DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin

  • rojane
  • 15:39 11 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn bertek nîşanî îdiayên bêbingeh ên rojnameya Yenî Şafakê da û wiha got: “Hûn dixwazin em çok deynin lê gel em hilbijartin. Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin.”
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiya Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) a Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û endamên meclisa şaredariyê, têkildarî îdiayên rojnameya Yenî Şafakê ya bi nêzîkatiya desthilatê tê zanîn ên derbarê şardariyê de li ber şaredariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku gelek kedkar tev li bûn de pankarta “Ji derewan, bêbextiyan û qeyuman re rê tuneyê” hat hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên, “Qeyûm, zext û sirgun nikarin çavên me bitirsînin” û “Medyaya qirêj dê hesab bide” berz kirin.  
 
Hevserokê Şaxa TUM BEL-SEN’ê yê Amedê Mehmet Çandar ku metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku Rojnameya Yenîşafakê bi nûçeyên "bêbingeh û nerast" endamên TUM BEL-SEN’ê yên di şaredariyê de dixebitin dike hedef û got ku Yenîşafak bi nûçeyên hedef nîşandanê li şaredariyan bingeha qeyuman ava dike. Çandar bal kişand ser kiryarên derqanûnî yên piştî qeyûm hate tayînkirin li karkeran hatine kirin û wiha got: “Rojnameya Yenîşafak a ku nûçeyên bêbingeh û nerast diweşîne û hewl dide hincetekê ji darbeya li dijî demokrasiyê re çêbike şermezar dikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên dijdemokratîk bidomînin. Em giliyê vê rojnameyê dikin ku sûc kiriye, ji ber ku bizanebûn bi van nûçeyên derew ên der barê sendîkaya me de hewl daye raya giştî bixapîne. Em bang li dadgerên rast ên ku li aliyê edaletê ne dikin.”
 
'EM BI VÎNA GEL HATIN HILBIJARTIN'
 
Piştî TUM BEL-SEN’ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) jî li ber avahiya şaredariyê daxuyanî da. Hevşaredarên navçeyan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Dogan Hatûn ku di daxuyaniyê de axivî. Bi bîr xist ku gel di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de namzetên xwe hilbijart û wiha pê dê çû: “Em bi îradeya gel hatin hilbijartin. Em ji ezmên nehatine xwarê. Em hevşaredarên ku bi vîna gel hatine hilbijartin in. Hemû hilbijartiyên me yên bi îradeya gel hatine hilbijartin tenê xwedî erkekî ne. Ji bo parastina bûdçeya giştî û têxin xizmeta gel. Partiya me ev erk da me. Tu erkên me yên din nînin. Em di rewşekê de ne ku em tenê dikarin xizmeta gel bikin. Divê her kes vê bizane. Weke ku tê zanîn beriya hefteyekê Hevşaredarê me yê Colemêrgê hat binçavkirin û li şûna wî qeyum hat tayînkirin. Destûra bingehîn a vî welatî ji bo her kesî derbasdar e. Heya ku kesek li pêşberî dadgehê neyê cezakirin, ji ber pêşbîniya bêgunehiyê bêguneh e. Em tayînkirina qeyûman ji bo şaredariya xwe bêyî ku doz bê vekirin şermezar dikin. Em bang li Wezareta Karên Hundir jî dikin: Ya ku we kiriye sûc e, dev ji vî sûcî berdin. Têgîna edaletê ji bo her kesî derbasdar e. Dadgeh ji bo çareserkirina pirsgirêkên her kesî heye û divê serlêdan ji bo her kesî yek be. Mafê tu kesî nîne li hemberî vê yekê îtîraz bike. Ev bêhurmetiya li îradeya gel e. Ji xeynî kîn û dijminatiyê wê gel teşwîqê tiştekî din neke.”
 
'LI GORÎ QANÛNÊN ŞEREDARIYAN TEVBIGERIN'
 
Hatûn, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku rojnameya Yenîşafakê bi krîmînalîzekirina şaredariyê hewl dide qeyûm bê tayînkirin û ev tişt gotin: “Her rêveberî dixwaze bi xebatkarên xwe re bixebite. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Me nexwest bi tu burokratên ku di dema qeyûmê de dixebitin re bixebitin. Ji ber ku ew mîmarên hemû neheqiyan in. Di pêvajoya hilbijartinê de sozên me hene ku me dane gelê xwe. Me got em ê bernameya xwe bi rê ve bibin û em dixwazin vê soza xwe bi cih bînin. Şaredarî karê tîmê ye. Her kes vê yekê dizane. Şaredar bi tena serê xwe nikare bajarekî bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku pêvajoyek randevûyê hebe. Ger hewce bike were guhertin, em bi hev re zagona şaredariyê biguherînin. Van kesan ji ber ku ji bernameya me hez kirin û ji gotinên me bawer kirin dengê xwe dan me. Ne wusa ye ku hûn karin qeyûman destnîşan bikin. Em meraq dikin ku qebûlkirina kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin çi edet e. Hûn dixwazin em çok deynin, lê gel em hilbijart in, Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin. Me der barê rojname û rojnamegerê têkildar de serlêdana sûc kir. Ji ber ku ew li gorî rêgezên exlaqê çapemeniyê tevnegeriya. Me ji duh ve serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Gel em anîn vir, tenê gel wê me bigihîne vir. Ez bang li Wezîrê Karên Hundir dikim ku li gorî qanûnên şaredariyê tevbigere. Em we vedixwînin ku hûn li gorî qanûnên şaredariyê yên têkildar tevbigerin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
 
 
 

Sernavên din

08/12/2024
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
13:06 AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
12:40 Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
12:03 DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
11:37 Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
11:32 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê