûna Demokratîk a Kurd xwedî rêberekî bi tenê ye, ew jî Rêber Apo ye, mecbûr e ew muxatab bê dîtin. Çima vê dibêjim? Ji ber ku niha ev yek li ber komîsyonê ye. We pirsîn, bê pêvajo di kîjan qonaxê de ye? Tenê krîterek heye ku nîşan dide bê pêvajo wê çawa bimeşe. Ew jî nêzîkatiya li Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo me hemûyan temsîl dike. Rêber Apo temamiya gelê Kurd temsîl dike, Rêbertiya gelê Kurd e.
 
Dixwazim gotinê bînim ser vê yekê. Di halê hazir de du wezîfeyên komîsyonê hene. Yek ji wan ev e: Wê li Rêber Apo guhdarî bike, lê belê neçar e ku bi Rêber Apo re nîqaş bike. Çima neçar e nîqaş bike? Niha di vê dema sedsala 21'ê de, eger hebûna Kurdan gihîştibe wê astê ku êdî nikare bê înkarkirin, eger bû be aktorekî herêmî, eger êdî bi polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê nêzîkatî li gelê Kurd nikare bê kirin, wê demê dewleta Tirk wê bi van Kurdan re çi bike? Neçar e ku biryara vê bide.
 
Yanî hebûna Kurdan wê bibe parçeyek ji Komara Tirkiyeyê yan na? Wê weke berê di polîtîkaya asîlîasyon û qirkirinê de bê israrkirin an na? Yan jî wê hebûna Kurdan bê qebûlkirin? Komîsyon divê bersivê bide vê pirsê. Kurd heye yan nîne? Hebe mafên xwe heye yan na? Mafên xwe hebe, ev maf wê bê dayin? Ev pirsên ewçend hêsan in. Lewma nuqteya herî girîng a ku pêvajo gihîştiye ev e. Êdî kêliya biryardanê ye. Di nav de çiqas mirovên bi nêta baş hebin jî eger vê mîsyona xwe nikaribe pêk bîne, yanî perspektîfeke têkildarî cihê Kurdan ê li nava Komara Tirkiyeyê nikaribe derxîne holê, hingî ji bilî komîsyona mijûlkirinê bi navekî din nikare bê nirxandin. Eger ev komîsyon dixwaze xwe ji vê rizgar bike, tekez neçar e bersivê bide vê yekê."
 
'NÊZÎKATÎ Û DAXUYANIYÊN DEVLET BAHÇELÎ BI WATE NE'
 
Di berdewama axaftina xwe de Hêlîn Umîtê îşaret bi axaftina Devlet Bahçelî ya hefteya derbasbûyî kir û got: “Xweş axivî, baş axivî. Rêberê me weke Rêberê Damezirîner careke din pênase kir. Em wateyê didin vê yekê. Bi dîtina min di vir de mebest 2 wate ye. Dibe ku ez wateyeke zêde lê dikim, lê belê bi vî rengî hewl didim nêzîkatiya Bahçelî fêhm bikim. Yanî, belê hem Rêberê damezrîner ê PKK'ê ye, lê belê di heman demê de jî ber bi Tirkiyeya nû ve, ber bi avakirina Tirkiyeya nû ve jî xwedî heman wateyê ye, em peyameke bi vî rengî fêhm dikin. Ev bi wate ne, xweş dibêje. Lê belê kêm dibêje. Dîsa jî kêm dibêje.
 
Belê, weke ku Devlet Bahçelî jî got, Rêber Apo her tiştên ku heta niha got bi cih anî, soza xwe pêk anî. Ji xwe em bi Rêberê xwe zanin. Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên ku Rêber Apo kir rêberekî bi vî rengî ew e ku ji bîr nake. Her kes ji bîr dike, lê Rêbertî ji bîr nake. Çima bi milyonan mirov ewqasî bi Rêber Apo ve girêdayî ne? Çima milîtan ewqasî pê ve girêdayî ne? Çima hevrêyên wî dilsozê wî ne? Ji ber ku Rêber Apo li ser soza xwe ye. Soza ku dide ti carî ji bîr nake, nade jibîrkirin û tekez pêk tîne. Em bi vê zanin. Bi vî rengî em dilsozê wî ne.”
 
‘EM DIXWAZIN TEV LI TEVGERA SIYASÎ YA NÛ BIBIN KU RÊBER APO AVA BIKE’
 
Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît destnîşan kir ku di rewşa heyî de ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin û got: “Em dixwazin rewşeke welê bê afirandin ku mafên siyasî û hiqûqî yên Rêber Apo bêne naskirin û karibe siyasetê bike. PKK hate fesixkirin. Em dixwazin tevli tevgera siyasî ya nû bibin ku Rêber Apo ava bike. Ez û hemû hevrêyên min. Em tevli PKK'ê bûn, lê ya rast em tevli Rêbertî bûn. Rêbertî çi bike em dixwazin bi wî re bixebitin.
 
Ji ber vê yekê divê şert û mercên fîzîkî yên Rêber Apo bêne sererastkirin. Divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Şert û mercên dîlgirtinê divê êdî ji holê bêne rakirin. Mafê hêviyê divê pêk were. Di vê çarçoveyê de zemîna hiqûqî û qanûnî divê bê avakirin."
 
‘ŞARA WEKE LÎDEREKÎ NOKER Ê NÛ XUYA DIKE’
 
Hêlîn Umîtê di dewama axaftina xwe de hevdîtina navbera Ahmed el Şara û Donald Trump jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Em hewl didin vê hevdîtinê fêhm bikin. Lê belê tiştên hatin nîşandan balkêş bûn. Weke ku bala we jî şikand Şerî bi merasîmeke fermî qebûl nekirin. Ji deriyê pişt ve xistin hundir. Dîmenekî welê balkêş xuya kir. Bi dîtina min dîmenekî gemarî bû. Weke polîtîkaya Emerîka û Îngilistanê xeteke welê heye ku li Rojhilata Navîn lîderên noker biafirînin, xwe bispêrin wan û bi vî rengî polîtîkayên xwe li herêmê bimeşînin. Ev yek ne polîtîkaya îro ye. Bi sedan sal in ji dema avabûna modernîteya kapîtalîst û vir ve tiştekî bi vî rengî li ser herêmê ferz dikin. Ji wê rojê û vir ve Rojhilata Navîn, gelên Rojhilata Navîn, gelên Ereb, Tirkiye, Kurdistan, gelê Kurd, gelê Fars di nava zextekê de ne. Dema ku min Şara bi dîmenên li Qesra Spî nirxand, nêrîna 'lîderekî nû yê noker ava dikin' kete aqlê min.
 
Beriya niha di hevdîtinên aştiyê yên Xezeyê de ketibûm nava heman hest û fikrî. Li wir jî Trump weke şovmenekî tevgeriya bû û dev dirêjî her kesî kiribû, henek kiribû, nizanim çi kiribû. Weke bibêje patronê esasî ez im, xwediyê vê erdnîgariyê ez im, peyamek dabû. Ev yek jî dewama wê ye.
 
ŞARA Û TRUM DI KÎJAN MIJARÊ DE LI HEV KIR?
 
Şara bi rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re li hev kir, ji xwe ji bo lihevkirinê çûbû wê derê. Di kîjan mijarê de li hev kir? Yek, soz da ku tev li koalîsyona li dijî DAIŞ'ê bibe. Ev tê vê wateyê ku wê tevli wan hewldanan bibe ku dixwaze tevgera ew berê di nav de bû tune bike.
 
Yanî tê wê wateyê ku wê li hemberî yên ku berê hevalên wî bû û li heman eniyê bi hev re şer kiribû, şer bike. Ya duyemîn got, wê tevli eniya li dijî Îranê bibe. Ev jî tê wê wateyê ku wê angajeyî polîtîkayên nû yên Emerîka û Îsraîlê yên li herêmê bibe. Hûn jî zanin di ser Iraqê re, di ser herêma heyva Şîa re polîtîkaya tengavkirina Îranê tê meşandin. Di şexsê Emerîka û Îsraîlê de hevsengieyke herêmî heye ku gav bi gav Îranê dike hedef. Diyar e wê bibe şirîkê wê jî, ji bo wê jî soz da.
 
Ya sêyemîn jî got, wê dijberiyê li Îsraîlê neke, pê re li hev bike, wê ewlekariya Îsraîlê nexe metirsiyê. Ji ber vê jî diyar e ku serî li ber DYE'yê tewandiye, serî li ber Îsraîlê tewandiye.
 
Di rewşeke bi vî rengî de ne bawer im ku Şara demeke dirêj karibe li ser piyan bimîne. Ne bawerim ku karibe pêşengiyê ji pêwîstiyên civaka Sûriyeyê re bike. Her çend hewl dide bi piştgiriya derve li ser piyan bimîne jî zehmet xuya dike. Bêguman ev yek çavdêriya min a giştî ye. 
 
Piştî vê hevdîtinê, Mutabeqeta 10'ê Adarê careke din kete rojevê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek careke din bi bîr xist û got, ew dilsozê lihevkirina 10'ê Adarê ye û bawer dikin ku rêveberiya Şamê wê di vê mijarê de hin gavan biavêje. Têkildarî vê yekê dikarim bibêjim; diyar e di vê mijarê de sekneke polîtîk heye ku hîn bêhtir nêzî hev dibin."
 
'TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ HÎN GIRAN DIBE'
 
Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî anî ziman ku veguheriye rojeke girîng ji bo bibe têkoşîna bihara jinan û ev nirxandin kir: "Rojeke sembolîk e, lê belê ji bo zanebûnê, ji bo têgihiştinê, ji bo hişyarbûnê girîng e. Ji bo jin bigihêjin hev û xwe biparêzin girîng e. Lewma weke Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê, weke PAJK'ê em wateyeke mezin didin vê rojê, girîng dibînin.
 
Polîtîkayên li hemberî jinê, nêzîkatiya li jinê her roj hîn giran dibe. Ya rast eger hûn bipirsin bê pirsgirêka herî esasî ya li ser rûyê erdê çi ye, bersiv ew e ku pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka jinan e, pirsgirêka azadiya jinê ye, pirsgirêka hebûna jinê ye. Pirsgirêkeke din ji vê pirsgirêkê girantir nîne. Eger mirov ji nêz ve lêkolîn bike, binirxîne wê bê dîtin ku di navenda hemû pirsgirêkan de kolekirina jinê, tundiya li jinê û zilm heye."
 
Hêlîn Umîtê destnîşan kir ku di şexsê jinê de civak bi temamî di nava tundiyê de tê tepisandin û kolekirin û got: “Dieciqe, tine dibe, îradeya wê tê şikandin. Lewma rojên bi vî rengî gelekî girîng û bi wate ne ku divê bêne nîqaşkirin û zêdekirin. Belê em qala rojeke sembolîk dikin, em qala 25'ê Mijdarê dikin. Em qala roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê dikin. Lê belê em jin divê ne rojekê, hemû rojan bikin rojên xweparastinê. Yanî nêzîkatiya me divê bi vê nêrînê be.
 
ROJEVA ME XWEPARASTIN E
 
Bala xwe bidinê, di her kêliyê de li devereke cîhanê jinek tê kuştin. Belasebep tê kuştin, ji aliyê xizmê herî nêzî xwe ve tê kuştin. Ji aliyê hevserê xwe ve tê kuştin, ji aliyê birayê xwe ve tê kuştin, ji aliyê hezkiriyê xwe ve tê kuştin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Divê baş bê fêhmkirin. Lewma weke PAJK, weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em çi dixin rojeva xwe? Em xweparastinê dixin rojeva xwe. Jinên ku xeta xwe ya xweparastinê ava nekiriye, jinên ku nebûne xwedî hêza xweparastinê li her cihî di her kêliyê de dikare li her cûre tundiyê rast bên. Ev yek dikare tundiya li malê be, dikare tundiya li kar be, dikare tundiya li naverastê be. Em bi rastiyeke bi vî rengî re rû bi rû ne."
 
BANGA JI BO JINAN
 
Hêlîn Umîtê bi wesîleya 25'ê Mijdarê ev bang li jinan hemûyan kir: "Jin ew hebûne ye ku bi afirîneriya xwe, bi hunera xwe dikarin sîstema xwe ya azadiyê, sîstema xwe ya jiyana komunal ava bikin, biafirînin.
 
Em weke jinên Kurd bi saya Rêber Apo, weke tevgera jinên Kurd zane bûn. Me xwe nas kir, sîstema xwe nas kir, mêr nas kir. Gav bi gav bûn xwedî îdeolojiyekê. Bûn xwedî îdeolojiya rizgariya jinê. Bi zanista Jineolojiyê em ronî bûn. Veguherîn tevgereke civakî. Niha jî ji bo bi danheviya xwe bikevin pratîkê, polîtîk bibin, bibin hêza biryardanê em gihîştin wê nuqteyê ku xeta çalakiyê ya azadiyê biafirînin, li ser vê bingehê hem azadiya jinê hem jî azadiya civakî ava bikin. Ez bang li jinan hemûyan dikim ku encamên pêwîst ji vê tecrûbeyê werbigirin û tevli bibin. Ji bo jinan jiyaneke ji vê hêjatir nîne."
 

Sernavên din

13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'