Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn

  • rojane
  • 14:16 18 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1034’an de li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn û gotin: "Heta aqûbeta hemû kesên di şexsê Abdullah Canan de winda bê eşkerekirin wê lêgerîna me ya edaletê bidome."

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1034’an de li Qada Galatasarayê civiyan û li aqubeta xizmên xwe pirsîn. Dayikên Şemiyê vê heftê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn. Daxuyaniya vê heftê ji hêla seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. 
 
GEF LÊ XWARINE
 
Gulseren Yoleriyê anî ziman ku Abdullah Canan û malbata wî ji ber binpêkirina mafan ên li Colemêrgê serî li dozgeriyê dane û wiha got: "Di serlêdana ku tevî 7 xizmên xwe re kirin de derbarê Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyayê Geverê Mehmet Emîn Yurdakul de serlêdana sûc kirin.  Li ser vê yekê Mehmet Emîn Yurdakul bang li Abdullah Canan û du kesên ku gilî kirine kir. Ji wan xwest ku giliyên xwe yên derbarê wî de biterikînin. Dema Abdullah Canan got ku ew dev ji giliyê xwe bernadin, li ber çavê şahidan ji aliyê Mehmet Emîn Yurdakul ve hat tehdîtkirin."
 
Gulseren Yoleriyê diyar kir ku piştî ku Mehmet Emîn Yurdakul Abdullah Canan tehdît kir, di 17'ê Çileya 1996'an de li ser rêya Gever-Wanê wesayîta wî ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin û hat binçavkirin û got: "Malbata Canan bang li hemû rayedarên herêmî û neteweyî kir û xwest Abdullah Canan bê dîtin. Lê binçavkirina wî hat redkirin. Di 21'ê Sibata 1996'an de cenazeyê Abdullah Canan ê bi îşkenceya giran, ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Abdullah Canan bi 7 guleyên ku ji nêz ve hatin avêtin jiyana xwe ji dest da. Dest, ling û devê wî girêdayî li ser rêya Geverê-Esendereyê hat dîtin."
 
ÎŞKENCE Û LÊPIRSÎN
 
Gulseren Yoleriyê anî ziman ku îtîrafkar Kahraman Bîlgiç ê ku piştre di tabûra Geverê de wezîfedar bû, diyar kir ku Abdullah Canan di tabûrê de bi îşkenceyê hatiye lêpirsînkirin û wiha dewam kir: "Bi berfirehî diyar kir ku ji aliyê Serpel Nîhat Yîgîter ve bi talîmata Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyayê Geverê Mehmet Emîn Yurdakul hat qetilkirin. Albay Kamber Ogur jî da zanîn ku di meha sibatê de li revîra tabûrê Abdullah Canan ê ku binçavkirina wî hat redkirin, serê wî pêçayî ye dîtiye."
 
Gulseren Yoleriyê bal kişand ku di encama hewldanên hiqûqî yên malbata Abdullah Canan û wiha got: "Ji aliyê Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve derbarê Kahraman Bilgiç, Mehmet Emîn Yurdakul, Nîhat Yîgîter û Bulent Yetût de lêpirsîn hat vekirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a ku malbata Canan di sala 1997’an de serî lê da, di 26'ê Hezîrana 2007’an de encamnameya dozê eşkere kir. Dadgeha 3'yemîn a DMME'yê got, 'Wekî ku ji îfadeyên şahidan jî tê dîtin ku di nava wan de leşker jî hene, Abdullah Canan di binçavan de hatiye qetilkirin. Canan beriya ku bê kuştin îşkenceya giran lê hatiye kirin'. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya di hiqûqa navxweyî de sosret nirxand û bi yekdengî biryar da ku mafê jiyanê ji aliyê maddî û rêbazê ve hatiye binpêkirin. 
 
TÊKOŞÎN
 
Gulseren Yoleriyê diyar kir ku heta aqûbeta hemû kesên di şexsê Abdullah Canan de winda bên eşkerekirin wê lêgerîna wan a edaletê bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya Abdullah Canan bernedin, ji bo hemû windahiyên xwe jî bi bîr tînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
Piştî daxuyaniyê li Qada Galatasarayê qurnefîl hat danîn û çalakî bi dawî bû.

Sernavên din

05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin