ENQERE - Ji girtiyan ji bo ronamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û di beşa çavdêriya awarte de tedawiya wî didome, nameyên piştevaniyê tên şandin.
Rojnamevan Huseyîn Aykol li mala xwe ya li Enqereyê di 14’ê Cotmehê de xwîn ketibû ser mêjiyê wî û li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê tedawiya wî didome. Tedawiya Aykol ji ber enfeksiyona pişikê li beşda çavdêriya awarte didome.
Ji girtiyên ku Aykol bi salan bûye dengê wan nameyên piştevaniyê bi berdewamî tên şandin. Rojnameger Ziya Ataman ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlahiya Bilind a Erziromê tê ragirtin û Nazli Soglîn a ku li Girtîgeha Kayserî ya Jinan tê ragirtin nameyên piştevaniyê ji bo Aykol hatin şandin.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku bi KHK’ê ve hatibû girtin Ziya Ataman, di nameya xwe de ev tişt nivisî: “Hêviyek, min xwe ji bijara rast re amade dikir lê agahiyeke nexweş ji te hat. We li dû xwe ewqas zor û zehmetî hişt û ji bo heqîqetê têkoşiyan. Çavê min li nameyê te ne, dua û hestên me bi te re ne, li xwe baş binêre.”
PÊDIVIYA ME BI HEVRTIYA TE HEYE
Nazli Soglîn a ku di Girtîgeha Jinan a Kayseriyê de tê ragirtin, di nameya xwe de ev tişt got: “Pêdiviya me bi hevrêtiya te û wî dilê te yê xweş heye. Em bi te ra baş û bextewar in. Berî demekî rabe û vê nameya min ji namedanka xwe bigire û bixwîne. Ez başiya te hêvî dikim.”
