ENQERE - Profesor William I. Robinson bi peyamekê piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Divê Abdullah Ocalan ku rêberê pêvajoya aştiyê û aktorê sereke yê pêşeroja Tirkiyeyê ye, azad bibe.”
Civaknas Profesorê Zanîngeha Kalîforniyayê William I. Robinson peyamek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Robinson, girîngiya azadiya Abdullah Ocalan tekez kir û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bi rolekî sereke radibe.
PIŞTGIRIYA JI BO ABDULLAH OCALAN
Peyama Robinson wiha ye: "Ez vê nameyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û DEM Partiyê re dinivîsim da ku piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê tê meşandin diyar bikim. Em di serdemeke krîzeke kûr û veguherînên girîng di rêza cîhanê de derbas dibin. Ev serdem xetereyên mezin lê di heman demê de derfetên nû jî dihewîne. Ev rewş me neçar dike ku em ji nû ve bifikirin ka piraniya xizan û dûrketî çawa dikarin têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê di civaka me ya cîhanî ya bi êş de pêşve bibin. Ezmûna gelê Kurd bi Konfederalîzma Demokratîk re di salên dawî de ev nîşanî me da.
DIVÊ GAVÊN GIRÎNG BÊN AVÊTIN
Îro, PKK pêşniyar dike ku ji têkoşîna çekdarî derbasî tevgereke civakî ya aştiyane û sosyalîst bibe. Ji bo ku ev pêvajo pêşve biçe, divê çend gavên girîng bên avêtin; Berî her tiştî, divê li Tirkiyeyê înîsiyatîfek siyasî were pêkanîn ku dê vê veguherînê gengaz bike. Ya duyemîn; Divê têkoşîna Kurd û têkoşîna çînî ya proletaryayê ji bo veguherîna civakî bibin divê ev têkoşîn di warê sivîl de veguhere seferberiyek girseyî ya aştiyane. Aştiya rastîn tenê bi rêya edaleta civakî mimkun e. Di dawiyê de, divê Abdullah Ocalan ku rêberê pêvajoya aştiyê û aktorekî sereke ye di pêşeroja Tirkiyeyê de azad bibe.”
William I. Robinson di sala 1959ande hatiye dinê û ew lêkolînerek Amerîkî ye. Ew li ser xebatên siyasî, aborî, kurewî, Amerîka Latîn û materyalîzma dîrokî dixebite. Li Zanîngeha Kalîforniyayê profesorê civaknasiyê ye.