Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin

  • rojane
  • 09:17 18 Tîrmeh 2024
  • |
img
RIHA - Vedat Kurt ê ji Rihayê li Antalyayê ji ber ku yewmiyeya xwe ji xwediyên kar xwestibû, bi îşkenceyê re rû bi rû mabû. Kurt qala îşkenceyê kir û banga piştevaniya doza xwe ku dê di 16’ê cotmehê de bê lidarxistin kir. 
 
Vedat Kurt (22) karkerek ji navçeya Pirsûsa Rihayê ye. Ji bo kar diçe Antalyayê. Kurt li cihê karê ku lê dixebite, yewmiyeya xwe dixwaze. Xwediyên kar îşkenceya giran li Vedat Kurt dikin. Bi rojan hatiye desteserkirin. Kurt tiştên hatine serê wî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal belav kir û ev rewş derket holê. 
 
Vedat Kurt di sibata 2020’an de ji bo xebatê diçe Antalyayê. Kurt li vir li kargeha bi navê "Antepli Ahmet Usta" dest bi kar kir. Kurt di 13'ê cotmeha 2020'an de dema ku heqdest-yewmiyeya xwe yê rojane ku wernegirtiye dixwaze, ji aliyê xwediyên dikanê A. T., O. T., S. T. û A. A. bi îşkeneya giran re rû bi rû dimîne. Hat gotin; xwediyên kar diranên Kurt kişandine û bi ceyran û daran îşkence lê kirin e. Kurt piştî îşkenceyê bi rojan tê desteserkirin. Kurt di dema desteserkirinê de dîsa bi îşkenceya benê berazan û pêxwarina kêzikan re rû bi rû dimîne. 
 
Piştî birînên Kurt baş dibin tê berdan. Ew piştî bûyerê bi 2 salan şûnve tê Rihayê. Der barê 4 kesên îşkence lê dikin de gilî dike. Kurt paşê jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê dide. Lêpirsîn tê destpêkirin û di vê çarçoveyê de der barê 4 îşkencekaran de biryara binçavkirinê tê derxistin û biryar tê dayîn ku eşyayên wan ên elektronîk bên desteserkirin. Bersûc tên binçavkirin û telefonên wan tên desteserkirin. Di telefonên îşkencekaran de dîmen û wêneyên aîdî kêliya îşkenceya li Kurt hatiye kirin, hatin dîtin. 
 
4 ÎŞKENCEKAR NEGIRTÎ TÊN DARIZANDIN 
 
Ew 4 îşkencekar tên girtin û piştî 50 rojan bi hinceta “delîlên têrkirî tune ne” hatin berdan. Dozger ji sûcên “kes ji azadiya wî bêpar hiştin e”, “ji kesekî zêdetir nîvê şevê talana bi çek û tundiyê û gef xwarin e û bi rêya hîleyê kes ji azadiya wî bêpar hiştine” der barê 4 bersûcan de îdianame amade kir. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê îdianame qebûl kir. 
 
Heta îro der barê 4 bersûcan de 9 danîşin hatine lidarxistin. Danişîna 10’emîn a dozê dê di 16’ê cotmehê de bê lidarxistin. 
 
HEQDESTÊ WÎ XWARIN E 
 
Kurt ê ku niha li Pirsûsê dijî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa tiştên hatine serê wî kir. Kurt diyar kir ku ji bo debara xwe bike çûye Antalyayê û got ku wî li "Servîsa Lênêrîna Taybet a Antepliler" (Antepli Ahmet Usta) ya li Sîteya Pîşesaziya Yeşîl dest bi kar kiriye û di heyama ewil de heqdestên xwe tam wergirtiye. Kurt got: "Piştî mehek û nîvê meaşê min hat kêmkirin. Dema min ji wan pirsî, ‘Em meaşê te komî ser hevdikin, em ê wisa bidin te’ç Piştî 4-5 meh û nîvan, min got, ‘Bi qasî ku meaşê min ketiye ser hev, bide min’. Paşê, min çend mehên din jî dengê xwe nekir. Dîsa min pereyê xwe ji wan xwest. Hindik mabû wê bigotina, ‘pereyê te tune ye’.” 
 
WÎ SÊ MEHAN DESTESER KIRINE 
 
Kurt diyar kir ku piştî ew vegeriyaye Antalyayê, xwediyên kar wî ew li wesayîtekê siwar kirin da ku wî bibin malê û wiha got: "Ji bo biçin malê tenê rêyek mabû. Lê ji nişka ve li rêyek din zivirîn. Min birin qadek daristanî. Li vir li min dan û dest bi îşkenceyê kirin. Telefona min avêtin. Paşê min birin mala karkeran. Bi benê berazan min girê dan. Kêzikan bi min dan xwarin. Li min dan û îşkenceyek giran li min kirin. Sê mehan min desteser kirin. Tenê min dikaribû şorbeyê bixwara. Dema malbata min, li min digeriya bi zora sîlehê min didan axaftin. Digotin tiştekî ji malbata xwe re nebêje. Malbata min piştî salek û nîvê hîn bû ku îşkence li min hatiye kirin. Min berdan. Ez neçar mam bi wan re bixebitim. Çimkî hê jî pereyê min nedabûn min. Tenê di destê min de gilîkirin mabû. Wekî din çareyek min din nebû. Ez dîsa nêzî deh mehan li cem wan xebitîm. Dîsa heqaret li min dikirin.” 
 
ÎŞKENCEYÊ BI TELEFONA XWE QEYD KIRINE 
 
Kurt destnîşan kir ku dîmenên îşkenceyê di telefonên bersûcan de derketin holê. Kurt anî ziman ku tevî ku 9 danişîn hatin lidarxistin jî ew kes hê jî negirtî tên darizandin û ji bersûcan A.A. ewilî îşkenceyê qebûl kir û di danişînê piştre de îfadeya xwe bi paş ve kişand. 
 
GEFXWARIN DEWAM KIRIYE 
 
Kurt da zanîn ku kesên şahidiya îşkenceyê kirin di dadgehê de gotin ku wan tiştekî nedîtiye û ji ber ku wî serî li ber wan kesan rakir, ev yek hatin serê wî. Kurt diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de ji bo ku ew dev ji gilîkirina xwe berde wan kesan dîsa gef lê xwariye. 
 
JI BO DANIŞÎNÊ BANG KIR
 
Kurt bi bîr xist ku wê danişîna 10’emîn a doza wî di 16’ê cotmehê de bê lidarxistin û got: “Ez naxwazim di danişînê de tenê bim. Ez dixwazim her kesê xwedî hestiyar tev li danişîna min bibe û li ber vê zilmê bêdeng nemînin.”
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

02/02/2025
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin