Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza

  • rojane
  • 14:57 2 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Di rapora DFG’ê ya meha cotmehê de hate ragihandin ku ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh cezayê hefsê hatiye birîn. 

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Cotmehê” aşkere kir. DFG’ê di raporê de diyar kir ku her çend bi vekirina sala nû ya qanûnçêkirinê re desthilata AKP’ê û MHP'ê daxuyaniyên 'nermbûnê' dabin jî, refleksa wê ya li qadê berevajî bû û destnîşan kir ku li her qadê pêkanînên antî demokratîk didomin.
 
Rapora DFG’ê ya meha cotmehê wiha ye: “Me meheke ku êriş û zextên li dijî rojnamevanan zêde bûne li pey xwe hişt. Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li ser rojnamevanan bi awayekî berbiçav zêde bûne. Em dikarin bibêjin ku di meha cotmehê de ev binpêkirin derketiye lûtkeyê. 
 
ROJNAMEVAN HATIN BINÇAVIRIN Û NÛÇE ÇÊKIRINA WAN HATE ASTENGKIRIN
 
Di meha cotmehê de rojnamevanên li qadan dixebitîn hedef hatin binçavkirin û nûçe çêkirina wan hate astengkirin. Tenê di meha cotmehê de 9 hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de hatin astengkirin û bi tundî û gefa polîsan re rû bi rû man. Mînaka vê ya herî berbiçav jî bû êrişa li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad. Polîsên ku êrişî mitînga ku di 13’ê cotmehê de ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê hate lidarxistin kirin, çar rojnamevanên jin di dema şopandina nûçeyê de astengkirin. Di 15’ê cotmehê de jî 3 rojnamevanên ku di çalakiya “Ji şer re na, a niha aştî” ya li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê hate lidarxistin de nûçe dişopandin hatin astengkirin û binçavkirin. Desthilat, ji aliyekî gotinên “aştî” tîne ziman, li aliyê din jî li qadê li dijî kesên aştiyê dixwazin zext û êrişên xwe zêde dikin û rojnamevan hedef girtin. Di bingeha van polîtîkayên desthilatê de di meha cotmehê ya 9 rojnamevan hatin binçavkirin de, li 11 rojnamevanan mûameleya nebaş hate kirin û gef li 7 rojnamevanan hate xwarin. 
 
104 ROJNAMEVAN TÊN DARIZANDIN
 
Mesaiya rojnamevanan a li korîdorên edliyeyê ya daraz veguheriye amûreke dîzaynkirina siyasetê di meha cotmehê de bi awayekî zêde berdewam kir. Di encama van darizandinan de ku di 39 dosyayan de 104 rojnamevan tên darizandin li 11 rojnamevanan 19 sal û 8 meh û 13 roj cezayê hefsê hate dayîn. Derbarê 7 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin û derbarê 6 rojnamevanan de jî doz hate vekirin. Di îdianameyên derbarê rojnamevanan de hatin amadekirin de ji bilî nûçeyên li ser ekolojî û jinan nûçeyên derbarê tecrîdê de ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî îtîraf kiribû bûn mijara sûcdariyê. Di dosyayên rojnamevanên ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin de hewl tê dayîn li gorî îfadeyên şahidên ‘veşartî’ û ‘aşkere’ ‘têkiliya rêxistinê’ bê avakirin. 
 
Desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî mafê gel ê wergirtina agahiyan şer îlan kiriye. Vî şerî jî bi rêya RTUK û BTK’ê bi rê ve dibe. 
 
DESTHILATÊ VEŞARTINA RASTIYAN A JI GEL JI XWE RE KIRIYE RÊGEZ
 
Di bûyerên li Tirkiyeyê de yekem tişta ku desthilat dike bêdengkirina medyaya dîjîtal e. Ev yek ji sansurê wêdetir bûye rejîmeke zordar a faşîzan. Weke di cînayeta Narîn Guranê de, di êrişa TÛSAŞ’ê de jî mecrayên weke X, Înstagram, Facebook û Youtubê ku di cîhanê de herî zêde aboneyên wan hene ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Desthilata ku veşartina rastiyan a ji gel ji xwe re kiriye regez, xwegihandina 119 hesabên medyaya dîjîtal asteng kir, bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal gelek welatî jî binçav kirin. 
 
DERBARÊ ROJNAMEYA YENÎ YAŞAME DE BIRYARA KOMKIRINÊ HATE DAYÎN 
 
Em dixwazin behsa rojnameya Yenî Yaşamê û Açik Radyoyê jî bikin. Xwegihandina gelek nûçeyên rojnameya weşana rojane dike, hatin astengkirin, di meha cotmehê de derbarê 3 hejmarên rojnameyê de biryara komkirinê hate dayîn. Weke ku ev biryara kevn tê re nekiribe, xwegihandina quncik nivîseke di rojnameyê de hate weşandin jî hate astengkirin. Her wiha belavkarên rojnameyê hatin binçavkirin û gef li wan hate xwarin.  Radyoya Açik ku cudahiyan di nava xwe de dihewîne, li ser pirsgirêkên civakî û krîza avhewayê disekine di weşana radyoyê de weke mînak tê nîşandan, bi salan e bi cezayên pereyan ên RTUK’ê re rû bi rû ye. RTUK’ê herî dawî, weşana Radyoya Açikê bi dawî kir. 
 
SÛCEKÎ NÛ YÊ TÊKILDARÎ SÎXURIYÊ DÊ BÊ AVAKIRIN
 
Yek ji geşedanên girîng ên di meha cotmehê de pêk hatin jî bû derbaskirina pêşnûmeqanûna “Sîxurgeriya bandorkirinê” ya ji 23 xalan pêk tê ji Komîsyona Edaletê ya Meclisê ku rojnamevan û mûxalefet li dijî wê ne. Li gorî xala 16’emîn a pêşnûmeqanûnê ku tê payîn dê di rojên pêş de bînin Lijneya Giştî ya Meclisê bi guhertina TCK’ê re sûcekî nû yê têkildarî sîxuriyê bê avakirin. Derbarê kesên ev sûc kirine de ji 3 salan heta 7 salan dikare cezayê hefsê bê dayîn. Ev yek dê li dijî azadiya çapemeniyê bibe gefek. 
 
DIVÊ TORA HEVGIRTINÊ BÊ MEZINKIRIN
 
Ji bilî van hemû binpêkirinên mafan, hevgirtina rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî di meha cotmehê de rê li ber encamên girîng vekir. Di binçavkirina rojnamegeran a li Amed û Şirnexê û astengkirina şopandina wan a nûçeyan, girtina weşana Radyoya Açikê û danişîna biryarê ya derbarê Hevseroka me Dîcle Mûftûoglû de ku bi beraetê encam girt de, rêxistinên pîşeyî reflekseke hevpar nîşan dan û toreke girîng a hevgirtinê derxistin holê. Bi vê boneyê em spasiyên xwe pêşkeşî hemû rêxistinên pîşeyî yên piştevanî kirin dikin û bang dikin ku vê tora hevgirtinê mezin bikin. 
 
DANEYÊN ÎSTATÎSTÎKÎ YÊN RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN A MEHA COTMEHA 2024’AN
 
1-) BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ MAFÊ JIYANÊ Û EWLEHIYA ROJNAMEVANAN
 
Rojnamevanên rastî êrişê hatin                                1
Rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin   1 
Rojnamevanên hatin binçavkirin                               9
Rojnamevanên hatin girtin                                         1 
Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin         7
Rojnamevanên gef li wan hate xwarin                      11 
Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin 9
 
2-) BINPÊKIRINÊN AZADIYA RAMAN Û ÎFADEYÊ YÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN
 
Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin         7 
Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin                        6
Rojnamevanên hatine cezakirin 
Hejmara kesan   11
Cezayê Hefsê      19 sal û 8 meh û 14 roj
Cezayê Pereyî     5 hezar û 700 lîre 
Rojnamevanên darizandina wan berdewam dike
Hejmara Dosyayan 39
Hejmara Kesan        104
Hejmara rojnamevanên girtî (ji 2’yê mijdara2024’an ve)   38
 
3-) BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ MAFÊN CIVAKÎ Û ABORIYÊ YÊN ROJNAMEVANAN
 
Rojnamevanên ji kar hatin derxistin   8 
 
4-) SANSUR Û ASTENGKIRINÊN LI DIJÎ SAZIYÊN ÇAPEMENÎ Û MEDYAYÊ 
 
Cezayên RTUK’ê  Hejmara Weşanê 10
Qedexeya Weşanê (Biryara komkirinê)  3 
 
5-) ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA LI DIJÎ QENALÊN DÎJÎTAL Û ÎNTERNETÊ 
 
Malperên înternetê yên hatin girtin                                                     11
Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin                                  63 
Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin   126”
 

Sernavên din

16/06/2025
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin
09:04 27 salên beriya Sema Yuceyê: Îrade tiştekî cuda ye
09:02 Denîz Poyraz 4 sal berê hat qetilkirin: Em ê ji bîr nekin
09:01 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 4’an de ye: Tesîsên enerjiyê di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2025'AN
15/06/2025
16:53 HDK’ê kesên di Komkujiya Seyfoyê de jiyana xwe ji dest dan bîr anî
16:48 Li Êlihê şaneşîn kete xwarê: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:45 ‘Mafê hêviyê dê ji bo dewletê bibe gavekî girîng’
16:16 Hefteya Koçberiyê: Em malên xwe yên hatine şewitandin, mafên xwe yên hatine xespkirin dixwazin
15:49 Fransa, Ingilistan û Almanyayê teklîfa muzakereyan li Îranê kir
14:39 Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya PM’ê li dar xist
13:23 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê hate avakirin
13:10 Keskîn Bayindir: Felsefeya Ocalan pêkvejiyanê pêşkeşî me dike
12:55 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo zarokan şahî li dar xist
11:15 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 3’yan de didome
10:55 Pisporê Rojhilata Navîn Ozkan: Şer ne çareserî ye, çareserî pergala demokratîk e
10:47 Malbatên PKK’iyên ji hêla PDK’ê ve hatine girtin: Em dixwazin agahî ji zarokên xwe bigirin
10:24 Welîd Çolî: Şerê Îsraîl-Îranê şerê serdestiyê ye
10:23 Trump gef xwar: Heke Îran êriş bike em ê tevahiya hêza xwe ya leşkerî bi kar bînin
10:00 Partiyên siyasî yên Kurd dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin
09:45 Hejmara 120’an a kovara Jinê derket
09:42 Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê
09:39 Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê
09:36 Mîrateya Qral Sakon: Gundê Sakê
09:24 Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin
09:23 Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye