Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî

AMED - Li Zozanên Hesendînê ya li Pasûrê li dijî projeya madenê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de peyama, “Em ê zozanên xwe nedin tu kesî” hat dayîn. 

Li Zozanên Hesendînê ya bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê ve hewl tê dayîn ku projeyek madenê çêbikin. Ev projeya madenê 6 gund û bi dehan mezrayan wê bixe bin bandora xwe. Bi pêşengiya Komeleya Pasûriyan a Stenbolê (KULP-DER) û Platforma Parastina Zozanên Hesendînê li dijî amadekariya çêkirina projeya madenê mitîng hat lidarxistin. Mitîng li zozanan hat lidarxistin û rêveberên DBP, DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl, hevşaredarên DEM Partiyê û bi sedan şêniyên herêmê beşdar bûn. 
 
Di mitîngê de pankarta “Em li zozanên xwe kana madenê naxwazin” hat vekirin û dowîzên “Bila Hesendîn nebe Îlîç”, “Dest nede xwezaya min” hatin hildan. Bênavber dirûşmeya “Bijî berxwedana Hesendînê” hat berzkirin. 
 
EREN: EM Ê RÊ NEDIN MADENÊ 
 
Endam3e Komîsyhona Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan di mitîngê de axivî û destnîşan kir ku herêm bi xebatên madenê ji avê tê ziwakirin û got: “Maden zirarê dide çavkaniyên gel û xwezaya me. Em li vir mafên xwe yên jiyanê diparêzin. Nikarin me bi projeyên talanê ji axa me ya qedîm bikin. Em ê rê nedin projeya madenê ku qada jiyanê ya gelê me tune bike.” 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku Hevberdevkê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ye jî axivî û wiha got: "Me berê li çemê Pasûrê masiyan digirt, xelkê xwe pê xwedî dikir lê niha ew jî tune ye. Wê demê jî gelek kesan dengên xwe derxist lê mixabin ew bertek nehat mezinkirin. Êdî em ê destûrê nedin vê talanê. Ev zozan zozanên xelkê me ye û xelkê me li zozanên xwe xwedî derkeve. Em tenê ne qadên jiyanê ji bo xwe diparêzin, em di heman demê de xwedî li mafên ajal, xwezayê jî derkevin. Madeyên kîmyasalê ku di çêkirina vê projeyê de bên bikaranîn, wê Çemê Dîcleyê ku li tevahiya Mezopotamyayê belav dibe jî jehrî bike. Em ji bo parastina siboroja xwe li vir in. Hewce bike em ê her roj li vir nobedê bigirin. Em ê vir nekin qurbanê ranta aboriyê. Ev nebat û xweza dewlemendiya me ya herî mezin e. Tu tiştek nikare bikeve pêşiya vê dewlemendiya xwezaya me. Em tenê ne ji bo destekê, ji bo em jî wek we xwedî li vir derkevin, li vir in.” 
 
'EM Ê ZOZANÊN XWE NADIN KESÎ’ 
 
Ayten Ateş jî nerazîbûna xwe ya li dijî projeyê wiha anî ziman: “Ev der cih û warê me ye, jiyana me ye. Em li vir hatin dinyayê. Em ê cihê bav û dayikên xwe nedin kesî. Em naxwazin maden bikeve vir. Em naxwazin ku 20 hezar mirov ji bo zengînbûna çend mirovan perîşan bibin. Em ê jiyan û zozanên xwe nedin tu kesî. Em naxwazin tevirek jî li vir bê xistin.” 
 
Behzat Cengîz jî wiha got: “Heke maden bikeve vir, em ê tune bibin. Ne mimkûn em vê yekê qebûl bikin. Em Zozanên Hesendînê bêxwedî nehêlin. Em bi hev re li dijî madenê têbikoşin. Bila nefesa me tune nebe.” 
 
‘EM HESENDÎNÊ RIZGAR BIKIN’ 
 
Serokê KULP-DER’ê Îflahattin Aslan jî bal kişand ser hewldana çêkirina projeya madenê û got: “Ev tiştên wisa li ku bibin bila bibin, divê kes qebûl neke. Em naxwazin ev maden were çêkirin. Em li ku dibin bila bibin, ruhê me li vir e. Kî li dijî vê rabe em bi wan re ne. Em dikarin bi xwedîderketinê Hesendînê rizgar bikin.” 
 
Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

03/03/2025
10:47 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
10:36 'Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi gavên nû bidome'
10:35 Aytaç: Banga Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne
10:03 Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin
09:44 ‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’
09:43 Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN
02/03/2025
17:00 Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
16:32 Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin
15:17 ‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'
14:52 Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
14:42 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
14:16 NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e
14:10 Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:06 Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
13:51 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin
12:27 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin
12:23 HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin
12:22 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin
11:06 Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin
10:44 ‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’
10:42 Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye
10:32 Tuncer Bakirhan: Muxatabekê banga dîrokî jî Meclis e
10:04 DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive
09:52 'Ji bo çareseriyê êdî dora dewletê ye’
09:45 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin li ser aştiyê diaxivin’ derket
09:39 Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin
09:38 Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye
09:03 ‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’
09:00 ROJEVA 2’YÊ ADARA 2025’AN
01/03/2025
16:06 Ji xizmên windayan piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
15:25 Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
14:36 Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê
14:26 Onder: Hefteya pêş wê gelek tişt zelal bibin
14:18 Li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
12:36 OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
12:32 ANHA 12 salî ye
10:30 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
15:31 Banga dîrokî dê bi wêne be
15:27 Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
15:12 Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
15:10 Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
14:18 Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
14:06 Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
13:59 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
13:37 Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
13:17 SOHR: Di nava 24 saetan de herî kêm 5 kes hatin kuştin
13:03 Xelkê Botanê ji bo banga dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ket
12:31 Amed xwe ji bo banga dîrokî amade dike
12:30 Qada Bajar a Wanê ji bo banga dîrokî amade ye
11:58 Cihê ku dê banga dîrokî lê were kirin diyar bû
11:56 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:54 Parlamentoya Îranê pêşniyarqanûna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê red kir