Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin

  • rojane
  • 13:28 11 Kanûn 2024
  • |

AMED - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz da zanîn ku ew li benda rapora têkildarî sedema teqez a mirina Rojîn Kabaîşê de ne. Bav Nîzamettîn Kabaîş jî da zanîn ku dîmenên nû li dosyayê hatine zêdekirin û rêveberiya wargehê nahêle hevala keça wê biaxive.  

Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku li Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima, winda bûbû û cenazeyê wê 18 roj piştre li qeraxa gundê Mollas Kasimê hatibû dîtin. Rojîn Kabaîş, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hate definkirin. Biryara nepeniyê ya derheqê dosyaya lêpirsînê de hêj didome û medyaya alîgiriya AKP’ê dike nûçeyên weke ku Rojîn Kabaîşê întîhar kiribe, weşand. 
 
RAPORA KEVIN WEKE YA NÛ HATE PÊŞKEŞKIRIN 
 
Medyaya alîgira îktîdarê dike, duh îdia kir ku 1’emîn Lijneya Pisporiyê ya Serokatiya Tipa Edlî “rapora encama teqez” amade kiriye û îdia kir ku sedema teqez a mirina Rojîn Kabaîşê întîhar e. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz ku dosyayê dişopîne, got ku rapora behsa xeberê rapora berê ye û ev tişt anî ziman: “Em li benda rapora daxwazên me pêk tîne ne.” 
 
MALBAT LI DIJÎ ÎDIAYA ‘XENIQÎNÊ’ BIBERTEK E 
 
Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Nîzamettîn Kabaîş, li dijî îdiayên “întîharê” derket û bertek nîşanî nûçeyên îdia dikin “keça wî xeniqî ye” da. Kabaîş, wiha domand: “Bila kesek îdia neke ku Rojînê zirar daye xwe. Rojîn bi daxwaza xwe çû dibistanê û xeyalên xwe pêk anî. Rojîn dê bûbûya mamoste. Lê belê rayedarên vî welatî xiyanet li wê kirin. Hin kesan keça min derb kirine û birine Molla Kasimê. Rayedarên ku keça min nedîtin, weke ku ev jî bes nebe îcar ji bo nixûmandina bûyerê li ser televîzyonan îdia dikin keça min întîhar kiriye. Gotinên xwe yên îro mehek berê jî dikirin. Dibêjin; ‘Rapora Rojînê derketiye, 79 mînak hateine girtin, otopsî hatiye ragihandin û di avê de xeniqî ye.’ Yên ku van agahiyan parve dikin bila destê xwe deynin ser wijdana xwe. Dema mirov tiştekî dike, beriya her tiştî divê mirov endamên malbatê û kesa mirî bifikire.” 
 
‘DIBÊJIN QIRIKA WÊ TEQIYAYE’ 
 
Kabaîş, diyar kir ku li ser laşê keça wî şopên derbkirinê hene û wiha pê de çû: “Heke xeniqî be, wê demê ev şopên derbkirinê çi ne? Bijîşkê weke çavdêr tev li karûbarên otopsiya Rojînê bûyî got; ‘Li ser qirika Rojînê şopên derbê hene û qirika wê teqiyaye.’ Wisa xuya dike ku Rojîn xeniqandine û piştre jî avêtine avê. Ser re jî di rapora otopsiyê de qebûl kirine ku qirika wê teqiyaye. Lê belê tiştekî ji vê re bibe bersiv nenivîsandine. Her wiha, keseka demekî dirêj di avê de dimîne av diçe mîdeyê wê, diwerime lê di Rojînê de tiştekî wiha tune bû. Madem 18 rojan di avê de bû, wê demê we çima hem ji bejahî hem ji hewayî lêgerîn ser avê kir. Heta wê demê min gelek caran ji rayedaran re got ku lêgerînê li devera Molla Kasimê bikin. Rayedaran gotin; ‘Xalo herka avê li wir ters e. Nepêkan e li wir be.’ Lê îro tam beravajî van gotinan diaxivin. Dibêjin; ‘Dibe, tiştekî asayî ye avê cenaze biribe wê derê.’ Ev gotin tevek jî binakok in.” 
 
DÎMEN Û QEYDÊN DENG ÊN NÛ LI DOSYAYÊ HATIN ZÊDEKIRIN 
 
Bav Kabaîş, got ku çendek roj berê ji bo wergirtina cil û bergên keça xwe çûye Wanê û ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê dîmen û qeydên deng ên nû yên li dosyayê hatine zêdekirin xwestiye. Kabaîş, têkildarî dîmen û qeydên deng ên nû ev agahî da: “Rojîn, dema ji wargehê derdikeve li dayika xwe digere û jê re dibêje dê biçe marketê. Dayika wê jî jê re dibêje; ‘Temam keça min lê zêde dereng nemîne.’ Û piştre telefonê digire. Piştî dayika wê telefonê digire, di qeydên kamerayê de xuya dike ku Rojîn li ser telefonê bi kesekî re diaxive. Me heta niha jî nedizanî bê wê demê bi kê re axiviye. Rojîn, herî dawî bi hevala xwe ya odeyê re diaxive. Dê tevî hevala xwe biçûya perava golê û li jêr li benda wê bû. Di wê navberê de li hevala xwe digere (kesa di qeyda kamerayê de xuya dike) û jê dixwaze ku amûra şarjê bîne. Hevala wê jî dibêje; ‘wileh ez hatim jorê êdî nema dikarim derkevin jêr.’ Di esasê xwe de ew ê piştî çûna peravê, dê ji bo lîstina tenîsê biçûna eywanê. Dê telefona xwe bixista şarjê. Di dîmen û qeydên dengan de ev hebûn. Piştre di dîmenên kamerayan de xuya dike ku Rojîn bi tena serê xwe ji wargehê derdikeve. Piştre jî dîmen reş û spî dibin.” 
 
‘RÊVEBERIYA WARGEHÊ NAHÊLE BIAXIVE’ 
 
Kabaîş, daxuyand ku hevala Rojînê hin tiştan dizane lê belê rêveberiya wargehê nahêle biaxive û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke keçik biaxive dê wargeh sûcdar derkeve lewma wê bêdeng dikin. Rêveberiya wargehê dibêje; ‘Li Molla Kasimê kesek hatiye dîtin û întîhar kiriye. Bila ev li ser me nemîne û em vê meseleyê bigirin.’ Lê belê ez ê heta mirinê dev ji vê mijarê bernedim û dê bişopînim. Kê keça min qetil kiribe bila were dîtin û bê cezakirin.” 
 
‘WALÎ ÇIMA JI NAVÊ ROJÎNÊ ACIZ E?’ 
 
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê biryar da ku navê Rojîn Kabaîşê li navendeke jinan were kirin lê ev biryar ji hêla walî ve hate redkirin. Bav Kabaîş, wiha bertek nîşanî astengkirinê da: “Walî çima naxwaze navê Rojînê lê were kirin? Ma tu zirara wê heye ku navê Rojînê li navendeke jinan were kirin? Rojîn jî keça vê xakê ye. Jixwe ji roja ewil heta niha walî tu rêz ji bo Rojînê û me girt. Dema navê Rojînê li cihekî tê kirin, hindik jî mirûzê me xwe dibe û em keyfxweş dibin. Lê belê vê biryara walîtiyê em gelek xemgîn kir. Di dema karûbarên ewil ên otopsiya Rojînê de jî walî hate gel min û weke gefê bixwe got; ‘Tu çima fêm nakî û çima bawer nakî? Keça te li qeraxê avê hatiye dîtin û întîhar kiriye.’ Li wir ez pir êşandim. Liv ir jî xuya dike ku walî di navbera mirovan de cihêkariyê dike. Dibe ku nehêlin navê Rojînê li saziyan were kirin lê navê wê li dilê mirovan hate nivîsandin.” 
 
MA / Heval Onkol
 
 

Sernavên din

26/07/2025
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN
24/07/2025
16:38 Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû
16:12 Ciwanên ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyanê didin
15:50 Li Girtîgeha Exlatê êriş li dijî girtiyan pêk hat
15:49 GOÇ-DER: Em dixwazin di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin de cih bigirin
15:21 Berîvan Bahçecî: Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin
14:55 Rêxistinên Rojnamegeriyê: Sansur didome
13:35 Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Mihrîcana Munzûrê dest pê kir
13:03 88 Xelatgirên Nobelê bi nameyekê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
12:30 Cemîl Bayik: Em ne efûyê, qanûnên azad û demokratîk dixwazin
11:56 Der heqê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de lêpirsîn hate destpêkirin
10:57 Rêxistinên hiqûqî ji bo mafê hêviyê danezaneke pêşkêşî Komîteya Wezîran kirin
09:57 Meclisa Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekalî ve nabe
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin
09:12 Nexweşxaneyê tenê cihê kar ê kesê ku destdirêjî kir guherand
09:07 Dilbihar: Azadiya kurdî xeta me ya sor e
09:04 Li Qaxizmanê dema mişmişên hişk dest pê kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
08:33 Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da
22/07/2025
22:24 CHP: Em dixwazin tevkariyê li komîsyonê bikin, lê ya girîng pêvajo bi şefafî bê meşandin
22:15 Li Şirnexê ji 55 rêxistinên sivîl piştgirî ji bo pêvajoyê
19:40 Partiya Memleketê hat girtin
19:34 Ji bo girtiyên li Bolûyê kampanyaya hasthagê
17:20 Kesê ku îşkence li zarokan kir serbest hat berdan
16:27 Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya têkildarî Girtîgeha Evînê
16:08 Werîşe Muradî: Rêveberiya xweser tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirov re bike yek
16:07 PSAKD bertek nîşanî Bahçelî da: Em hemwelatiya wekhev dixwazin
15:30 Li Siwêdayê agirbest hate binpêkirin
15:29 Ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ji bo Fatma Tokmak bang
15:15 Iraqê biryara şandina mûçeyan da
14:55 Di mehekî de 71 kes hatin darvekirin
14:48 ‘Em ê bibin dengê jinên Elewî û Durzî’
14:19 Li Sûrê civîna ‘pêvajoyê’: Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû
14:18 Di cezayê 'axaftina telefonê' de biryara îxlalkirinê
13:36 Li Bazîdê dê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin
13:35 Herêma Federe ya Kurdistanê dehata xwe ya derveyî petrolê radestî Bexdayê kir
12:41 Têkildarî ‘plana rantparêziyê’ ya li Newala Qesaba doz hate vekirin
12:04 Bi wêneyê rojnamegera ku hatibû qetilkirin merasîma dîrokî şopand
11:36 Trump: Ger hewce bike em ê dîsa bikin
11:19 Jinên Elewî: Cewhera heqîqetê dayik e, ev giyanê ji nû zindî be