NAVEND NÛÇEYAN - Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê li Parlamentoya Federal û Endamê Komîsyona Karên Derve Fabian Molina, got: “Biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiyê weke nîşaneya îradeya siyasî û berpirsyariya ji bo aştiyê ye. Dor a dewleta Tirk e.”
Piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, didomin. Wekîlê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê li Parlamentoya Federal û Endamê Komîsyona Karên Derve Fabian Molina, têkildarê pêvajoyê ji ANF’ê re axivî.
‘HEWCEYE DEWLET GAVAN BIAVÊJE'
Fabian Molina, diyar kir ku biryara Tevgera Azadiya Kurd a vekişîna hemû hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê, dê tevkariyek mezin ji bo pêvajoyê çêke û got ku divê niha dewleta Tirkiyeyê gavên şênber biavêje.
Molina, wiha domand: "Ev biryar nîşaneyeke xurt a dilsozî û îradeya siyasî ya rêzdar Ocalan û PKK’ê ya der barê pêvajoya aştiyê de ye. PKK’ê berpirsiyariyeke mezin girtiye ser xwe û niha dora dewleta Tirkiyeyê ye ku rageşiyê kêm bike û baweriyê ava bike."
‘DIVÊ DEWLET TEMÎNATÊN QANÛNÎ BIDE'
Molina, destnîşan kir ku serkeftina pêvajoya aştiyê bi gavên siyasî û qanûnî yên ku dewleta Tirkiyeyê biavêje ve girêdayî ye û wiha pê de çû: "Armanca pêvajoyê çareserkirina kêmasiyên demokratîk û misogerkirina mafê xwerêveberiyê yê gelê Kurd e. Lêbelê, ji bo ku ev yek pêk were, divê dewlet temînatên qanûnî bide." Molina, bal kişand ser bêîstîqrariya li Rojhilata Navîn jî û got: "Divê pêşniyara aştiyê ya birêz Ocalan û tevgera Kurd bi rengekî cidî were destgirtin."
‘BIRÊZ OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ DIVÊ TAVILÊ BÊN BERDAN'
Molina, diyar kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj li Îmraliyê tê ragirtin û got tecrîda li ser rêzdar Ocalan binpêkirina mafên mirovan e. Molina, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî vê yekê nîşan didin. Divê dewleta Tirk hurmetê nîşanî mafê mirovan bide. Divê birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî tavilê bên berdan."
Fabian Molina, da xuyakirin ku êrişên hikûmetê yên li ser muxalefetê, bi taybetî CHP’ê, "stratejiyeke parçekirinê" pêk tînin. Molina, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ew dixwazin rê li ber yekbûna muxalefetê bigirin. Lê belê, pir girîng e ku hemû hêzên ku ji bo demokrasî, mafên mirovan û aştiyê dixebitin, neyên parçekirin."
‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE'
Molina, anî ziman ku divê civaka navneteweyî di çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk de roleke çalak bilîze û got: "Aştî û aramiya li Tirkiyeyê di berjewendiya tevahiya herêmê de ye. Divê welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî piştgiriyê bidin aştî, serweriya hiqûqê û demokrasiyê. Divê civaka navneteweyî di vê pêvajoyê de israr bike û zextê li ser Tirkiyeyê bike."
