Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe

MÊRDÎN - Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniya Devlet Bahçelî nirxand û got: “Bi gef û guran û qeyûman diyalog nabe. Kes nikare me îstîsmar bike. Kurd îro polîtîze bûn e. Kurd dizanin çi dixwazin.” 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk mijarên di rojevê de û daxuyaniya Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya der barê xwe de nirxand. 
 
 ‘KES NIKARE ÎSTÎSMAR BIKE, KURD DIZANIN ÇI DIXWAZIN’ 
 
Ahmet Turk diyar kir ku Devlet Bahçelî îro di komcivîna xwe de îdia kiriye ku li ser wî “îstîsar”  tê kirin û destnîşan kir ku tenê xeyalek wî heye ku rojekê li welat aştiy3e pêk were. Turk wiha got: “Em dixwazin jiyaneke bi rûmet misoger bikin. Bi salan em ji bo vê têdikoşin. Em bi rastî jî xwe mecbûr dibînin û pêdiviya me bi her cure însiyatîfên ku Tirkiyeyê ji vê kaosê rizgar bikin heye. Ji bo me ya girîng ew e ku hawirdora diyalogê ava bikin. Eger ev yek pêkan be, em li vir in ku bi hemû aliyên siyasî yên Tirkiyê re bicivin û biaxivin û ji bo çareseriya pirsgirêkê formulek çêbikin. Heke bi rastî jî sibê bi pêkanînên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkê û siberoja demokratîk bixebitin em ê bi birêz Bahçelî re jî hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê ti kes ne di wê rewşê de ye ku me îstîsmar bike. Kurd îro miletekî polîtîk in. Kurd dizanin çi dixwazin. Kurd xwedî wê hişmendî û hêza ku têbigihêjin kîjan proje projeyek demokratîk e an bi rastî projeyek nedemokratîk e. Ji ber vê yekê îstîsmar tune ye. Lê pratîkeke rast bi rastî dikare di navbera hemû aliyên siyasî yên Tirkiyeyê de hawîrdoreke diyalogê çêbike û bigihîne asteke ku tevkariyê li çareseriyê bike.” 
 
‘EM JI BO DIYALOGÊ AMADE NE’ 
 
Turk axaftina wiha domand: “Me tim destê xwe dirêj kir. Lê belê di destê wan de şivek heye û bi destê din ku silavê didin me nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ya ku em dixwazin bibêjin ev e. Şiv ango darê di destê xwe de deynin û paşê destê silavdayînê dirêjî me bikin. Em jî amade ne ku bi destê we bigirin. Em ji bo diyalogê amade ne. Di vî warî de em siyasetê li gorî daxwazên gelê xwe dikin, ne di bin bandora ti aliyekî de ne. Em ji bo daxwazên gelê xwe bi cih bînin têdikoşin. Armanca me qet kursî û wezaret nîne. Armanca me ew e ku gelê me bigihêje aştiyeke bi rûmet. Em ji bo vê yekê têdikoşin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
‘DI DESTEKÎ DE ŞIV DI DESTEKÎ DE QEYÛM HEBE, ÇARESERÎ ÇÊNABE’ 
 
Ahmet Turk têkildarî daxuyaniya xwe “desthilatdariyê hin tiştên ku xwestin bi dest nexistin” a ku duh di weşana televîzyonekê de kiribû wiha got: “Ew şîrove û texmîna min a şexsî ye. Ne ji bo ku min ji cihekî agahî girtiye, min wê got. Wek siyasetmedarekî min xwest wisa şîrove bikim.” 
 
Turk bi gotinên “em dişopînin û li bendê ne” daxuyaniya Bahçelî bersivand û wiha got: “Wek ku min destpêkê jî got, di destekî wan de şiv ango dar û bi destê din jî nikarin pirsgirêkê çareser bikin û diyalog jî wisa çênabe. Divê beriya her tiştî em viya bibînin.” 
 
‘EM QÎMETÊ DIDIN SILAVDAYÎNÊ’ 
 
Turk destnîşan kir ku divê helwest û pratîka desthilatdariyê hev bigire û li ser daxuyaniyên Devlet Bahçelî û Erdogan jî wiha got: “Helwest û pêkanînên-partîkên wan li hev nakin. Di pratîkê de çi ye? Ew ê çi bînin? Çi ji me dixwazin? Ew li ser vê yekê çi difikirin? Bêyî ku em vana nebînin û li ser wan diyalogê çêkin kes nikare pir tiştan bibêje. Lê belê me ji roja ewil ve ev tişt got; Em qîmetê didin destê ku dirêjî me hat kirin, lê di pratîkê de em ê bi çi re rû bi rû bimînin de agahiya me tune ye. Di vî warî de rê û rêbazeke çawa dişopînin? Vê yekê jî rave nakin. Ev tê wê maneyê ku li ser vê mijarê mecbûrî bêdeng dimînin û li bendê dimînin. Em wisa li meseleyê dinêrin. Tevî ku kesayetiya hiqûqî ya partiya min heye jî lê ez van ne li ser navê partiyê dibêjim.” 
 
'TIŞTEK LI SER SIFRÊ NÎN E’ 
 
Turk da zanîn ku gelê kurd li dijî polîtîkayên tepisandinê her daîm îradeya xwe nîşan daye û daniye holê û wiha axivî: “Em bi feraseteke ku hewl dide vê îradeyê bişkîne re rû bi rû ne. Bi giştî polîtîkayeke ku dixwazin kurdan bêdeng bikin û bitirsînin dişopînin. Ev polîtîka berdewam dike. Lê wek me got, em ê tu carî hêviya xwe ya ji bo aştiyê û ne jî pêkanîna xeyalên xwe winda nekin. Em ê hêviya xwe mezin bikin û hewl bidin ku wê mezin bikin. Ji ber vê sedemê, em ê li hêviya çi bin, ew ê maseyek çawa be, dê tiştek li ser masê hebe, dê tenê mase vala be?  Em ê vê yekê bi demê re bibînin. Îro şorbeyek jî li ser sifrê tune ye. Li gorî vê yekê partiya me û aliyên demokratîk wê fikrên xwe deynin holê.”
 
MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin 
 

Sernavên din

20/06/2025
11:40 Wezîrên 4 welatan dê bi rojeva şerê Îsraîl-Îranê bicivin
11:31 Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê li Amedê konferansê li dar bixe
11:28 Li Wanê jin li dijî tundiyê bi hev re têdikoşin
10:59 Dayika hevjîn û kurê xwe di şer de winda kirî: Me ev bedel ji bo azadiyê da û divê gav bên avêtin
10:45 Ji ber endamtiya rêxistineke fesixkirî ceza dan siyasetmedar
09:56 Şewata li Keleha Mêrdînê derketî hate vemirandin
09:52 Li girtiyê destekî wî tune ye 11 roj cezayê hucreyê hate birîn
09:33 Li Şirnexê li dijî zarokan tacîza zayendî: Faîl hate tehliyekirin
09:20 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:00 35 sal in li Elbakê hêştiran xwedî dike
09:00 ROJEVA 20’Ê HEZÎRANA 2025’AN
19/06/2025
16:55 DEM Partiyê li pêşiya Sîlîvriyê daxuyanî da: Daxwaza hemû hevalan aştî bû
16:19 Dayika Cemîl Bayik wefat kir
15:52 Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat kir
15:09 Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin
14:58 Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin
14:33 Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Dogan tehliye bû
14:32 Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin
14:21 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de ye: Nexweşxane hedef hate girtin
13:52 Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e
13:35 Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin
13:32 Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin
13:29 MKG dê ji bo piştevaniyê daxuyaniyê bide
12:20 Walîtî bibiryar e ku Qeşayiyên Cîloyê tune bike!
11:49 Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev
11:40 Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar
11:36 Ayşegul Dogan: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye
10:56 Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
10:50 Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
10:34 Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin
10:08 Rêveberê PJAK’ê Mûînî: Divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin
10:03 Bavê Guney Dogan ê di Komkujiya Garê de wefat kir: Xeyala wan aştî bû
09:47 Marija Arsenkova: Ocalan û PKK’ê tişta rast kir û niha dora Tirkiyeyê ye
09:41 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Hewcehî bi têkoşîneke yekbûyî heye
09:19 Akademîsyen Berwarî: Heke Îran demokratîk nebe dê sedsala pêşiya me winda bike
09:00 ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2025’AN
18/06/2025
16:40 Daxwaza girtina kesê tacîza zayendî li zaroka xwe kiribû hate redkirin
16:30 Serokên baroyan çûn serdana koma AKP’ê
16:06 Zarokê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
16:04 Şandeya DEM Partiyê çû serdana MUSÎAD’ê
15:54 Ji bo rojnameger Bîlen biryara beraetê hat dayin
15:20 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi çapemeniya navneteweyî re civiyan
15:18 Erdogan banga berpirsyartiyê li partiyên siyasî kir
14:56 KJAR’ê banga avakirina komîte û saziyan kir
14:44 Hamaney: Em ê bi tu awayî teslîm nebin
14:34 Hevjîna girtiyê nexweş Çam: Biryar hewldana cînayetê ye
14:33 Serokên baroyan bi Partiya Yenî Yolê re civiyan
13:58 Rojnameger Moskofian: Netenyahu dixwaze hukmê li Rojhilata Navîn bike
13:32 ‘Paradîgmaya Ocalan dikare xwîna li Rojhilata Navîn rawestîne’
13:24 Kurê Eyşe Şanê: Dayika min êdî emanetî gelê Kurd e
13:09 Serokên 16 baroyan bi Partiya Îyiyê re hevdîtin kir
12:25 Nivîskar Aktaş: Pêdivî bi feraseteke nû heye ku Ocalan destnîşan dike
11:26 Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê
11:14 Li Bedlîsê di bin nave ‘ewlehiyê’ de bi hezaran hektarên daristanan ji reh ve tên jêkirin
10:35 Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Wanê qelebalixiyeke zêde heye
10:23 Cenazeyê Eyşe Şanê hate definkirin: Êdî di hembêza welatê xwe de ye
10:22 Li bajarên Serhedê dema mîhrîcanan
10:08 Êrişên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev didomin
10:03 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Banga Abdullah Ocalan bingeha ronesansa Êzidiyan e
09:22 Welatiyên Stenbolê: Bila çek bên rawestandin û aramî were
09:22 Mîthat Sancar bû endamê nû yê Şandeya Îmraliyê
09:04 Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê
09:03 Qeşayiyên Cîloyê di xetereyê de ne!
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2025’AN
17/06/2025
21:17 Hesreta 29 salan bi dawî dibe: Cenazeyê Eyşe Şanê dê li Amedê bê definkirin
17:06 Serokên baroyan çûn serdana CHP’ê
16:54 Serokên 16 baroyan li Meclisê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
16:09 Hevşaredarê Rêya Armûşê ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê îstîfa kir
16:02 Denîz Poyraz li gelek bajaran hate bibîranîn
15:44 Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê hate taloqkirin
15:36 Doza Mehmet Sîncar careke din ji ber mutalaayê hate taloqkirin
15:11 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
14:18 Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin
13:50 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
13:43 PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne
13:27 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da
13:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê
13:07 Sema Yuce li ser gora xwe hate bibîranîn
12:46 Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike
12:15 Antropolog Padel: Ji bo şaristaniyeke nû modela Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk şert e
12:09 Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê
10:58 Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê diyar bû
10:48 Faîlê ji ber tacîzkirina zaroka xwe tê darizandin tevî rapora pisporan jî hat berdan
10:30 Tehliyeya Delal Tekdemîr hate taloqkirin
09:59 Îsraîl: Serfermandarê Artêşa Îranê yê nû hate kuştin
09:55 Trump: Tehranê vala bikin
09:51 Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
09:43 4 rojnameger hatin girtin
09:36 Meclisa Ekokolojiyê ya Amedê dê têkoşînê geş bike
09:28 Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê
09:18 Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir
09:07 Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
09:05 Mîrateyeke din a çandî ya bêxwedî: Dêra Kepenekê weke axur tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN
16/06/2025
16:30 'Tu hêz nikare kedkarên rêxistinkirî têk bibe'
16:22 Rêxistinên ciwanan têkoşîna sosyalîst nîqaş kirin
16:00 Hevberdevka HDK’ê serdana xebatkarên KRT TV’ê kir
15:59 DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşîneke bibiryar heye
15:29 Erdogan li Pezeşkiyan geriya: Vegerin ser maseya muzakereyê
13:31 Temellî: Divê peywira me ya esasî avakirina komîsyonê be