Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar

  • jin
  • 14:49 2 Mijdar 2024
  • |

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgunûçar diyar kir ku HDK li dijî feraseta mêrsalar a dewletparêz alternatîfeke û wiha got: “Di demekî ku pirsgirêka kurd bûye krîz de divê em li dijî tecrîda li Îmraliyê didome bibin dengê hevpar.”

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Em bihêvî dimeşin, bi serhildanê mezin dibin bi berxwedanê biserdikevin” 13’yemîn Konferansa Jinan li Navenda Çand û Hunere ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepeyê li dar dixe. Di konferansê de Berdevka Meclîsa Jinan DEM Partiyê Halîde Turkoulu û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivîn. 
 
Turkoglû bal kişand ser taybetmendiya sedsala 21'emîn û got: "Di sedsala 21'ê de serhildanên jin, ciwan, bawerî û gelan heye. Bi taybetî di vê pêvajoya sedsalê de avakirina netew-dewletê ji xwe re krîz kûrtir kiriye. Di vî warî de dema ku em sedsala 21’ê wekî sedsala jinan pênase dikin, em jî dibêjin ku sedsalek cuda ye. Li vir HDK dikeve dewrê. Meclîsên Jinan ên HDK'ê girîngiya hebûn û rêxistinbûna di vê rewşa asê de radigihînin."
 
‘DIVÊ EM JIN BERPIRSYARIYÊN SERHILDANÊ BI CIH BÎNIN’ 
 
Halîde Turkoglu, daxuyand ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecridek heye û wiha domand: "Ji bo hevdîtina ku di demên dawî de pêk hat de me silavek ji Îmraliyê wergirt. Li vir em dîsa rastî rola Birêz Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de hatin û ji bo jiyaneke nû em ê çi bikin. Heta ku tecrîd hebe pirsgirêk nayên çareserkirin û ev jî nîşan dide ku tecrîdek heye ku her cure desteserkirinê rewa dibîne. Di vî warî de rakirina tecrîdê ji bo me jinan weke armanca serdema nû nîşan dide. Ji ber ku îro bi rengekî felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ya ku li Îmraliyê tê xwestin bê tecrîdkirin e, lê belê ev felsefe xwe li hemû cîhanê dide xuyakirin. Çawa ku îro ev felsefe gerdûnî ye, nîşanî me dide ku çawa bi îlhamê girtinê têkoşîna jinê veguherîne têkoşîneke yekbûyî. Konferansa HDK’ê di vê wateyê de pir girîng e. Di serdemeke ku zext, şer, serdestiya mêr û kuştina jinan ewqasî sîstematîk bûye de, pêwîste em jin berpirsyariyên serhildanê bi cih bînin û li rêyên ku modela jiyana nû bigihînin têkoşîna yekbûyî ya li Rojhilata Navîn, bigerin." 
 
‘HDK RÊBERTIYÊ DIKE’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar bi silavkirina jinên li salonê dest bi axaftina xwe kir.  Çîgdem, da zanîn ku paradîgmaya HDK’ê di vê qonaxê de di nava hemû civakê de bertek dîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev ferqê derketiye holê. Ji ber ku yek ji pirsgirêkên herî dijwar ên têkoşîna siyasî ya li Tirkiyeyê têkoşîna hevpar bû û dewletê bi negihandina gelan re hewl da sîstema xwe biparêze. HDK’ê bi feraseta ku di vê kêliyê de derxistiye holê ev yek bi ser ketiye û ji bo me rêbertiyê dike." 
 
‘QEDEXE TÊ WATEYA KU KURDAN NAS NAKIN’ 
 
Ûçar, bal kişand ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn îro di meriyetê de ye û destnîşan kir ku destkeftiyên kurdan ên ji vî şerî hewl tê dayîn veguhere bazariyê, bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û daxuyaniyên siyasî yên dawî û got: “Em nikarin bibêjin ku ev rewşa ku îro derketiye holê, bûye pêvajo. Belê, piştî 43 mehan bi Birêz Ocalan re hevdîtinek pêk hat, lê di cih de îro qedexeya hevdîtina malbatê ya nû hat ragihandin. Navê vê yekê ne hiqûq, demokrasî û qanûne. Tê wateya ku em gelê Kurd nas nakin û ez ê li ser gelê kurd zext û zordariya xwe bidomînin.”
 
‘DIVÊ EM DENGEKÎ HEVPAR DERXÎNIN’ 
 
Ûçar, li ser pirsa "Sedsala înkarkirina pirsgirêka kurd çi anî serê vî welatî." û got: “Rûbirû bûn pir girîng e. Bêyî rûbirûbûnê, her pirsgirêk dîsa û dîsa tê pêşiya me. Avabûn û paradîgmaya HDK’ê tam ji bo vê ye. Li aliyekî dewletparêz, yanî siyaseta mêr xwe ferz kir, li aliyê din jî HDK’ê alternatîfeke mezin jê re afirand. Ji ber ku em bi gavên ku me avêtine bi mîrateya ku ji destê me hat girtin, mezin bûn û pêş ketin. Ji dema ku ew bêhêvî dibe, civak bê rêxistin dibe. Di dema ku pirsgirêka kurd di nava krîzeke wiha de ye, li dijî tecrîda li Îmraliyê tê meşandin divê em dengek hevpar derxin." 
 
‘DI SERDEMEKE KRÎTÎK DE NE’ 
 
Ûçar, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîna jinê tu carî hêviya xwe winda nekir û tevî hemû zext û zorê jî xwe bi rêxistin kir. Binêrin, her tayek porê me çalakiyek e. Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dirûşmeyên jinan çalakiyek e. Vê nasnameyê gelek tehemûl kiriye û îro di hedefê de ye. Em di serdema herî krîtîk de ne. Ew qas mîrateyên me yên hiqûqî û siyasî hene ku divê em ji niha û pê de vê rêbertiyê bidomînin. Bila rêya me vekiribe."
 

Sernavên din

16/06/2025
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin
09:04 27 salên beriya Sema Yuceyê: Îrade tiştekî cuda ye
09:02 Denîz Poyraz 4 sal berê hat qetilkirin: Em ê ji bîr nekin
09:01 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 4’an de ye: Tesîsên enerjiyê di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2025'AN
15/06/2025
16:53 HDK’ê kesên di Komkujiya Seyfoyê de jiyana xwe ji dest dan bîr anî
16:48 Li Êlihê şaneşîn kete xwarê: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:45 ‘Mafê hêviyê dê ji bo dewletê bibe gavekî girîng’
16:16 Hefteya Koçberiyê: Em malên xwe yên hatine şewitandin, mafên xwe yên hatine xespkirin dixwazin
15:49 Fransa, Ingilistan û Almanyayê teklîfa muzakereyan li Îranê kir
14:39 Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya PM’ê li dar xist
13:23 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê hate avakirin
13:10 Keskîn Bayindir: Felsefeya Ocalan pêkvejiyanê pêşkeşî me dike
12:55 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo zarokan şahî li dar xist
11:15 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 3’yan de didome
10:55 Pisporê Rojhilata Navîn Ozkan: Şer ne çareserî ye, çareserî pergala demokratîk e
10:47 Malbatên PKK’iyên ji hêla PDK’ê ve hatine girtin: Em dixwazin agahî ji zarokên xwe bigirin
10:24 Welîd Çolî: Şerê Îsraîl-Îranê şerê serdestiyê ye
10:23 Trump gef xwar: Heke Îran êriş bike em ê tevahiya hêza xwe ya leşkerî bi kar bînin
10:00 Partiyên siyasî yên Kurd dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin
09:45 Hejmara 120’an a kovara Jinê derket
09:42 Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê
09:39 Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê
09:36 Mîrateya Qral Sakon: Gundê Sakê
09:24 Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin
09:23 Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye