NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talebanî got: “Ji bo civaka Êzidî bi awayekî birûmet û biewle vegera ser axa xwe em amade ne her cureyên piştgiriyê bidin.”
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi wesîleya Cejna Cemayê ya Êzidiyan peyamek pîrozbahiyê weşand.
Talebanî di peyama xwe de diyar kir ku dê piştgiriya xwe ya ji bo paratina mafên Êzidiyan berdewam bikin û ji bo baştirkirina rewşa Şengalê û vegera penaberan a ser Şengalê hewldanên xwe bidomînin. Talebanî, got: “Em piştgiriya bi Êzidiyan re wek erka xwe dibînin.”
Xelkê Êzidî her sal 6’ê Cotmehê li mezargeha Laleş a li navçeya Şêxanê ya 40 kîlomtereyan dikeve rojhilatê bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê, wezîfeya xwe ya hecê pêk tînin. Îsal jî cejn li perestgeha pîroz a Êzidiyan, Perestgeha Laleşê tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên li Laleşê di nav gel de bi navê “Cemaya Şêx Hadî” tên naskirin. Cejna Cemayê ya îsal dê hefteyekê bidome û tê texmînkirin ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyên vê cejnê bibin.