Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xizmên girtiyan a “Dawî li tecrîdê bînin” ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dane destpêkirin, di hefteya 15’an de berdewam kir. 
 
Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, ev 15 hefte ne tên gel hev. Çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” vê hefteyê li Edene, Mêrsîn û Wanê hate domandin. 
 
WAN 
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛAY-DER) li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rêya Armûşê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Deng bidin girtîgehan” û “Tecrîdê bi dawî bikin” hatin hilgirtin. Çalakvanan di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Zulkuf Uçar, Mahmûd Dîndar û Sînan Çîftyurek, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navend û navçeyên navendî, Meclisa Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan û gelek kes tev li çalakiyê bûn.
 
‘HER SAL 100 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DIDIN’
 
Rêveberê DBP’ê yê navçeya Tûşbayê Emîn Bagatur di çalakiyê de metna daxuyaniyê xwend. Bagatur, anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê hiqûqa neteweyî û navneteweyî tê binpêkirin. Bagatur, destnîşan kir ku gelek girtiyên siyasî bêyî hincetên hiqûqî bi demên dirêj di girtîgehê de tên ragirtin, mafên jiyan, tenduristî, werzîş, agahîgirtin, parêzer û malbatê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Bagatur, da zanîn ku divê girtiyên weke zarok, nexweş, astengdar û pîr demildest bên berdan û wiha berdewam kir: “Her sal zêdetirî 100 girtî û mehkûm di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin. Ji van mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê hikûmeta AKP-MHP'ê berpirsyar e. Her yek ji van kuştineke siyasî ye.”
 
‘AKP-MHP BI KODÊN SALÊN 90’Î NÊZ DIBIN’
 
Bagatur, bal kişand ser girtin û binçavkirinên ji ber “govendên kurdî” û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi kodên salên 90’î nêzî pirsgirêka kurd, zimanê kurdî û rastiya Kurdistanê dibe. Bagatur, destnîşan kir ku di meha dawî de zêdetirî 30 kes di çarçoveya êrişên li dijî gotin, govend û dirûşmên kurdî de şandin girtîgehê û wiha pê de çû: “Ev nêzîkatiya ku ciwanên kurd bi şert û mercên binçavkirinê yên derqanûnî, bi rêbazên îşkenceya nîjadperest krîmînalîze dike, zîhniyeta ku vî welatî winda kiriye ye. Ji ber ku sed sal in pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin, îro Tirkiye sed sal li paş dewletên din maye.”
 
574 SERLÊDAN HATINE KIRIN
 
Bi domdarî Bagatur bal kişand ser derhiqûqiya li Girava Îmraliyê û da zanîn ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi milyonan kes weke “nifteya çareseriyê” dibînin, berdewam dike. Bagatur, anî ziman ku herî dawî di 25’ê adara 2021’an de agahî ji Ocalan hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 25'ê adara 2021'an heta niha 397 jê parêzer û 177 jî malbat bi giştî 574 serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin. Lê hemû serlêdan yan bêbersiv hatine hiştin an jî bi hinceta ‘cezayê disiplînê’ hatine redkirin. Her wiha binpêkirina mafan a der barê birêz Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê jî didomin. Ji aliyê din ve gelek caran ji raya giştî re hat eşkerekirin ku cezayên giran ên muebbetê yên li Tirkiyeyê pergala binpêkirina mafên bingehîn e û ev pêkanîn bi tecrîdê girantir dibin.”
 
‘ERKA XWE PÊK BÎNIN’
 
Bagatur, herî dawî jî ev bang li baro û saziyên demokratîk kir: “Berpirsiyarê vê pergala tecrîd û îşkenceyê ya ku berdewam dike, gelek sazî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî bi taybetî Wezareta Dadê ye. Em bang li hemû baroyan, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk bi taybet CPT’yê dikin ku li hemberî van polîtîkayên bêhiqûqî, derqanûnî û tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên meşandin, erka xwe pêk bînin.”
 
Çalakî, bi çepik û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
 
EDENE
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, Komeleya Piştevaniya b Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) jî li Edeneyê daxuyanî dan. Destûr nehat dayin ku beşdar biçin pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar. Çalakvanan li ser cadeya li hemberî avahiya AKP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de beşdaran pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin, pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Ji tecrîdê re na, aştî a niha” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr têkildarî mijarê daxuyanî xwend. Aydemîr, got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi awayekî derhiqûqî û keyfî tê domandin. Aydemîr, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Aydemî, xwest ku tecrîd tavilê were rakirin û ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane gav bên avêtin. 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi çepik û dirûşman bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
Li Mêrsînê destûr nehat dayin ku çalakvan biçin pêşiya avahiya AKP’ê ya bjar. Xizmên girtiyan û kesên pê re jî çalakiya rûniştinê li dar xistin û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" bertek nîşan dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Reşa Aşan li cihê hatibûn astengkirin daxuyanî da û da zanîn ku tecrîd welat ji hev parçe dike. Aşan, wiha dom kir: “Hewl didin kurdan ji hêla çandî û siyasî ve tesfiye bikin. Em dibêjin ku dê nekarin bi ser kevin. Rakirina tecrîdê dê li Tirkiyeyê rê li ber pêvajoyeke guftûgoyê ya nû veke. Divê muxalefet û îktîdar bi hev re ji bo rakirina tecrîdê bikeve nava hewldanan. Ji ber ku di dawiya dawî de dê her rûnin ser maseyê û ev pirsgirêk dê bi rêya muzakereyan çareser bibe. Di halê hazir de muxatab diyar in. Di sala 2013’an de çawa ku dewletê bi xwe li Îmraliyê mase ava kir û bi birêz Ocalan re muzakere kiribin, îro jî muxatab heman in. Polîtîkayên tecrîdê vî welatî ber bi nebaşiyê ve dibin. Divê dev jê were berdan. Bingeha guftûgo û çareseriyê li Tirkiye û Kurdistanê heye lê divê muxalefet û îktîdar îradeyekî raber bike. Divê ev îradeye tavilê bê nîşandan.” 

Sernavên din

23/02/2025
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin