AMED - Jinên ku beşdarî “2’yemîn Mihrîcana Çand û Xebata Jinan a Peyasê” bûn, xwestin hejmara mihrîcanên keda jinan tê de tê dîtin bêhtir bên lidarxistin û gotin: "Keda me nayê dîtin; lêbelê em li vir in.”
Bi hevkariya Şaredariya Peyasê ya Amedê û Organîzasyona Sanatça, “2’yemîn Mihrîcana Çand û Xebata Jinan a Peyasê” ya ku bi dirûşma “Em bi ked û çanda xwe ve piştevaniya xwe xurt dikin” bi dawî bû. Di mihrîcana 3 rojan domiya de standên kelûpelên malê, heqîb, panç û berhemên xwezayî, tirşî, rîçal, xwarinên malê hatin danîn. Di mihrîcana ku bi armanca bêhtir berbiçavkirina keda jinan hate lidarxistin de berhemên jinan hatin pêşandan. Her wiha ji bo jin, ciwan û zarokan qadên lîstikê hatin avakirin û konsert hatin lidarxistin. Welatiyan di mihrîcanê de hem dan û stendin hem jî kêf û şahî kirin.
Ji beşdarên mihrîcanê Nîhayet Turk got: “Em li malê karê xwe dikin, ji bo zarokên xwe xwarinê çêdikin û kincan dişon. Divê keda jinan ji ya mêran bêtir bê dîtin. Lewra jin bêtir êş dikşînin. Jin xwarinê çêdikin, zarokan diwelidînin û hejariyê dijîn. Têkane karê mêran heye lêbelê bi dehan karên jinan hene.”
RÊYA JI HOBIYÊ BER BI MARKABÛNÊ VE
Zubeyde Kaçmazê jî diyar kir ku hilberîna xwe ya li malê wek hobiyekê dest pê kiribû lê îro dişîne derveyî welat û qala zehmetî û keda xwe kir. Zubeyde Kaçmazê, ev tişt anî ziman: "Sihke, şirûba gûzika, donê talî, rîçalên şîr, bastêqên fêkiyan, kefir hemû keda desta ne. Min di destpêkê de ji bo terapiyê dest bi vî karî kir, pişt re bû karê min. Hêj jî qedrê keda jinan nayê girtin. Di destpêkê de li dijî min bertek hatin dayîn lêbelê ez li dijî vê yekê têkoşiyam.”
‘KEDA JINAN BI PIŞTGIRIYÊ VE MEZIN DIBE’
Gamze Erdem a ku pêlîstokên bi destê xwe çêkirine difroşe bal kişand ser mezinkirina keda jinan û wiha axivî: “Ger piştgirî bê dayîn dê keda jinan mezin bibe. Ji bo jinan qad bên vekirin em ê tiştên baş bikin.”
‘JIN HILDIBERÎNIN, PIŞTEVANÎ MEZIN DIBE’
Mensûre Tofan ê ku bi salan e beniyên bigûz ê çêkirî difroşe, diyar kir ku jin bi ruhê piştevaniyê hildiberînin. Mensûre Tofanê got: “Berê me berhemên xwe tenê diyarî dikir, niha em difroşin. Keda jinan êdî xwe nîşan dide. Jina bi hevre dixebitin bi hev re dibin alîkar. Em dixwazin mihrîcanên wiha zêde bibin. Bila hemû şaredarî mihrîcanên wiha li dar bixin lewre divê keda jinan hem li malê hem li derve bê dîtîn.”
‘DIVÊ MIHRÎCAN NE SALÊ CARÊ HER TIM BÊN LIDARXISTIN’
Nûrpelda Altûn a ku alîkariya xizmên xwe dike jî wiha got: "Berê jin beşdarî çalakiyên wiha nedibûn, hevjînên wan destûr nedidan. Niha jin diçin komelayan, hilberînên xwe difroşin. Divê xebatên wiha ne salê carê be her tim bên lidarxistin. Jinê hem qezenc bikin û hem jî têkiliyên civakî xurt bikin. Bi dîtina keda jinan ve em jî bihêz dibin.”
‘EM BI KEDA XWE LI SER PIYAN IN’
Evîn Aydemîrê, anî ziman ku bi berhemên xwezayî ve debara xwe dike û got: “Em lewante, biberiye, giyagewrik, lip, balm, deodoranta xwezayî çêdikin. Kelûpelên li vir hemû berhemên jinê ye. Bi rêya van xebatan em dibin xwedî kar. Keda jinan divê ne tenê di mihrîcanan de lê divê li her deverê bê dîtin."