Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin

  • rojane
  • 16:55 10 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li pêşiya girtîgehan hatiye destpêkirin de bang hate kirin ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin. 
 
Çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda girankirî û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin didomin. Xizmên girtiyan îro li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. 
 
ÊLIH
 
Gelek xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Êlihê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Polîsan bi hinceta biryara “qedexeya çalakiyan” a Walîtiya Êlihê xwestin çalakiyê asteng bikin. Lê girseyê guh neda astengiya polîsan û li pêşiya girtîgehê daxuyanî da. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu di çalakiyê de wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê tecrîdê didomîne. Li welatekî edalet lê heye emniyet bi tirs û xofê li pêşberî gel nasekine. Tecrîdê rakin. Tu sûda şer ji bo kesekî nîne.” 
 
Girseyê piştre çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR 
 
Xizmên girtiyan û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê daxuyanî da. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Qeyûm ji Colemêrgê bicehime” berz kir.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kurşun di çalakiyê de got ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyê li dar dixin û ev tişt anî ziman: “Em ji bo cîbicîkirina aştiyê û pergaleke demokratîk li vir in. Ji bo pirsgirêkên vî welatî bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin, divê birêz Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Tecrîd, rêbazekî îşkenceyê ye û nayê qebûlkirin.” 
 
Kuruş, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û wiha bi dawî kir: “Mudaxilekirina mafê bijartin û hilbijartinê êdî veguherandine rêbazekê. Em tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi tundî şermezar dikin.” 
 
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi tililiyan bi dawî bû. 
 
AMED
 
Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya malbatên girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê didomê. Malbatên girtiyan ên Amedê di hefteya 6'an de li ber kampusa Girtîgeha Amedê hatin ba hev. Hevserokên DBP, DEM Partî yên Amedê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û TUAY-DER’ê, Dayikên Aştiyê, şeredariya Peyasê û malbatên girtiyan jî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniya de pankarta “Deng bide azadiyê” hate hilgirtin, malbatên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û kumên bi nivîsa “Deng bide azadiyê” xistibûn serê xwe. Beşdaran bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girseya ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin, çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
 Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ê Amedê Abbas Şahîn ku di daxuyaniyê de axivî bı lêv kir ku ji bo pirsgireka kurd bi rêya demokrasiyê çareser bibe dive tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan bê rakirin û wiha got: "Girtiyên siyasî jî ji bo ev tecrîd bê rakirin dest bi çalakiyan kırın. Dewlet qanûnên xwe jî pêk nayne. Ji bo aştî û aramiyê divê pirsgireka kurd be çareserkirin. Ji bo pirgreka kurd be çareser kirin jî divê tecrîd be rakirin. Heta tecrîd be rakirin em ê têkoşîna xwe berdewam dikin. Politikaya qeyyuman niha jî li Colemêrgê berdewam dike. Desthilat politiya şer de ısrar dike. Lê li dijî polîtikayên şer berxwedana gel jî berdewam dike. Tevî hemû tiştî em ê di siyaseta demokratik de bi ısrar bin." Daxuyanî bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.
 

Sernavên din

04/12/2024
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin