Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?

img
AMED - Tevî ku di lêpirsîna Narîn Guran a li Amedê ji wê agahî nayên wergirtin 15 roj derbasbûne jî tu pêşketin çênebûye.  
 
Zaroka 8 salî ya bi navê Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê ji Qursa Qur’anê derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Tevî xebatên kolanê, wergirtina îfadeya bi dehan kesan û binçavkirinan 15 roj in aqûbeta Guran dernexistin holê. Di vê pêvajoyê de gelek agahiyên ne rast avêtin holê. Rayedarên ku bûyerê lêkolîn dikin jî nekarîn pirsenîşanên di nava raya giştî de rakin. 
 
LI GUND BÊDENGÎ HEYE
 
Malbat ji bo ku keça wan bê dîtin di rojên ewil de gelek daxuyanî dan. Lê ferdên malbatê piştî demekê têkildarî aqûbeta Guranê êdî bi rojnamevanan re neaxivîn. Her wiha şêniyên gund ji roja ewil ve bêdengiyê tercîh dikin. Yekane gotina ku gundî dibêjin ev e: “Em tiştekê nizanin, dewlet dizane.”
 
Piştî bûyerê dora mala Guran bi şirîda ewlehiyê hate girtin. Ji noxteyeke ku ji aliyê AFAD’ê ve hatiye avakirin, destûr tê dayîn ku rojnamevan kêşanê bikin. Ferdên malbatê jî destûrê nadin ku rojnamevan nêzî malê bibin. 
 
ÇI QEWIMÎ?
 
Guran, di 21’ê tebaxê de saet di 13.00’an de ji bo ku biçe Qursa Qûranê ji mala xwe derket. Guran dora saet 15.00’an jî ji qursê derket. Malbata Guran, ji bo ku ji keçên xwe agahî negirtin rayedar agahdar kirin. Tîmên AFAD û cendermeyan ên sewqî herêmê hatin kirin, dest bi xebata lêgerînê kir. Di encama xebatan de dîmenên kamerayê ku saet di 15.15’an de ber bi mala xwe ve diçû hatin dîtin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê ya têkildarî bûyerê hatin destpêkirin de îfadeyên bi dehan kesan hatin wergirtin. Di ketin û derketina gund de noxteyên lêgerînê hatin danîn. Hemû wesayîtên ku derbas bûn hatin gerandin. Nêzî 150 ajokarên wesayîtan ku di saeta Narîn windabûye de di rê de derbasbûne hatin lêpirsîn. Her wiha li hin malên terkkirî lêgerîn hate kirin. Zêdetirî qadeke 11 hezar doniman xebatên lêgerînê hatin kirin. 
 
Di 22’yê tebaxê de 3 kîlometre dûrî mala malbata Guranê, di 28’ê tebaxê de jî 2 kîlometre dûrî mala wan du şimikên zarokan ên cuda hatin dîtin. Lê hate diyarkirin ku her du şimik jî ne aydê Guranê ne. 
 
Di 25’ê tebaxê de li ser zinarên 20 mîtro dûrî mala malbata Guranê lekeyên xwînê hatin dîtin. Parçeyên keviran ên lekeyên xwînê li ser bûn hatin lêkolînkirin. Piştî lêkolînê Walîtiya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku lekeyên xwînê ne aydê Guran, aydê zarokekî ku li gund xwîn ji difina wî hatiye ye.  
 
Di 28’ê tebaxê de xebat li Çemê Selmî yê 2 kîlometreyan dûrî gund hatin zêdekirin. Lê li vir jî tu şop nehatin dîtin. 
 
KEKÊ WÎ HATE BINÇAVKIRIN  
 
Kekê Guran, E. Guran di 29’ê tebaxê de ji ber şopên gezan ên li ser destê wî hate binçavkirin. Piştî ku nehate tespîtkirin ku geza li ser destê E.G’yê aydê kê ye, di 30’ê tebaxê de hate berdan. Roja ku kekê Guranê hate binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Amedê ve têkildarî nûçeyên derbarê Guranê de biryara qedexeya weşanê da. 
 
Di 1’ê îlonê de li zeviyeke li gundê Derbişûr ê cîranê gund lêgerîn hate kirin. Di xebatên hatin kirin de parçeyên cilan û potikên hatin dîtin weke delîl hatin wergirtin û ji bo lêkolînê şandin Saziya Tiba Edlî (ATK). 
 
APÊ WÊ HATE GIRTIN  
 
Di 1’ê îlonê de jî apê Guranê Salîm Guran ku di heman demê de muxtarê gundê Çulî ye hate binçavkirin. Guran ê di 2’yê îlonê de îfadeya wî ya dozgeriyê hate wergirtin, bi hincetên “di wesayîta wî de mînakên DNA’yê yên aydê Narîn Guranê hatine dîtin û îfadeyên binakok dane” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hate kirin. Guran ji ber sûcên “Kuştina biqestî” û “Kesî ji azadiya wî bêpar bihêle” hate girtin. Hate îdiakirin ku ap Guran wiha gotiye: “Narîn qet li wesayîta min siwar nebû. Dema ku min deriyê wesayîtê vekirî dihêlan dibe ku ew bi xwe siwar bibe.”
 
Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, diyar kir ku ji ber mînakên DNA’yê yên di wesayîta ap Guran de û mînakên DNA’yê yên ji Yuksel Guran û bav Arîf Guran hatin wergirtin ji hev girtine ap Guran hatiye girtin. Tevî ku Apê Guran bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” hat girtin jî, gotina Tûnç a “Daxwaza me ya bingehîn ew e ku keça me Narîn bi sax û silametî bê dîtin” bal kişand.
 
 
 

Sernavên din

29/03/2025
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir