Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin

  • rojane
  • 11:12 12 Tîrmeh 2024
  • |

ENQERE - Kordînasyona Kampanyaya Nan û Edalet a DEM Partiyê bernameya meha tîrmehê ya hevdîtinên ku li dar dixe aşkere kir. Li dijî krîzên piralî banga têkoşîna hevpar hate kirin û wiha hate gotin: “Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk, yekgirtî û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”

DEM Partî têkildarî “Hevdîtinên Nan û Edaletê” ku dê bide destpêkirinê daxuyaniyê da. Endamên Koordînasyona Hevdîtinên Nan û Edaletê Sevtap Akdag û Îbrahîm Akin li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin û têkildarî mijarê axivîn.
 
Îbrahîm Akin ê di civînê de ewilî axivî, diyar kir ku cîhan krîzên piralî re rû bi rû ye û anî ziman ku li Tirkiyeyê jî ev krîza ku berdewam dike kûrtir tê hîskirin. Akin ê bal kişand ser encamên hilbijartinên herêmî, da zanîn ku ji sedî 74 nifûsê deng daye mûxalefetê û yên mayî dane desthilatê û wiha got: “Krîzeke bi rêveberinê derket holê. Desthilatê rewabûna xwe kir mijara nîqaşê. Hewl dide fatoreya krîza aboriyê ji xizanan re bibire. Em baş dizanin ku sedemê vê krîza aborî ne xizan, teqawîd, xebatkar û mirovên karê çandiniyê dikin nînin. Lê em bi feraseteke ku dixwaze fatorayê ji wan re bibire re rûbirû ne.”
 
PEYWÎRA SERDEMA NÛ 
 
Akin, bi lêv kir ku welatî naxwazin vê fatoreyê bidin û îtîraz dikin û anî ziman ku piştgiriya vê îtîrazê dikin û hewl dane zêdetir bi rêxistin bikin. Akin ê îşaret bi kampanyaya “Nan û Edalet” jî kir ev tişt gotin: “Em bi biryar in ku bi teqawîdan, kedkaran, gundiyên di çandiniyê de xizan bûn û dikandarên ku beşa navîn hewl didin wan tesfiye bikin re xeta têkoşînê bi rêxistin bikin. Ji bo ku ev xet were pêşve birin, bihêzkirin, bi hemû gelên li Tirkiyeyê re were bahev, dê bibe peywîra DEM Partiyê ya herî girîng a bingehîn.”
 
HEVKARÎ KÊM E
 
Akin, bal kişand ku girîng e muxalefet li dijî krîzê bikeve nava hevkariyê û da zanîn ku ev hevkarî kêm maye û divê yekitî bihêztir bibe. Akin, qala polîtîkayên aboriyê yên Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek bi rê ve dibe kir û wiha ev tişt gotin: “Ev biryar weke ku di dîroka Tirkiyeyê de tê dîtin bi şertên awarte an jî derbeyan ketin meriyetê. Em difirikin ku biryarên Şîmşek li vî welatî her tim bêedaletiyê xwedî dikin. Dîsa dema ji aliyê cotkaran ve lê binêrin li vî welatî hejmara cotkaran a nêzî milyonek û 173 hezaran niha ber bi 511 hezar û 900’an ve dikeve. Ji ber vê yekê ev reqam jî nîşan didin ku em bi xizaniyeke zêde re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê ji sedî 10’ê nifûsê di şertên baş de ji sedî 90’î nifûsê jî di şertên herî zor de dijîn. Li dijî vê em ê di rojên pêş de di çarçoveya xeta têkoşînê ya em ê bi rê ve bibin de têkoşîna xwe ya demokratîk û lêgerîna edaletê bidomînin.”
 
DIJMINÊ HERKESÊ YE
 
Akin, anî ziman ku di gelek qadan de bêedaletî pêk tên û yek ji van êrişên li dijî ekolojiyê ne û kanên madenê yên hatin vekirin, ji holê rakirina daristanan û gelek hilweşîn bi bîr xistin. Akin, ê îşaret bi qadên çandiniyê jî kirin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qadeke nêzî 2 milyon û 300 hezar mîtroçargeşoyan ji vî alî ve hatiye dagirkirin. Bi kurtasî ji welatekî ku têra xwe bike derketiye û xurek tên îthal kirin. Ma tenê li vir di qadên din de jî krîz hene. Di rojên pêşiya me de dê qanûnek bê Meclisê û jiyana sewalên me di bin gefê de ye. Ji ber wê yekê ev desthilat dijminatiya herkesê dike. Ne tenê ya sewalan dijminatiya herkesê dike. Dijminatiya kesên xebatkar dike. Bi polîtîkaya xizankirin, krîza aboriyê bi awayekî hiqûqî bi bêedaletiyan dijminatiyê dike.”
 
Sevtap Akdagê jî bi lêv kir ku Tirkiye di endeksa xizaniya kurewî ya 2024’an de di nava 157’an welatan de rêza 5’emîn de ye û wiha got: “Dema em ji aliyê xizaniya xebatkaran lê binêrin ji sedî 15 em li Yekitiya Ewropayê di rêza yekemîn de ne. Dema em ji aliyê bilindbûna enflasyonê lê binêrin di cîhanê de di rêza 5’emîn de ne, di nava welatên OECD’yê de di rêza yekemîn de ne. Ji sala 2021’an ve li vî welatî bihayên xurek û enerjiyê tam 3 qet zêde bûne. Li tevahiya cîhanê bihayên xurekan dikevin lê em bi bihayên zêde yên xurekan re rû bi rû ne. Li gorî daneyên TUÎK’ê ji meha çileyê heta gulana 2024’an enflasyon ji sedî 22.72 ketiye. Ev tê çi wateyê, di pênc mehên ewil de nirxê mûçeyê kêmtirîn ê 17 hezar lîre ketiye 13 hezar û 139 lîreyan. Ev jî tê wateya reqama ji berîka karker hatiye dizîn. Bêyî ku şerm bike jî dibêjin mûçeyê kêmtirîn ê herî zêde li cem me ye. Lê ev hejmar dibêjin ku sînorê birçîbûnê 19 hezar e. Ji destpêka AKP’ê heta niha hêza kirînê ya teqawîdan ji 4’an 3 ketiye. Li gorî 2002’yan hêza kirînê hatiye asta ji 4’an 1’ê.”
 
ŞIRKET HER KU DIÇIN MEZIN Û DEWLEMEND DIBIN 
 
Akdag axaftina xwe wiha domand: “Divê meriv di vir de yên şanaz û mesûd bihejmêre. Kara sala 2023’an a 10 bankayên mezin 500 milyarî derbas kiriye. Ev pere dike 30 hezar meaşê asgarî. Di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de di borseya Stenbolê de 10 şirketên herî mezin ji sedî 52 mezin bûne. Tê gotin ku kara van şirketan û bankayan ji sedî 300 û ji sedî 500 e. Li aliyekî ev şirket û banka mezin û dewlemend dibin li aliyekî jî ji ber polîtîkayên şer cotkar û sewalvaniyê hatine asta qedandinê. Ev tenê çend meseleyên ku em behs dikin e. Hem li ser her meseleyek rawestin, divê em li vir bi saetan biaxivin. 
 
BERNAMEYÊN ŞÊLANDINA GEL 
 
Em dibêjin divê demildest dev ji van polîtîkayan bê berdan. Ev bernameyên aboriyê ku datînin pêşiya me hin bêtir xelkê feqîr dikin û dişêlînin. Ev bername bernameyên feqîran feqîrtir dike, dewlemendan dewlementir dike. Em dibêjin ku em li dijî hin polîtîkayên ku hikûmet datîne pêşiya me ne. Em di Hevdîtinên Nan û Edaletê de van bi hûrgulî vebêjin. Em nebihakirina meaşê asgarî qebûl nakin. Divê meaşê asgarî her sal çar caran were zêdekirin. Tîrmeh jî daxilî vê yekê ye. Divê ku meaşê asgarî di bin sînorê birçîbûn û feqîriyê de neyê hiştin. Divê meaşê asgarî nîvê sînorê feqîriyê be. 
 
MESELEYA TEQAWÎDAN 
 
Her wiha em dibêjin divê meaşê teqawîdan ê herî kêm bi qasî meaşê asgarî be. Lazim e ji bo teqawîdan her tişt bê kirin. Pirsgirêka mayîn ango kirêyan zêdetir dibe. Her ku diçe dibe meseleyek girîng. Divê zêdekirina kirêyan ji holê were rakirin. Divê konut ango xaniyên ku her kes dikaribe bi meaşê asgarî heqê wan bide bên çêkirin. 
 
POLÎTÎKAYÊN NEWEKHEVIYÊ 
 
Rêjeya îstîhdamê ya jinan ji sedî 32, 5 e û ya zilaman ji sedî 66.9 e. Yanî divê şertûmercên îstîhdamê yên wekhev û şertên mirovî bên dabînkirin. Hewcedarî bi polîtîkayek sererastkirina meaş û jiyana xebatê heye. Ji ber polîtîkayên şer  newekheviya erdnîgarî û herêmî derketiye asta herî jor. Li şûna polîtîkayên şer divê polîtîkayên koperatîfan û polîtîkayên pêşdeçûyî werin afirandin û bikevin meriyetê. 
 
Em ê wek DEM Partiyê ji bo mafên kedkaran, feqîran, cotkaran, teqawîdan û her kesî heta ku dawî li vê pergala diziyê û şêlandinê were, têbikoşin. 
 
Wateya Hevdîtinên Nan û Edaletê ev e; em dixwazin hewl bidin bi van hevdîtinên xwe mudaxileya van hemû tiştan bikin. Heta ku em çareseriyê bibînin, wê ev têkoşîn û hevdîtinên me berdewam bikin. Di vê mijarê de rêbaza me hêsan e. Em ê bi milyonan mirovên ku bi feqîriyê, zext û zilmê re rû bi rû hatine hiştin, hevdîtinan bikin. Em dest û milên xwe bidin hev û em ê daxwazên wan bînin holê û vebijêrka çareseriyê biafirînin. Em ê xwedî li ked û azadiyê derkevin, em ê ji bo civakek wekhev, edaletxwaz û aram hevdîtinan bikin. Ji bo em tiştên ji gel hatine dizîn bi paş ve li gel bidin vegerandin, em ê li her devera Tirkiyeyê bibin reng û dengê xelkê. Em ê ji bo nan û edaletê bên cem hev. 
 
BERNAMEYA HEVDÎTINAN 
 
Bi vê boneyê em ê di 19’ê Tîrmehê de li Mêrdînê bi mitînga çandiniyê dest pê bikin. Em ê vê pêl bi pêl li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin. Em ê di sala 2024’an de di bin sernavên ku saziyên me yên bajarên li seranserê Tirkiyeyê destnîşan kirine de civî ango hevdîtinên Nan û Edaletê li dar bixin û bi pirsgirêkên bingehîn ên wê herêmê re bên cem hev û çareseriyan derxînin holê. Ji ber ku ev bername heya dawiya salê berdewam dike, em ê di her qonaxê de agahdariya berfirehtir bidin we. Îro ez tenê dixwazim bernameya meha tîrmehê bi we re parve bikim. Piştî ku di 19'ê Tîrmehê de li Mêrdînê em hatin cem hev, di 25'ê tîrmehê de li Agiriyê bi dikandaran û nûnerên rêxistinên sivîl re hevdîtin bikin, em ê pirsgirêkên dikandar ku ji ber girtina deriyên sînor perîşan bûne guhdarî bikin û bi hev re pêşniyarên çareseriyê biaxivin. Em ê di 28’ê tîrmehê de li Êlihê ku bajarekî mezin ê karkeran e, bi karker û kedkarên ji pêkhateyên cuda re hevdîtinê pêk bînin û li ser pirsgirêkên wan û pêşniyarên çareseriyê biaxivin.  Em ê di 29ê tîrmehê de li Hatayê bin. Em ê bi kesên ku hîna bi pirsgirêkên erdhejê re rû bir û ne re bicivin, em ê li dijî van pêkanînên derqanûnî yên ku wek qada rezervê hatine bicihkirin hevdîtinan li dar bixin."
 
 

Sernavên din

22/01/2025
09:37 Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
09:23 Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
09:22 Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
09:17 Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
09:03 Iraqê guherîna di ‘Qanûna statûya şexsî’ de erê kir
09:02 Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin