Bakirhan: Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan bi awayek azad tevbigere

ENQERE – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe divê ewilî tecrîd bê rakirin û ji bo dikaribe xebatên xwe azad bike şert û merc bên afirandin. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Meclisê di komcivîna partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Bakirhan bi nerazîbûna binçavkirina Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan diyar kir ku Ahmet Ozer bi îradeya gel hatiye ser wezîfeyê û got ku Ozer di çarçoveya formula “Lihevhatina Bajêr” de hatiye bijartin. 
 
Bakirhan wiha got: “Ahmet Ozer kesekî demokratîk e, wî şaredariya civakî xistiye meriyete. Diyar e ku kesayet û xebatên Ahmet Ozer li zora wan çûye. Em ji vir bang li wan kesên ku operasyon kirine dikin; me gelek caran viya dît, êdî bes e. Dest ji van lîstokan berdin, dev ji vê xeletiyê berdin û hurmetê nîşanî îradeya gel bidin. Divê Ahmet Ozer demildest bê berdan.” 
 
'ÎNKAR Û ÎMHA DIDOME’ 
 
Bakirhan da zanîn ku seranserî dîroka komarê bi serê gelê kurd û gelên din de travma qewimî ne û têkildarî sedsala komarê wiha axivî: “Gelek êşên cidî hatin kişandin. Em di welatek ku ji aliyê ferasetek tirs û xof bû ve hatin birêvebirin. Em di pergalek bi tirs û xof de jiyan. Ji ber ku komar ji demokrasiyê tirsiya demokratîk nebû. Mixabin nebû komara her kesî. Bû komara aliyek pir biçûk û ji wan re xizmetê kir. A rast bingeh û cewhera komarê demokrasî ye lê mixabin demokratîk nebû. Em şahid, bersûc û mezlûmên sedsalek komarê ne. Herî zêde jî di vê sed salê de zilm li me hat kirin. Her çiqas hikûmet biguherin jî lê têkiliya komarê û kurdan qet neguherî. Çimkî ev pergal li ser zext û înkarê didome.
 
SED SAL IN GOTINA ‘BEKA’YÊ DIDOME 
 
Ev sed sal in pirsgirêka kurd nehat çareserkirin. Sed sal berê dema komar ava kirin, gotin, ‘beka’. Vaye sed sal bi ser re derbas bûn dîsa dibêjin ‘beka’. Ev sed sal in komarê şaş û xelet bi rê ve dibin. 
 
FIRSENDEK DÎROKÎ HEYE 
 
Niha ji bo ku ji vê xeletiyê vegerin firsendek pir cidî heye. Divê ku komar di destpêkê de bi kurdan re, bi elewiyan re û bi hemû bawerî û gelên ku hatine xeyidandin re û ya herî girîng jî bi demokrasî û azadiyê re li hev were. Neçar e ku li bi van bawerî û gelan re li hev were. Di destpêka sedsala duyemîn de divê komar bi şiklê aştiyê dest bi rêwîtiya xwe bike. 
 
HER TIŞT BI AXAFTINÊ ÇARESER DIBE
 
Ji bo aramî û xweşî were welatê me divê serê ewilî kurd azad bibin û Tirkiye bibe welatek demokratîk. Di sedsala ewilî de tenê ne kurdan, ermenan, elewiyan, sûryaniyan, misilmanan û gelek bawerî û netewên din êş dîtin û kişandin. Di vê pêvajoya de hewcedarî bi ferasetek wêrek û dikaribe biaxive heye. Em di vê sedsala duyemîn de heke neaxivin û gengeşe nekin, bi hev re li rêya çareseriyê negirin, mixabin em ê di vê sedsala duyemîn de jî bi têkçûnê û windakirinê re rû bi rû bimînin. Werin em vî welatî bi Destûrek Bingeh în a demokratîk tacîdar bikin. 
 
EM NASNAME Û ÎRADEYA XWE DIXWAZIN 
 
Em komarek ji jinan, ciwanan, kedkaran, demokrasîxwazan, xwedî îrade, bi biryar û neveşarî dixwazin. Em welatek û komarek bêkuştinên kiryar nediyar dixwazin. Em komarek bê torosên spî û hêzên paramîlîter dixwazin. Her tim radibin û pirsa ‘kurd çi dixwazin’ dikin. Ev sedsal in kurd çi dixwazin û armanca wan çi ye, bi hezar caran anîn ziman. Lê mixabin naxwazin fam bikin û guh bidin daxwazên kurdan. Belê em bersiva vê dîsa bu du peyvan bidin; Kurd nasname û îradeya xwe ya sedsal ji destê wan hatine girtin dixwazin. Pirsgirêka kurd ji ber redkirina nasnameyê û îradeya kurdan pêk tê. Ji ber ev maf nayê nasîn, pirsgirêka kurd didome.”  
 
EM SAETA SEDSALA DUYEMÎN LI SER AŞTIYÊ SAZ BIKIN 
 
Hemin zemînek heye, werin em di vê sedsala duyemîn de saeta sedsalê li ser aştiyê saz bikin. Bila saeta sedsala duyemîn bibe saeta aştiyê. Divê dest ji zimanê siyaseta yekperest bê berdan.” 
 
BANG LI ERDOGAN KIR 
 
Bakirhan bal kişand ser meseleya ‘rêzgirtina ji hev re’ û wiha got: “Em hestên xwe yên jidil diyar dikin ku divê kurd û tirk rêz li maf û qanûnên hev bigirin û em bi vê yekê razî ne. Lê erka sereke naskirina maf û qanûnên hev e. Peywira sereke ne binpêkirina maf û qanûnên hev e. Ji bo ku em behsa ferzbûnê bikin, em dikarin bi aştiyek bi rûmet biratiya rastîn ava bikin. Îro birêz Erdogan got, 'Ji her demê zêdetir zemînê Tirkiyeyê ji bo vê yekê heye’. Keremkin werin em bi hev re aştiyeke rast ava bikin. Tevî neteweperestên nijadperest ên ku wekî qirkerên siyasî tevdigerin jî, em dikarin aştiyê diyarî 85 mîlyon mirov, ciwan û zarokên vî welatî bikin.”  
 
‘TECRÎDÊ RAKIN’ 
 
Bakirhan bal kişand ser hevdîtina Omer Ocalan a li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Di rojên dawî de geşedanek pir girîng qewimî. Li Tirkiyeyê li ser aştiyê axaftin tên kirin. Di pêvajoyek ku gengeşeya aştiyê tê kirin de; birêz Ocalan ku 44 meh bûn agahî jê nedihat girtin, li gel parlamenterê me Omer Ocalan hevdîtinek pêk anî. 
 
Hevdîtinek ku ji her tiştî serbixwe ye tenê ne kurdan, di nav gelên Tirkiyeyê de jî hêviyek pirr micid çêkir. Hêviyek pirr micid derxist holê. Peyama ewil a vê hevdîtinê jî ew bû ku birêz Ocalan got, tecrîd berdewam dike. Ji ber vê yekê ez ji vir carek din bang li hikûmetê dikim; demildest tecrîda li ser birêz Ocalan ku hûn jî wî wek muxatabê aştiyê dibînin rakin. 
 
ŞERT Û MERCÊN MUZAKEREYÊ BIAFIRÎNIN 
 
Ji bo birêz Ocalan şert û mercên xebata azad û muzakereyê biafirînin. Birêz Bahçelî gotibû, bila birêz Ocalan bang bike. Nexwê wê çaxê tecrîdê rakin. Em jî dibêjin şert û mercên xebata azad biafirînin. Binêrin tiştên ku birêz Ocalan dibêje yek bi yek ji we re dixwînim, ‘Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku ev pêvajo ji şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî’. Yanî dibêje, ‘heke hûn hebin, ez jî heme û amade me. Ew îrade, qudret, bawerî û hêz b imin re heye’. Rêveberên vî welatî van tiştên ku birêz Ocalan dibêje, ji me bêtir pê dizanin. Firsendek dîrokî heye. Bangek dîrokî heye, keremkin viya binirxînin. 
 
BAKIRHAN BERSIVA DA ERDOGAN 
 
Bakirhan bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a di komcivîna partiya wî de û got: “Îro birêz Serokkomar komcivîna partiya xwe li dar xist û me jî bi baldarî lê temaşe kir. Heya niha her kesî gotiye û her kesî fikrên xwe aniye ziman. A rast me fikra Erdogan meraq dikir. Îro birêz Erdogan fikrên xwe eşkere kir. Belê, em jî ji vir bang li birêz Erdogan dikin; hûn bi azmûnek dîrokî re rû bi rû ne. Em wek DEM Partiyê îro gotinên we yên li ser çareserî û aştiya pirsgirêka kurd girîng dibînin. Weke serokkomar erka we ye ku hûn gavên aştiyê bavêjin heye. Hûn dikarin vê berpirsiyariyê bikar bînin. Werin, berpirsiyariya aştiyê bigirin ser xwe û li ser rûpelek cûda bin, ne rûpela serokkomarên beriya we. 
 
Em ne ji bo ku kulmên xwe rakin li vir in. Em ji bo muzakereyê, diyalogê li vir in. Destê me tevî her tiştî jî vekirî ye û li benda muxatabê xwe ye. Lê bila kes rota me jî xêz neke. Bila kes heqaret li me neke. Bila kes gefan li me nexwe. Heke ku fikreke we ya avakirina aştiyê hebe, jixwe em aştiyê diparêzin û jê re amade ne.”
 
‘DI TÛRÊ ME DE AŞTÎ HEYE, KA DI TÛRÊ WE DE ÇI HEYE?’ 
 
Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bi kurmancî axivî û wiha got: “Berê digotin di tûrê de çi hebe tu yê wiya derxî. Yanî di tûrê meriv de tiştek tine be, mervi destê xwe biavêje jî tiştek dernakeve. Bawer bikin di tûrê me de aştî, diyalog û biratî heye. Em jî niha ji îktidarê û partiyên din pirs dikin; di tûrê we de çi heye? Di tûrê we de tiştek hebe derxin, em jî bibînin.”  
 

Sernavên din

13/06/2025
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike
09:01 Meclis li dijî talana li Şirnexê bêdeng e: Nahêle bê lêkolînkirin
09:00 Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
11:15 Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin