Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin

img

STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de Îzzet û Şukriye Çınar hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku bi hinceta ku wêneyên wan di pirtûka perwerdeyê Hînkerê de hene, hatine binçavkirin. 

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan di 5’ê Adarê de bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de ji nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç li Stenbolê, Ronayî Onen li Amedê û Samî Tan jî li Rihayê hate binçavkirin. Hat zanîn ku her sê nivîskar jî ji ber pirtûka perwerdeya Kurdî “Hînker”ê ku di sala 2010’an de hatibû çapkirin, hatine binçavkirin. 
 
Îfadeyên Ronayî Onen û Samî Tan duh li ser SEGBÎS’ê hatin girtin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Tê payin ku Mevlut Aykoç jî îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê kirin. 
 
Duh jî di çarçoveya heman lêpirsînê de Îzzet Çinar û Şukriye Çinar ku hevjîn in di serdegirtina malê ya li Stenbolê de hatin binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên Îzzet Çinar û Şukriye Çinar ên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi dawî bûn. Tê payin ku îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bên kirin. 
 
LI EMNIYETÊ TÊKILDARÎ HÎNKERÊ PIRS HATIN KIRIN 
 
Li emniyetê armanca amadekirina pirtûka Hînkerê ji Mevlut Aykoç, Samî Tan, Ronayî Onen û Sadik Varli hate pirsîn ku ji hêla Enstîtuya Kurdî ve di salên 2010, 2011 û 2012’an de ji bo pewedeyê hatibû amadekirin. Di heman demê de hat zanîn ku navên kesên wêneyên wan di pirtûka Hînkerê de hene jî ji binçavkiriyan hatine pirsîn. 
 
Di îfadeyê de hat îdiakirin ku di çenteyê 2 PKK’iyên li Agirî û Şirnexê jiyana xwe ji dest dayin de pirtûka Hînkerê hatiye dîtin û ji binçavkiriyan hate pirsîn bê ka haya wan ji vê rewşê heye yan na. 
 
Di îfadeyên li emniyetê de derket holê ku wêneyên Îzzet û Şukriye Çinar di pirtûka Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin. Li emniyetê wêne nîşanî hevjînan dan û pirsîn weke “Ev wêneyên we ne yan na?”, “Kesên din ên di wêneyan de cih digirin kî ne?” û “Ev wêneye kengî hatine kişandin?” hatin kirin. Îzzet û Şukriye Çinar jî diyar kirin ku wêne 15 sal berê hatine kişandin, kesên di wêneyan de tên dîtin nas nakin û wêne ji bo pirtûka perwedeyê Hînkerê hatine kişandin. Hevjînan, gotin ku wêne bi daxwaza wan hatine kişandin û ji bo vê tu pere nestendine. 
Cemal Kavak ku di xebatên Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) û Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de cih digirt, di sala 2012’an de dawî li jiyana xwe anîbû. Di serdegirtina malê de nameya Kavak di sala 2009’an de ji Îzzet û Şukriye Çinar re nivîsandibû jî hate desteserkirin. Ev nameya ji hevjînan hate pirsîn. Kavak, di nameya xwe de diyar dikir ku hay jê bûye ku keça Îzzet û Şukriye Çinar qezaya trafîkê derbas kiriye û şîfaya xêrê jê re dixwest. Hevjînan jî anîn ziman ku Kavak hevalê wan bû û ji bo rewşa keça wan bipirse name nivîsandiye. 
 
NAV Û WÊNEYÊN DAYIKÊN AŞTIYÊ HATIN PIRSÎN 
 
Di serdegirtinên malê de wêneyeke mitînga HADEP’ê ya Kazliçeşme ya Zeytînburnuyê jî hate desteserkirin. Ev wêne nîşanî hevjînan dan. Di wêneyî de pankarta “Em dayik in, bi aştiyê re ne. Kujer li Meclisê mazlum di hefsê de ne” xuya dike. Di serdegirtinê de kupura Rojnameya Radîkalê ya 13’ê Gulana 2007’an ku têkildarî Dayikên Aştiyê bû, hate desteserkirin. Li ser kupura rojnameyê bi dest nivîsek hatiye nivîsandin. Kupur, ji bo girtiyekî hatiye şandin ku dayika xwe bibîne. Di wêneyî de wiha hatiye gotin: “Bila laçikên hemû dayikan xweşik û spî bin.” Şukriye Çinar, got ku jinmama wê ev wêne weke bîranîn jê re hiştiye. 
Li hêla din, di telefona Îzzet Çinar de wêneyê dawî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî hatin dîtin û sedema vê jê hate pirsîn. Çinar jî got ku dema li medyaya civakî dinihêrt rastî van wêneyan hatiye. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

02/11/2025
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan