Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye

  • rojane
  • 11:57 19 Mijdar 2025
  • |
img

RIHA - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di foruma li Dihokê de axivî û bang kir ku di jinûveavakirina Sûriyeyê de firsendeke wekhev bidin Rojava. Ebdî, got ku pêvajoya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo aştiya Rojhilata Navîn derfeteke nû ye. 

 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ji bo beşdarî Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) bibin, hatin bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê. 
 
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di forumê de têkildarî rewşa Sûriyeyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Ebdî, di despêka axaftina xwe de îşaret bi sedemê rûxandina rejîma Esed kir û got: “Sedemê ketina rejîma Esed ji ber redkirina diyalogê bû. Piştî ketina hikûmeta Beşar Esed me hewl da li gel hikûmeta nû diyalogê bikin. Em dixwazin pirsgirêkan bi giftûgoyê çareser bikîn.”
 
PEYMANA 10’Ê ADARÊ
 
Ebdî, da diyarkirin ku Peymana 10’ê Adarê pêşî li şerê navbera HSD’ê û hêzên hikûmeta Şamê girt û got: “Me şer nexwestiye, tenê dema ku şer li ser me hatiye ferzkirin me şer kiriye.” Bi domdarî Ebdî anî ziman ku heta niha jî gelek xalên Peymana 10’ê Adarê nehatine bicihanîn û got: “Heta niha jî koçberên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî nekarîne vegerin ser warê xwe û rê bi wan nayên dayîn. Ev pirsgirêkek mezine û divê hikûmeta Sûriyeyê bi başî nêzî vê mijarê bibe.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Mazlum Ebdî destnîşan kir ku ger îradeyek cidî hebe, Peymana 10’ê Adarê wê were bicihanîn û ev tişt anî ziman: “Ji aliyê me ve wek HSD û hêza Kurd a li Rojava em xwedî îradeya siyasî ne û daxwazê ji hikûmeta Sûriyeyê jî dikin bi heman rengî bin daku bikarîn pêngavan bavêjin.”
 
Bi domdarî Ebdîji welatên herêmê jî xwest ku ji bo bicihanîna Peymana 10’ê Adarê roleke erênî bilîzin û piştgiriyê bidin. Ebdî, got: “Niha Sûriyeyek nû heye, civaka navdewletî û gelek welat ji bo derfetê bidin Sûriyeyê deriyê xwe vekirine. Gelek tişt hatine paşguhkirin. Dixwazin Sûriye li ser lingê xwe raweste, em heman tiştî ji bo xwe dibînin ji ber ku ev yek ji bo me jî pêwîste.”
 
‘BILA TIRKIYE ME WEK METIRSÎ LI SER XWE NEBÎNE’
 
Ebdî, di dirêjiya axaftina xwe de da diyarkirin ku wek HSD wan tu demê êrişî ser tu aliyek nekirine, tenê xwe parastine û got: “Di dema borî de, niha û dema bêjî em ê ji bo tu alî û welatek nebin metirsî. Ji ber vê çendê em ji Tirkiyeyê re jî dibêjin ku me wek metirsî li ser xwe nebînin.”
 
ENTEGREKIRINA HSD’Ê
 
Têkildarî entegrasyona HSD’ê ya li gel artêşa Sûriyeyê de jî Ebdî ev nirxandin kir: “Ji bo entegrasyona hêzên me li gel Sûriyeyê de lihevkirinek çêbûye. Em ji bo bicihanîna vê lihevkirinê kar dikin. Di heman demê de hin mijarên ku peywendiya xwe bi destûrê ve jî hene ku hîna ew nehatine çareserkirin. Lê giftûgo hene, bi taybetî jî li ser şêwazê sîstema navendî yan jî nenavendiyê. Yan jî destûr çawan were guhertin. Rêjeya hêzên me çiqas be, nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li parlamentoyê çawan be, ev mijar pêwîste hemû giftûgo li ser bên kirin.”
 
‘ÊDÎ SÛRIYEYEKE NAVENDÎ NABE’ 
 
Mazlum Ebdî, daxuyand ku êdî zehmete ku Sûriye mîna berê bi sîstemeke navendî bê birêvebirin û got: “Piştî 15 salên şer divê Sûriyek nenavendî hebe. Herêm xwe bi xwe rêvebibin, ev rastiyeke û divê were qebûl kirin.”
 
Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî destnîşankir ku gelê Kurd ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn pêşengtiyê dike û got: “Derfeteke nû û qonaxeke dîrokî li Rojhilata Navîn derketiye, em piştgiriyê dikin. Başûr, Bakurê Kurdistan û Kurdên li derveyî welat jî dikarin rola xwe di avakirina rojavayê Kurdistanê de bilîzin.”
 
‘PÊVAJOYA BI PÊŞENGTIYA RÊBER OCALAN DERFETA AŞTIYÊ YE’
 
Di dawiyê de jî Mazlum Ebdî bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Rêber Ocalan pêşengtî ji pêvajoyek nû re dike û derfetek nû ji bo aştiya herêmê peyda bûye. Em li Rojava piştgiriyê didin vê pêvajoyê, ji bo serxistina pêvajoyê tişta ji me bê emê bikin.”  
 

Sernavên din

12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 Îlham Ehmed: Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 Kamaç: Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê: Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 Eren Keskîn: ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî yên bajêr: Divê tavilê gav bên avêtin
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê