‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe

  • rojane
  • 15:09 20 Cotmeh 2024
  • |
img
SÊRT - Îlahiyatnas Dunayser Mendelkanî di komxebata “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” de axivî û got; “Divê civak jinûve were avakirin.” Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Dîba Keskîn jî ev tişt anî ziman: “Divê em bajar bi bajar bigerin û gel vexwînin wijdanê. Civakeke biexlaq, bi avakirina civakeke xwedî wijdan dibe.” 
 
Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê li Eywana Konferansan a Şardariya Sêrtê komxebata “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” li dar xist. Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, parlamenterên DEM Partiyê, Parlamentera HDP’ê ya berê, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajar û ji bajarên cuda yên Kurdistanê gelek kes tev li bûn. 
 
Piştî axaftina destpêkê, bi moderatoriya Hevberdevkê Komîsyonê Mahfûz Guleryuz û Endama Komîsyonê Songul Tunçdemîr rûniştin hatin lidarxistin. 
 
'YA BINIRX JIYANA ÎNSAN E’
 
Ji ewil Dayika Elewî Menşûre Dogan di beşa “Şikandina hegemonyaya dewletan a li ser baweriyan” de axivî. Dogan, anî ziman ku bawerî girêdayî jidilbûna mirov e û wiha got: “Li ser xaka me tenê baweriyek, ziman û qewmek najî. Hema hema ji hemû milet, ziman, nîjad û baweriyan civak hene. Di rewşeke wiha de jî ya binirx, jiyana însan e. Heke em bikarin bi însanetî li hev binêrin, em ê hev baştir fêm bikin. Em nikarin bi liv û tevgerên xerab ên îktîdarê hev nas bikin û ji hev hez bikin.” 
 
'DIVÊ CIVAK JINÛVE BÊ AVAKIRIN’
 
Îlahiyatnas Dunayser Mendelkanî ku di qada akademiyê de xebatan dimeşîne jî di beşa “Şikandina pêşdaraziyên di navbera du civakên baweweriyan de” axivî. Mendelkanî, diyar kir ku dema îslamiyet derketî ji ewil bertekek çêbûye û wiha domand: “Îslamiyet tevgereke şoreşgerî bû û bi îslamê re li Rojhilata Navîn gelek bawerî derketin holê. Di nava kurdan de baweriyên Şemrexe û Hawârî hebûn. Esasê her du baweriyan jî exlaq û xweza hebû. Van her du baweriyan sentezên îslamî yên cuda afirand. Ev yek jî ne li dijî baweriya heyî ye.” 
  
Mendelkanî, bi domdarî diyar kir ku Babâlîtî berdewamiya baweriya Hawâriyê ye û wiha pê de çû: “Babâlîtî li dijî pişaftinê derket û tenê bi wî zimanî taet dihat kirin. Bi vê baweriyê re ekolên di nava kurdan de hêj bêhtir tûj bûn. Bi derketina Ebul Vefa re komên tenê ji seyîdan pêk dihatin, yên digotin divê îktîdar tenê di destê seyîdan de bin, koma seyîd a ji xwe re digot şoreşger, xwe spartin kurdan. Heke em ji xwe re bikarin bibêjin kurd, heke misilmantiya me hinek cuda be, sedema vê ew tiştin ên Ebul Vefa kirin. 40 xelîfeyên wî hene. Ekolek e. Ji her bawerî, milet û mezheban kes di nav de hene. Li gorî Ekola Ebul Vefa, hûn teqez dê di sê tiştan de bibin yek;  made tune ye, wate heye. Tenê enerjî heye, ew enerjî jî Xwedê ye. Lewma her tiştê zindî binirx e. Mirov, pîroz e. Ya duyemîn; jin û zilam yek in, zikrê xwe bi hev re dikin. Jin xwedî cihekî girîng e. Ya sêyemîn; li gorî Ebul Vefa zikrê devkî heye. Ji sedî 90’î komên baweriyan ên li Kurdistanê zikrê xwe bi devkî dikin. Dîroka Vefayî dîrokeke pir kûr e. Vefayîtî li her çar aliyên Kurdisatnê belav bû. Vefaiyan ji her devera cîhanê re alim şandin. Di dîroka Îslamê de şoreşeke bêdeng kirin. Ji hêla baweriyê ve em di Îslamê de Vefaî ne. Bawerî û çandên me yek in. Li gundan mirov dikare li her derê şopa vefaîtiyê bibîne. Kodên civaka me di vefaîtiyê de veşarî ne. Divê civaka me jinûve were avakirin.” 
 
'PÊDIVÎ BI FÊMKIRINÊ HEYE’
 
Di beşa “Avakirina pêwendiyên xurt ên bi dînamîkên civakî yên sunnî û elewiyan re” de Pîrê Elewî Velî Buyukşahîn axivî. Buyukşahîn, diyar kir ku ji naskirinê zêdetir divê bawerî hevdu fêm bikin. Buyukşahîn, destnîşan kir ku ji berê ve îktîdaran her tim hewl dane elewiyan pênase bikin û hinek sînor xêz kirine. Buyukşahîn, got ku li dijî vê divê bawerî hevdu bigirin û wiha pê de çû: “Heke em cudahiyên xwe nas bikin, em ê bikarin hevdu baştir xurt bikin. Avakirina pêvajoyên civakên nû jî wiha ye. Dema neteweyek tê avakirin jê re dibêjin ‘endezyariya civakî.’ Du rêbazên sereke bi kar tînin. Ya yekemîn; bi zextê, bi darê zorê cudahiyan û însanan tune dikin. Me li Tirkiyeyê ev yek pir jiya. Civaka kurd jî di dîrokê de ev yek pir jiyan. Îktîdarê ev rêbaz ceriband. Ocaxên elewiyan, pîrên wan, dedeyên wan tune hatin hesibandin; di heman demê de medreseyên kurdan tune hatin hesibandin û hatin girtin. Heke bi vê rêyê nekarin; îcar hewl didin bi awayekî nerm pêk bînin. Hedef heman e. Tişta ku nekarî bi qetilkirinê bike îcar bi awayekî lîberal dikin. Hewl dide asîmîle bike. Dixwazin hemû bawerî û zimanan tune bikin. Dibêjin ‘yek ziman, yek bawerî, yek dewlet, yek milet.’ Dewlet xwe li ser vê ava dike. Lewma pirsgirêkên kurd û elewiyan nayên çareserkirin. Di esasê xwe de dewlet hegemonyaya xwe ava dike. Hewcehiya me bi fêmkirina hev, qebûlkirina cudahiyên hev heye. Hewce nake em bibêjin bê ka çiqas dişibin hev. Tişta ku divê em bikin ev e; gelo em ê çawa bikarin hevdu bêhtir nas bikin, li dijî îktîdar hewl dide me tune bike, asîmîle bike em ê çawa bikarin helwestekî hevpar nîşan bidin, em ê çawa pişta hev bigirin? Divê li xaka kurdan elewî û sunnî hevdu baş nas bikin û pir bi baldarî nêzî hev bibin. Ev, hêzên dînamîk ên civakê ne.” 
 
'LI DIJÎ ZILMÊ DENGÊ WIJDANÊ’
 
Endama Komîsyona Gel û Baweriyan Dîba Keskîn jî di bin navê “Avakirina bingeha ziman û pratîkeke hevpar” de pêşkeşiya xwe kir. Keskîn, ev tişt anî ziman: “Dema yekî destdirêjî li pitika 2 salî Silayê kir em ranebûn ser pêyan, ji xwe em tune dibin. Heke di bûyerên Leylayê de, Narînê de em ranebin ser pêyan em nikarin xwe xelas bikin. Heke alimên me, pîrên me neyên gel hev, dê zilm mala me wêran bike. Dema em îro li civakên Tirkiye û Kurdistanê dinihêrin, gelo exlaq li ku ye? Dizî, zilm, mirin... Ma civak bi giştî îmha bûye yan na? Ma em ê bi nîqaşan bikarin pêşiya vê bigirin? Na. Îro 70 şaredariyên me hene. Meclisên me yên jinan hene. Pîrên me, dayikên me, alimên me hene, em bên gel hev û li dijî zilmê dengê insanetî û wijdanê derxînin. Em gel hev. Em bajar bi bajar bigerin û civakê vexwînin wijdanê. Civakeke biexlaq, bi avakirina civakeke xwedî wijdan dibe.” 
 
Rûniştin, bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû. Komxebat dê bi beşa “Parvekirina tecrûbeyan û derfetên têkoşîna hevpar” bidome. 
 

Sernavên din

01/06/2025
09:35 AKP’ê nekarî dervehiştina ‘muebbeta girankirî’ biparêze
09:15 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya têkildarî sererastkirina Covîd-19’ê hat redkirin
09:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket
09:02 Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:15 10'emîn Pakêta Darazê hat erêkirin
08:13 Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi coşeke mezin bi dawî bû
08:12 Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
08:06 TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand
31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan