Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn

  • jin
  • 10:31 6 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Encamên Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê diyar bûn. Di Beşa Nûçeya Tirkî de xelata yekemîniyê dan nûçegihana me Zeynep Durgutê. 

 
Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve hate orgaîzekirin, aşkera bûn. Pêşbirk, di beşên “Nûçeya Kurdî”, “Nûçeya Tirkî”, “Wêne” û “Nûçeyên Bidîmen” de hate lidarxistin. 
 
Xelat dê bi çalakiyekê di 8’ê Cotmehê de saet di 19:00’an de li Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç), werin dayîn.
 
NÛÇEYÊN KURDÎ  
 
Hebûna beşa nûçeyên Kurdî, hîn watedar e. Her serlêdanên ji bo beşa nûçeyên Kurdî pir bi nirx e. Di heman demê de naveroka van nûçeyana li ser têkoşîn, zehmetî û êşên jin û zarokan bû. Her nûçe bi awayekî cuda bi nirx bûn. Ji bo nivîsandina nûçeyan a bi zimanê dayikê girîng bûn. Di nava serlêdanên hatin kirin de nûçeya bi sernavê “Kiryarê ku destdirêjî li 12 zarokan kir, tiryakê ji ku peyda dike?” ya Rojda Aydin û Dîlan Babat ji aliyê juriyên Nûçeyên Kurdî Semîha Alankûş, Hatîce Kamer û Hesna Muhammed ve, hêjayî xelata yekemîn hat dîtin. Rojda Aydin û Dîlan Babat di vê nûçeyê de bal birine ser têkoşîna jinekê, dayikekê ya derxistina holê ya destdirêjiya li hemberî zarokan.
 
NÛÇEYÊN TIRKÎ  
 
Di beşa Nûçeyên Tirkî de, ji aliyê endamên lijneya juriyê Gultan Kişanak, Tugçe Tatarî, Pinar Ogunç û Pinar Ûral ve nûçeya nûçegiha me Zeynep Durgut a bi sernavê “Li Şirnexê şerê taybet: “Çeteyek Fihûşê' ya ku Çawişên Pispor jî di nav de ne" hêjayî xelata yekemîniyê hat dîtin. Juriyê diyar kir, “Zeynep Durgutê ji ber nûçeyên xwe yên bi bandor, aşkerakirina polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan û lêgerîna xwe ya bênavber a nûçeyan a tevî gefan, hêjayî xelata yekemîniyê hatiye dîtin.”
 
Di beşa Nûçeyên Tirkî de, juriyê "Xelata Taybet a Juriyê" da nûçeyên du jinên rojnamevanên. Endamên juriyê diyar kirin, "Yeşim Orûç ji bo dosyaya nûçeya xwe ya bi navê “Rastiyên ku nayên dîtin, bersûcên nayên dîtin” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin. Yeşîm Orûç di vê dosyaya xwe ya nûçeyan de lêkolîna ka çima kuştinên jinan nayên astengkirin kiribû û ev yek kiribû rojeva raya giştî. Necla Demîr Arvas ji bo nûçeya xwe ya bi navê “Rojnamevanek girtî ruhê 8’ê Adarê rave dike” Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Endamên juriyê diyar kirin,” Necla Demîr Arvas di vê nûçeya xwe de nîşan da ku jin di her şert û mercî de bi coş têkoşîna xwe didomînin û her wiha bi vê nûçeyê bal kişand ser rastiya rojnamevanên girtî."
 
NÛÇEYÊN BIDÎMEN 
 
Di beşa nûçeyên video-bi dîmen de, ku rojnamevan Nezahat Dogan, Halîme Parlak û Heval Arslan wekî endamên juriyê kar dikirin, Derya Ren a ji JINNEWS’ê bi nûçeya xwe ya bi navê "Şîdeta dewletê ya bi dîmen a li Silopyayê" xelata yekem wergirt. Juriyê ev nirxandin li ser xelatê kir: “Nûçe şîdeta dewletê li Silopyayê bi rêya demean belge dike. Dîmen şîdeta bêhevseng, tevî kaşkirin û lêdanên cendermeyan radixîne pêş çavan. Dayikên Aştiyê dema ku nobeta ‘Ji şer re na, niha aştî’ dest pê kiribûn û xwestibûn pankartê vekin bi tundiyê rû bi rû mabûn. Derya Ren, bê ku kameraya xwe bigire, di bin şert û mercên dijwar û dorpêçkirinê de, erkên xwe yên rojnamegeriyê pêk anî da ku rastiyê bi her hûrguliyê wê ve ji raya giştî re ragihîne. Di dema êrîşê de, tevî Derya Ren rojnameger û siyasetmedar bi tevahî 22 kes hatin binçavkirin. Em hevkara xwe ya nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren pîroz dikin da ku bi tomarkirina dîmenê şîdetê ev bûyer di hafizayan de hişt.
 
BEŞA WÊNEYAN  
 
Wêneyê bi navê “Hafizaya bêdawî” yê Fatoş Sarikaya ya ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) ji aliyê endamên lijneya juriyê Laura Domenech, Nişmiye Guler, Reyhan Hacioglu û Bêrîtan Canozer ve hêjayî xelatê hat dîtin. Juriyê ji bo wêneyê ku xelata yekem girt ev şîrove kir:”Wekî Juriya Wêneyan a yekem Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz, em dixwazin ji hemî rojnamevanên ku beşdar bûn spas bikin. Em fêm dikin ku wêneyek dikare nivîsek berfireh di nava uwe de vehewîne û ew hem ji hêla teknîkî û hem jî ji hêla peyamê ve girîng e. Bi vê yekê, me hemî wêneyên hatibûn şandin, hem ji hêla teknîkî ve û hem jî ji hêla peyama wan ve, nîqaş kirin û bi yekdengî me xelata yekemîn da  wêneyê bi navê “Bîra bêdawî” yê Fatoş Sarikaya.Wêne nîşan dide ku yek ji dosyayên herî êşdar ên vî welatî Komkujiya Sêwasê çawa ketiye ber demboriyê. Divê di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî tune be. Bi vê wateyê ve girêdayî divê peywira rojnamegerekê ne tenê kişandina bûyerekê be di heman dem de nîşeyekê di dîrokê de bihêle û hafizayekê ava bike.”
 
Xelata Taybet a Juriyê ya Beşa Wêneyan bi wêneyê “Li taxan bi milyonan Aric” Sonay Odungirt, girt. Juriyê ev xelat ji bo teşwîqê da û ev nirxandin kir:” Wekî Juriya Wêneyan, em guncav dibînin ku Xelata Taybet a Juriyê bidin wêneyê hevala me ya rojnamevan a ciwan Sonay Odungit ê bi navê ‘Li taxan bi milyonan Aric’. Her çend dibe ku pirsgirêkên teknîkî di wêneyê de hebin jî, çîroka li pişt wê pir bandorker bû. Bi vê xelatê, em dixwazin wê teşwîq bikin ku hîn bêtir pêşde biçe. Em bawer dikin ku ev xelat dê di rêwîtiya wê de gaveke girîng a ber bi çav ve be.”
 
XELATA RÛMETÊ DAN DAYIKÊN AŞTIYÊ 
 
Dayikên Aştiyê yên ku bi sala ye tevî hemû zextan jî li Kurdistan û Tirkiyeyê têdikoşin, hêjayî Xelata Rûmetê ya Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê hatin dîtin. 

Sernavên din

12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
09:44 Xwendekarên Zanîngehê li gel xwendinê ji bêgavî dixebitin
09:33 Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
09:17 Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
09:09 Ji Hamasê der barê 'plana Xezeyê' de daxuyanî
09:04 Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN
03/10/2025
19:09 Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin
16:40 Îlham Ehmed ji meşê re peyam şand: Di her gavê de em bi we re dimeşin
16:35 Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin
16:14 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:12 Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan
Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin
14:41 Li Konyayê qeydên dersên Kurdî dest pê kir
13:34 DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan
12:25 Meşvanên azadiyê: Dê vê pêvajoyê jin temam bikin
11:41 Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
11:14 ENAG: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.79 zêde bû
TUÎK: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bû
11:12 Jin li Amarayê ne: Meşa me ya dîrokî dê encam bigire
10:43 Kadriye Dogan: Ji bo aştiyê divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:28 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:04 Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk
09:54 Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
09:08 Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin
09:07 Nerîman Ozcan a hevjînê wê û du xizmên wê hatin kuştin: Înfazeke plankirî bû
09:03 Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li Agiriyê dema silqokê: Kîloyek silqok ne bi qedeheke çayê ye jî
09:01 Kolanên Wanê: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li dijî Rojava şer neke
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2025’AN
02/10/2025
23:49 Jinên êzidî bersiva peyama Ocalan dan: Têkoşîna me xurttir bû
23:21 Meşvanên jin li Xelfetiyê kargeh li dar xistin
17:03 Meşvanên jin li Xelfetiyê ne: Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e
16:55 Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin
16:54 Hevserokên OHD’ê di komîsyonê de axivîn: Ji bo demokratîkbûnê ‘mafê hêviyê’ girîng e
16:31 Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
16:17 Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin
16:06 Tevdîra kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedaran hat rakirin
14:26 Hiqûqnas Gulseren: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe
13:48 Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike