Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e

  • rojane
  • 14:57 4 Hezîran 2024
  • |
img
WAN - Wanî têkildarî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê nirxandina “zilm û xesp e” kirin û wiha gotin: “Wekî Wanê divê em heman îrade û berxwedanê li kolanan nîşan bidin.” 
 
Wanî bertek nîşanî biryara Wezîrê Karê Hundirîn ê hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê girtiye û li şûna wî qeyûm tayîn kiriye dan. Waniyên li hember helwesta tayînkirina qeyûm a piştî hilbijartinên herêmî li ber xwe dabûn destnîşan kirin ku riya paş de gavavêtina hikûmetê ji derketina kolanan derbas dibe. 
 
‘DIVÊ LI HEMBER ZILMÊ RABIN SER PIYAN’
 
Şaban Kaya ji bi ajansa me re axivî û ev tişt gotin: “Tunehesibandina îradeya gelê kurd û tayînkirina qeyûmn sepanekî ku li cîhanê nayê dîtin e. Ji ber ku kurdan wekî mirov nabînin û ev yek nayê qebûlkirin. Heke tu îradeya mirovekî qebûl nekî tu wî wek mirov jî qebûl nakî. Qeyûm rant û dizî ye. Pêşkeşkirina zeviyên şaredariyê ye. Feraseta Erdogan xesp û dizî ye. Di serî de kurd, divê her kes li dijî vê zilmê rabe. Gelê kurd gelekî mezlûm e û divê her kes derkeve kolanan.”
 
‘DIVÊ BERTEKEKÎ XURT WERE NÎŞANDAN’
 
Perîşan Aslan tayînkirina qeyûm wekî zilm pênase kir û wiha got: “Me bi darê zorê bi dest nexist, bi hilbijartinê me ya xwe bi dest xist. Em heya ku şaredariya xwe bi dest dixin dê qet nesekinin. Heke em li dijî qeyûmê tayînkirî re deng dernexin, dê siberojê yek bi yek qeyûm tayînî şaredariyên me bikin. Ji ber wê divê bertekekî xurt were nîşandan. Em ê şaredariya ku me bi dest xistiye nedin.” 
 
‘ROJ ROJA RÛNIŞTINÊ NÎN E’
 
Guzel Erdemlî ya tayînkirina qeyûm wek “biçûkxistin” girtiye dest wiha got: “Ev vê biçûkxistinê qebûl nakin. Her carê ji bo destkeftiyên me qeyûman tayîn dikin. Em ê xwedî li şaredarî û îradeya xwe derbikevin. Ji bo vê yekê jî divê em bibin yek û bi hev re deng derbixin. Roj ne roja rûniştina li malê ye, roja lêgerîna mafê xwe ye.”
 
Welatî Hekîm Kaplan anî ziman mafên wan ji destê wan tê girtin û wiha got: “Yek bi van tiştên tên kirin hiqûqî nîn in. Dema mijar dibe kurd tu hiqûq nîn e, ji bilî zilm û hestirên çava tiştek nîne. Em tenê ya xwe dixwazin, mafê xwe dixwazin. Ez ji vir bang li hemû kurdan dikim, divê em bibin yek. Heke em nebin yek em ê rastî neheqiyên mezintir bên.” 
 
‘ÎRADEYA WEKÎ YA WANÊ DIVÊ EM LI KOLANAN NÎŞAN BIDIN’
 
Lutfu Balbal tayînkirina qeyûm wekî “xesp” pênase kir û ev tişt gotin: “Mixabin polîtîkayên desthilata faşîst a AKP û MHP’ê bûn wek kevneşopî. Ev tiştên tên kirin hewldanên dîktatoriyê ne. Her tim gelê kurd li dijî van sepanan xwedî li îradeya xwe derketiye. Mînaka herî nêz a vê yekê jî Wan e. Berxwedana gel, li desthilatê paş de gav da avêtin û peyama pêwîst dayê. Dixwazin vê yekê li Colemêrgê jî biceribînin. Bila vê yekê baş zanibin ku dê tu carî nikarin serkeftina hêvî dikin bi dest bixin. Gelê kurd gelê herî polîtîk ê cîhanê ye. Heya îro li hember tu kesî serî netewandiye û dê ji vê saetê şûn de jî netewîne. Hewce be divê em heman îrade û heman têkoşînê li kolanan de jî nîşan bidin. Tu kes nikare îradeya me ji destê me bistîne. Em ê xwedî li azadiya xwe, gelê xwe û erdnîgariya xwe derkevin. Tevî gelê Wanê divê hemû gelên me bertek nîşanî vê yekê bide.”
 
 
 

Sernavên din

01/12/2024
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat