Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike

ŞIRNEX - Li Gabarê ku xwezaya wê tê qirkirin, neft di ser çavkaniyên avê re tê rijandin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku gelek kaniyên avê ziwa bûne û gotin: "Çavkaniyên ava Gabarê hemû qirêj û jehrî kirin. Mirov êdî nikare wê avê vexwe." 
 
Texrîbata ekolojîk a li navenda Şirnexê û bejahiyên navçeyên wê ku zêdetirî sê sal in hatiye destpêkirin, didome. Bi sala ne qadên daristanî yên herêmên Besta, Cûdî û Gabarê di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de tên tunekirin. Di salên dawî de bi hinceta hilberandina petrolê, li Gabarê texrîbateke mezin tê kirin. Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li Gabarê gelek qad qulqulî kiriye û xebatên sondajê dike. 
 
Li herêmê dar tên birîn û çavkaniyên avê jî qirêj dibin. Li şûna darên birîn birc û kelehên leşkerî tên çêkirin. Li gelek gundên li quntara Çiyayê Gabarê 30 sal in ketin û derketina wan qedexe ye. Çavkaniyên avên gundên Zivîng, Xurs, Hirareş, Basrê, Miştexan, Dêrşew, Spivyan, Deştlala, Meydîn, Aşilme, Berêmîrê, Şerefê, Zivîng, Germê, Dêra, Awinbinat, Binîsra, Hezara û Biyadê hişk bûne. Hat hînbûn ku nefta ku tê derxistin ji ber ku dirije kaniyên avê yên li herêmê, gelek kaniyên avê ye herêmê ziwa bûne. Darên ku nehatine birin û bax û baxçeyên gel ji ber vê avê neyînî bandor dibin û hişk dibin. Herêma Gabar a ku bi pirbûyina çavkaniyên avê û cûreyên fêkiyan tê zanîn niha bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Şêniyên gundên Gabarê der barê mijarê de axivîn. 
 
'YEK CARÊ ÇAVKANIYÊN AVA HERÊMÊ TUNE KIRIN'
 
Ji gundê Deştlala Alî Guven anî ziman ku petrola ku li herêmê derdixinîn çavkaniyên avê yê li herêmê hişk dike û wiha axivî: "Xwezaya Gabarê bi temamî tê talankirin. Yek carê ji holê rakirine. Hêşinahî li Gabar nehiştine. Darên wê hemû birine û bi sedan sondaj lêdane. Li wir petrolê derdixin û ev zirarê dide me. Êdî ava Gabar nayê vexwarin. Bêhna mazotê ji ava wê tê. Kaniyên Gabar hemû jehrî kirin. Ji bo me Cûdî û Gabar xwedî bi wate ye. Lê bi salane talan dikin. Dar li van deran nehiştin. Hêşinahî tu deverên Gabar de neman. Erê raste herêma Botan li ser deryaya petrolê ye. Bi ser navê petrolê xwezaya me hemû tunekirin. Çavkaniyên ava Gabar hemû qirêjkirin, jehrîkirin. Mirov nikarin wê avê vexwin. Ew kesên ku li ser Petrolê dixebitin bi xwe jî nikarin wê avê vexwin û bi tankeran ji derve ji xwe re avê dibin. Yek carê çavkaniyên avên Gabar jî tunekirin. Ev talûkeye. Li Gabar darên guzan hene, behiv hene, rez hene, darên karçînan hene û her cûreyê fêkî heye. Lê niha çi dikeve ber wan dibirin û talan dikin.  Ev 35 salin gundê min qedexe ye, lê nikarim biçime. Çima ez nikarim îro tasek ava ji gundê vexwim? Jiyan ew ava ye. Gundên me ji talanê re vekirine lê ji me re qedexe ne. Em naxwazin ku xwezaya me talan bikin.Bêdengî ji bo gelê kurd mirine.Pêwîste divê ku gelê kurd vê talanê qebûl neke û li dijî qetilkirina xwezayê li berxwe bide." 
 
'KANIYÊN ME ÇIKANDIN'
 
Ji gundê Meydîn Hatîce Aksoyê jî bi lêv kir ku nefta ku ji herêmê tê derxistin zirareke mezin a cidî dide çavkaniyên wan ê avê û wiha got: "Ev 35 salin ku ketina gundê me qedexe ye. Her demsala biharê em dibêjin em ê biçin ji xwe re giya kom bikin nahêlin. Darên me birin û li Gabar petrol derxistin.Çiyayê Gabar hemû ji xwe re kirin mewzî û cihê rantê. Ev 2 salin li Gabar darên me dibirin. Kaniyên Gabar hemû hişkirin û jehrîkirin. Yek kaniyek nehiştin, hemû xirab kirin. Em dema ku carna diçin wan deran fira avê nine ku em vexwin. Yek carê kaniyên me çikandin û kirin mazot. Li gel çikandina avê darên ku mayin jî hişk bûn. Piştî ku kanî nebe dê dar çawa hebe, jiyan çawa hebe? Em dixwazin ku vê talanê bidin sekinandin û bihêlin ku kaniyên me serbest biherikin."
 
'TU KES NIKARE AVA WÊ VEXWE' 
 
Ji gundê Dêrşew Fatma Guzenê jî bertek nîşanî talankirina xwezaya wan da û daxwaz kir ku destê xwe ji xwezayê wan bikêşin û ev tişt gotin: "Ev çend salin li ser gundê me û axa me çi dixwazin dikin. Darên me dibirin û kaniyên me jî bi mazotê jehrî dikin. Yek jî li hemberî vê talanê dengê xwe dernaxîne. Ev çend salin nahêlin ku em biçin gundê xwe û tenê ji talanê re destûr heye. Xebata petrolê heye û petrol ketiye nav avê û tu kes nikare ava wê vexwe. Kaniyên me hemû çikandin. Darên ku mayin jî hişk bûn. Her darek bi van kaniyan dihatin avdan lê niha av jî nehiştin. Çi dixwazin wê dikin. Ji feydeyê petrolê bêtir zirarê wê gihişte me. Bila destê xwe li ser axa me û xwezaya me vekêşin."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

31/12/2024
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin