Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, got: "Daxwaza domandina operasyonên siyasî û leşkerî yên dewletê ya piştî deklarekirina helwesta pozîtîf a PKK'ê, xetereyeke mezin li ser pêvajoya heyî çêdike. Ji bo pêvajo pêş bikeve divê birêz Ocalan azad bibe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ragihand. Ji bo banga ku weke “Banga sedsalê” tê pênasekirin, ji Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îsraîl, Yekitiya Ewropayê (YE), DYA heta gelek derdorên cuda piştgirî hate dayin. Piştî bangê, PKK’ê jî agirbest ragihand û piştgirî da. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî banga Abdullah Ocalan û geşedanên piştre qewimîn, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand. 
 
Bayindir, diyar kir ku Abdullah Ocalan konjonktura navneteweyî, hevkêşeyên herêmî û hevsengiyên siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê nirxandiye û di demekî dîrokî de bang kiriye. Bayindir, diyar kir ku ji Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û seranserî cîhanê piştgiriyeke mezin ji bo bangê hebû û got: “Ya yekemîn; birêz Ocalan konjonktura cîhan, herêm û Tirkiyeyê baş nirxand û wisa ev bang kir. Ya duyemîn jî; di demekê ku siyaseta şer li seranserî cîhanê formulan pêş dixe de bi nexşerêyeke pir cuda ya çareseriyê ya kûrewî, herêmî û neteweyî derket holê. Lewma ewqas deng veda.” 
 
‘OCALAN MODÊLEKE CUDA YA ÇARESERIYÊ PÊŞKEŞ KIR’
 
Bi domdarî Bayindir anî ziman ku di demekê ku li seranserî cîhanê şer tê kirin û bi rêya siyaseta hêzê hevkêşe tên diyarkirin de Abdullah Ocalan hizra her kesî ji siyaseta şer, wêranî û mirina digerîne nexşerêya veguherînên demokratîk, demokrasî û aştiyê. Bayindir, wiha domand: “Nîşanî hemû gelên Tirkiye, herêm û cîhanê da ku aqilekî çareseriyê dibe û hîmên wê yên sereke jî civaka demokratîk, lihevkirina demokratîk û aştî ye. Tişta ku banga birêz Ocalan cuda dike ew e ku ji bo pirsgirêkên siyasî û civakî modeleke cuda ya çareseriyê, stratejiyeke nû, modêleke rêxistinkirina civakê û ya siyasî ya nû raber dike. Lewma bi rastî jî li cihekî pir dîrokî û girîng disekine.” 
 
CÎHANÊ BANGA OCALAN ÇAWA DÎT?
 
Bayindir, got ku Abdullah Ocalan gavekî wisa avêt ku êdî hem di qada navneteweyî de hem jî li qada kûrewî û herêmî her kes ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin piştgiriyê dide. Bayindir, got: “Her kes neçar ma ku piştgiriyê bide û zemîna berjewendiyên xwe jî di vir de dît. Sedema peyamên piştgiriyê yên DYA, Almanya, NY, YE û hwd. jî ev e. Tişta ku me keyfxweş dike ew e ku hem gelên Tirkiyeyê hem jî civaka Kurdistanê piştgiriyeke xurt dide. Lewma jî divê ev piştgiriye were birêxistinkirin û li ser îktîdar û dewletê veguhere zextekî demokratîk da ku ji kontrola şexsan derkeve û bikeve kontrol û misogeriya gelan.” 
 
Bayindir, destnîşan kir ku bi banga Abdullah Ocalan re hem ji bo guherîn û veguherîna PKK’ê rê hate vekirin hem jî hinceta dewletê ya ji bo êrişan ji holê hatiye rakirin û wiha domand: “Heke meseleyê tenê girêdayî çekberdana PKK’ê bikin û wiha teng bikin, wê demê ev tê wê wateyê ku firsenda birêz Ocalan ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û cîhanê baş nehatiye fêmkirin. Weke karê ewil, birêz Ocalan çeka di destê kesên siyaseta şer, polîtîkayên qirkirinê, nîjadperestiyê û înkarê dimeşînin de ji destê wan girt. Zemîneke ku gel bi hev re bikarin biaxivin û li ser bingeheke demokratîk lihev bikin ava kir. Li ser vê zemînê jî dikare daxwazên Kurdan ên weke ziman, çandê bi qanûn, destûra bingehîn û sererastkirinên demokratîk were çareserkirin. Tişta esasî ya ku birêz Ocalan dixwaze bala me bide ser, paradîgmaya civaka demokratîk e. Di vê mijarê de înîsiyatîfeke dîrokî li xwe digire. Li dijî nîjadperestî, neteweperestî û înkarê; civaka demokratîk, lihevkirina demokratîk û aştî pêşkeş kir û berpirsyartî xist ser milê tevahiya civakên Tirkiyeyê. Anku di heman demê de banga xwedîderketinê li civakan jî dike. Lewma jî hewceye hemû derdorên civakê di asta herî jor de xwedî li banga birêz Ocalan derkevin.” 
 
LI REXEKÎ HEVDÎTIN LI REXA DIN ÊRIŞ HENE 
 
Di berdewamê de Bayindir diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê dewlet û îktîdar jî gavan biavêje û ev nirxandin kir: “PKK’ê piştî banga birêz Ocalan agirbest ragihand û got ku dê bi îradeyeke mezin xwedî li banga birêz Ocalan derkevin. Gelek gavên dîrokî yên divê dewlet û îktîdar jî biavêje hene. Ji bo vê jî divê operasyonên leşkerî û siyasî tavilê bên sekinandin, ji bo pêwendiyên bi PKK û birêz Ocalan re divê şert û mercên guncav ên demokratîk û ewlehiyê bên avakirin. Daxwaza domandina operasyonên siyasî û leşkerî yên dewletê ya piştî deklarekirina helwesta pozîtîf a PKK'ê, xetereyeke mezin li ser pêvajoya heyî çêdike. Divê dewlet û îktîdar bêhtir hesas nêz bibin.” 
 
ZIMANÊ MEDYAYÊ
 
Bayindir, daxuyand ku Abdullah Ocalan bi taybet jî li ser avakirina civaka demokratîk û zimanê aştiyê disekine û wiha pê de çû: “Ji vî alî ve avakirina zimanê aştî û demokasiyê, ji bo me gelek girîng e. Divê her kes ji zimanê cihêkar, neteweperest ê zemîna berê gelê didin hev, dûr bisekine. Di vê mijarê de jî berpirsyartiya herî girîng dikeve ser milê îktîdar û medyaya alîgirên wan e. Divê her kes weke berpirsyartiyekê zimanê aştî, çareseriya demokratîk û lihevkirinê pêş bixe. Zimanê înkarger û nîjadperest ê medyaya tikriyeyê yek ji zemîna herî mezin a sabotekirina pêvajoyê ye. Hewceye îktîdar û medyaya alîgir ji zimanê neyînî dûr bikeve û zimanekê bingeha çareseriya demokratîk ava dike bi kar bîne.” 
 
‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN AZADIYÊ YÊN OCALAN BÊN AVAKIRIN’
 
Bayindir, got ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê teqez û demildest şert û mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan bên avakirin û ev tişt anî ziman: “Divê mercên ku birêz Ocalan bikare bi rehetî pêwendiyan bi PKK û derdorên cuda re deyne bên avakirin. Ji bo vê jî divê weke gava ewil mercên azadiyê yên birêz Ocalan bên avakirin. Temînata herî mezin a silametiya vê pêvajoyê ew e ku birêz Ocalan bi awayekî çalak pêşengtiyê bike. Di vê mijarê de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê dewlet û îktîdarê.” 
 
ROLA MECLISÊ
 
Bayindir, daxuyand ku Abdullah Ocalan niha pêşiya siyaseta Tirkiyeyê ya xitimî vedike û berpirsyartiyeke dîrokî li xwe digire. Bayindir, got: “Birêz Ocalan di wê baweriyê de ye ku mafên nasname û kolektîf ên Kurdan li Meclisê dikarin bên çareserkirin. Ev tespît, berpirsyartiyê dixe ser milê muxalefeta civakî û siyasî ya Tirkiyeyê. Lewma jî Meclis pir krîtîk e. Di înkara dîrokî ya pirsgirêka Kurd de Meclisê rolekî neyînî lîst û birêz Ocalan bi vê banga xwe hewl dide piştî 100 salan Meclis xwe ji vê pozîsyonê derxîne û bibe zemîna çareseriyê. Bangên muxalefeta civakî ya piştî bangê girîng in lê têr nakin. Divê muxalefeta siyasî ji bo avêtina gavan û sererastkirinên hiqûqî peywira xwe pêk bîne. Di mijara qanûn, destûra bingehîn û guhertinan de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê muxalefetê. Divê di vê mijarê de pêşengtiyê bikin. Birêz Ocalan bi banga xwe hemû astengiyên li pêşiya muxalefetê rakir. Lewma jî divê muxalefet ji bo çareseriya pirsgirêkê Meclisê bide zorê da ku berpirsyartiya xwe pêk bîne.” 
 
HELWESTA GEL 
 
Keskîn Bayindir, anî ziman ku heke birêz Ocalan înîstiyatîfe pêş xistibe, ya ku divê vê înîsiyatîfê mezin bike, pêş bixe û li pişt wê bisekine xwedîderketina civakê ye û wiha pê de çû: “Lewma ji hêla gel ve têkoşîn derbasî qonaxeke pir cuda bû. Bêguman civak di mijara PKK’ê de gelek hestiyar e û hestiyar nêz dibe. Ji hêla manewî ve cihê wê yê di nava civakê de pir cuda ye. Di qonaxa herî krîtîk a dîrokê de birêz Ocalan vê bangê li gel dike. Divê civak vê berpirsyartiya dîrokî li xwe bigire. Ji hêla me, siyaset û gelê Kurd ve têkoşîn bi berekê pir berfirehtir ve zemîn ji xwe re dît û em di nava derfetên pir mezintir û baştir de ne. Lewma divê jin, ciwan, dayik û hemû beşên civakê bi berpirsyartî nêzî banga birêz Ocalan bibin û berpirsyartiyê li xwe bigirin. Banga birêz Ocalan vê berpirsyartiyê li me ferz dike. Dixwazim bibêjim ku ji bo her yek ji me têkoşîn nû dest pê dike, berpirsyartiyên me yên dîrokî ji nû ve hatin pênasekirin. Divê em tevek jî bi coş û kelecaneke mezin ji bo serkeftinê têbikoşin. Tu luksa tu kes ji me nîne ku ji têkoşînê dûr bisekinin û xwe bidin paş. Li gorî min berpirsyartiya çareseriya vê pirsgirêkê, li ser milê gelên Tirkiyeyê ye. Di vê mijarê de baweriya me ya bi gelên Tirkiye û Kurdistanê tam e.” 
 
CIVÎNÊN BI GEL RE 
 
Bi domdarî Bayindir bal kişand ser bernameya civînên li zêdetirî 100 navendan dê bi gel re bên lidarxistin û got: “Em dixwazin banga birêz Ocalan bi awayekî herî tendurist bi gel re parve bikin. Di vê çarçoveyê de em ê bi gel re bicivin. Ev xebat dê ji hefteya pêş ve dest pê bike. Ev 8’ê Adarê û Newroz dê ji bo me ji yên berê hinek cudatir be. Divê bêhtir bi coş bin. Dê Newroz bibe Newroza aştî, azadî û civaka demokratîk. Li gorî min dê Newroza 2025’an bibe Newroza çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya birêz Ocalan û raberkirina îradeya xwe ya bi milyonan kesan. Dê her kes bi vê berpirsyartiyê li qada Newrozê be. 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

02/11/2025
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan