Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû

  • rojane
  • 10:27 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÊLIH - Dayikên ku piştî girtinê rastî zexta lêgerîna tazî hatin wiha gotin: “Heta vî emrê xwe me tiştekî wiha nedîtiye. Bi por û dersokên xwe yên spî em di girtîgehê de tên ragirtin.” 
 
Artêşa tirk di 22’yê hezîranê de li dijî gundê Bilexşê yê Kercews a Êlihê operasyona leşkerî da destpêkirin. Gund hate dorpêçkirin û dorpêç di 6’ê tîrmehê de hate rakirin. Piştre jî bi ser malan de hate girtin û 11 kes hatin binçavkirin. Her 11 kesên bi lêdanê hatin binçavkirin, di 9’ê tîrmehê de hatin berdan. Piştre li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, dayikên bi navên Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) jî di nav de 9 kes hatin girtin. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Zeynep Oduncu çû serdana dayikên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê tên ragirtin. Oduncu, da zanîn ku mexdûriyeta xelkê herêmê bi biryara qedexeya li herêma Mawayê ya Heskîfê re dest pê kiriye û di tevahiya qedexeyê de destûr nehatiye dayîn bikevin gund jî. Oduncu, bi bîr xist ku piştî rakirina qedexeyê şêniyên gund hatine binçavkirin û piştre hatine berdan. Oduncu, wiha domand: “Welatî vegeriyan gundê xwe. Em çûn serdana wan û me rewşa wan pirsî. Gotin ku tu sûcekî wan nîne û nizanin bê çima hatine binçavkirin. Diyar kirin ku gund bi balafirên şer hatiye bombebarankirin lê ew hatine bniçavkirin.” 
 
Di berdewamê de Oduncu got ku şêniyên gund li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hatine binçavkirin û girtin. Oduncu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev mirov li gund dijîn. Debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin. Jixwe em qala kesên bi zor û zehmet dikarin biçin nav zeviyên xwe û govê dikin. Dayikên me bi rastî jî hem kal in hem jî nexweş. Di destên wan de poşetên dermanan çûn edliyeyê û mixabin hatin girtin. Bi rastî jî sepaneke dermirovî li wan hate ferzkirin.” 
 
DAYIK: DEMA ME CIL JI XWE DIKIRIN ME ŞERM KIR 
 
Oduncu, da zanîn ku duh çûye serdana dayikên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê tên ragirtin û ev agahî parve kir: “Di ketina girtîgehê de ji dayikan re gotine ku li gorî prosedûrê dê lêgerîna tazî bikin. Dayik jî cara ewil e hatine girtin lewma haya wan jê nebûye û lêgerîna tazî hatiye kirin. Dayikên me digotin ‘Me ji vê rewşa xwe şerm kir. Dema me cil ji xwe dikir me şerm kir. Ji ber ku heta vî emrê xwe me tiştekî wiha nedîtibû. Ez li mala xwe destê xwe heta zendikê tazî nakim lê mixabin em li vir tazî kirin. Li cil û bergên me nihêrtin.’ Bi rastî jî dayik ji ber vê rewşê pir xemgîn bûne. Divê mirov dubare bibêje bê ka ev sepana li Tirkiyeyê çiqasî dermirovî ye.” 
 
PEYAMA DAYIKAN 
 
Dayikan, bi rêya Oduncu peyamek şandin. Peyama dayikan wiha ye: “Em îro bi por û dersokên xwe yên spî di girtîgehê de tên ragirtin. Em gelek spasiya wan kesên li dijî vê bêedaletiyê em bi tenê nehiştin dikin. Em dixwazin demek beriya demekî heq û hiqûq bi ser keve. Ji ber ku me ev yek heq nekiribû.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

13/02/2025
10:01 KCK: Yên bang kirin bila şert û mercan çêbikin
09:47 HDK biisrar e ku aştiyê civakî bike
09:33 Tehliyeya Kandemîr bi hinceta ‘greva birçîbûnê’ taloq kirin
09:09 'Kî çi stratejiyê ava dike bila bike, lê mecbûr e HSD'ê bibîne'
09:09 Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye
09:07 Di bin banê NÇM'ê de ‘Koma Vejîn’ hat avakirin
09:02 Her sal di 15'ê Sibatê de rojî digire: Wê komploger winda bikin
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2025’AN
08:41 Gel ev 3 roj e li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide
12/02/2025
16:47 Malbata Rojwelat Kizmaz: Bila berpirsyar hesabê bidin
16:39 Dadgeha Bilind cezayê ‘endamtiyê’ yê Ayşe Gokkkan betal kir
16:14 Ma Music çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê
16:09 Amedsporê banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê kir
15:41 Di çalakiya li Akdenîzê de bertek nîşanî cezayê li Zeydan hatiye birîn dan
15:32 IFJ’ê bertek nîşanî fesxkirina Sendîkaya Rojnamegeran a Sûriyeyê da
15:20 Dewleta tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
14:15 Ji bo Koyluoglû mewlûd hat dayin: Dê peyrewên wî têkoşîna heqîqetê bidomînin
14:07 Îdianameya Îmamoglû hate qebûlkirin
13:57 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Akyuz hate rakirin
13:46 Rojnameger Samî Yilmaz hate binçavkirin
13:43 Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin
13:34 Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest
13:17 Li Wanê çalakiya girseyî: Em ê îradeya gel biparêzin
13:10 DBP dê li Amedê kongreyê li dar bixe
12:58 Li Salîhliyê 18 kes hatin binçavkirin
12:26 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
12:16 AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da
12:00 MYK’a DBP’ê: Em ê li dijî êrişên ser HDK’ê têbikoşin
11:53 Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin
11:42 Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin
11:21 Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn
11:20 Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin
11:14 Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe
10:18 Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin
10:18 Amed bi berfê xemilî
09:16 Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng
09:11 Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim
09:10 Margaret Owen: Heya Ocalan azad nebe em ê nikaribin li ser aştiyê biaxivin
09:06 Farisogûllari: Ger AKP pêvajoyê bixitimîne ya winda bike wê Tirkiye be
09:02 'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, em amade ne bitêkoşin'
09:01 Kaganarslan: Ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk divê
09:00 ROJEVA 12’Ê SIBATA 2025’AN
08:34 Li Wanê dê daxuyaniya girseyî were dayin
08:31 Hevşaredar Neslihan Şedal: Em ê rê nedin xespkirinê
08:31 Berxwedan li taxan belav bû
08:30 Xelkê Wanê heta serê sibehê li pêşiya şaredariyê bû
11/02/2025
23:59 Tevî sar û seqemê jî bi hezaran kes li ber şaredariyê ne
16:24 Li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li Wanê kon hate vegirtin
16:19 Li pêşiya Girtîgeha Evînê çalakî: Darvekirinan bidin sekinandin
16:18 Gundê Kobanê tê bombebarankirin
16:12 Neslîhan Şedal: Gelê hûn îradeya wê tune dihesibînin dê çawa pê re aştiyê bikin?
16:04 Di 12 salan de 742 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:52 HDK’ê ji dozgeriyêr e got: Ne hedê tu kesî ye kongreya me tawanbar bike
15:33 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket
15:32 Şîna Koyluoglû hate ziyaretkirin: Dê têkoşîna me de her dem bijîn
15:13 Tulay Hatîmogûllari: Dibe ku banga Ocalan bi 15’ê Sibatê re negihije
14:11 Xelkê Wanê: Em ê careke din mezin li ber xwe bidin
12:44 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Plana we ya çareseriyê çi ye?
12:29 Aktar: Biryara ji berê ve hatibû dayin xwendin
Karaman: Mesele talankirina Şaredariya Wanê ye
11:52 Di doza rojnamegeran de dê aqûbeta dosyayên cuda were pirsîn
11:33 Di doza Safîturk de daxwaza jinûve darizandinê
11:31 Li Rihayê kesek hate binçavkirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Necla Demîr: Dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê
10:43 Parêzerê Aktar: Biryareke siyasî ye û ji bo tayînkirina qeyûm hat dayin
10:29 Li pêşiya şaredariyê protesto: Em ê rê nedin xespkar û dizan!
10:12 Abdullah Zeydan: Tu hukmê vê biryarê tune ye
10:05 Xelkê Wanê diherike ber avahiya şaredariyê
10:04 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Zeydan
09:52 Abdullah Ocalan dê bangekî çawa bike: Ji Şandeya Îmraliyê Onder ji MA’yê re vegot
09:28 Çîrokên çalakvanên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
09:09 Zhiyan Yaseen: Iraq bi qanûna rewşa kesane re îstîsmara zarokan rewa dike
09:08 Jinan ji bo 'Sala Malbatê' got: Ka berpirsiyariya bav?
09:07 Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Armanc Lîga 2'yemîn e
09:05 Berdana girtî Tekîn ji ber cezayên disiplînê hat astengkirin
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’