Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin

  • rojane
  • 16:51 23 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li Colemêrg û Geverê yên li dijî qeyûmên ku tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatin kirin de wiha hat gotin: "Em ê tu carî serî netewînin, em ê dest ji têkoşînê bernedin." 

Piştî qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di 4’ê Mijdarê de li Dêrsim û Pulurê jî qeyûm hatin tayînkirin.  Li gelek bajaran di pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl de qeyûm hatin protestokirin.  
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina Colemêrgê  ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî û DBP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di çalakiyê de pankarta "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê" hat vekirin.
 
Beriya daxuyaniyê girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Colemêrgê ve ber bi navenda sûkê ya ku daxuyanî hate dayîn meşiyan. Piştre endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Evîn Tan metna daxuyaniyê xwend. 
 
Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku qeyûm darbe û desteserkirina îradeyê ye, banga hevgirtinê hat kirin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.
 
GEVER
 
Rêxistina Navçeya Geverê ya DEM Partiyê jî meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Rêxistinên DBP, DEM Partî yên navçeya Geverê, Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartîn, TJA û gelek kes tevlî çalakiyên protestoyî yên li navçeyê bûn. Di meşê de ji Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê ber bi navenda sûkê ve gelek caran bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Roj wê were û qeyûmên AKP'ê  hesab bidin" hatin berzkirin.  Daxuyaniya li navenda navçeyê ji aliyê Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya Geverê ya DEM Partiyê Ercan Sevmez ve hate xwendin.
 
'EM SERÎ NATEWÎNIN'
 
Ercan Sevmez di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di her şert û mercî de parastina vîna gel û parastina rêveberiyên herêmî yên gel sedema hebûna partiya wan e. Ercan Sevmez got: “Em ti carî serî netewînin, em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Ger hikûmet bi van rêbazên îflasê bifikire ku dê bi ser bikeve, dê pir xelet be."
 
Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiya rûniştinê de gelek caran dirûşm hatin berzkirin. 
 
Girseya gel bi qîrîna dirûşman dîsa ber bi avahiya partiyê ve meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.

Sernavên din

10/07/2025
08:09 KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin
09/07/2025
20:12 Balyozê DYA'yê: Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe
20:04 Li Girê Spî hêzên paramîlîter bi hev ketin: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
19:57 Hûrguliyên civînên Şamê: Divê Peymana 10'ê Adarê bêkêmasî bê pêkanîn
19:51 Piştî 31 salan serbest hat berdan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
19:43 Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da
16:43 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Ayik banga tehliyeyê kir
15:53 Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da
15:52 Tayîp Temel: Bingeha hiqûqî şert e
15:39 Bayindir: Nexşerêya Ocalan dê ji bo teşedayîna pêşerojê sûdewer be
14:41 Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye
14:05 Ayşegul Dogan: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyeyê bin
14:00 Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin
13:59 Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
13:27 Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş nehate berdan
13:26 Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin
13:14 Siyasetmedar û rewşenbîr dê ji bo torena li Silêmaniyeyê bi rê kevin
12:10 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:53 Çapemeniya Tirkiyeyê banga bidîmen çawa dît?
11:34 Banga Abdullah Ocalan di medyaya dijîtal de bû TT
11:23 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 10 kesê din jî hatin binçavkirin
11:16 Civîna şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikûmeta demkî re dest pê kir
11:05 Li Îzmîrê di mehekê de 26 hezar hektar erd şewitî
11:02 Li Egeyê şewatên daristanan
10:44 Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hikûmeta demkî re bicive
10:43 Plana Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê: Armanc kontrolkirina Derya Spî ye
10:42 Hejmara kesên li Texasê di lehiyê de mirîn derket 111’an
10:42 Tirkiyeyê jîriya çekirî asteng kir
10:39 Halîde Turkoglû: Jin di têkoşîna aştiyê de bûne yek
09:52 ‘Divê rêxistinên tenduristiyê beşdarî pêvajoyê bibin’
09:22 Hafîze Îpek: Divê ji bo yekitiyê bi berpirsiyarî tevbigerin
09:21 Koichi: Ocalan, Mandela û Che Guevarayê îroyîn e
Bilongo: Meseleya sereke dê piştî çekdanînê çi bibe
09:12 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê: Wekhevî
09:11 Li ser daxwaza jinan navê 'Bazara Jinan' lê hat kirin
09:10 Li Amedê 80 civîn: Ji bo pêvajoyê piştgirî jî fikar jî zêde ne!
09:07 'Divê hemû aktor bi feraseteke di ser siyasetê re xwedî li pêvajoyê derkevin'
09:00 Ji Abdullah Ocalan banga bidîmen: Ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim
09:00 ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:18 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê were weşandin
08/07/2025
20:56 Şaredarê Edeneyê Karalar û yê Manvgatê Nefî hatin girtin
16:57 Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn
16:56 Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin
16:35 Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê