Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye

  • rojane
  • 14:06 24 Gulan 2024
  • |
MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku qeyûm ji bo bajarokê Uçocakê ya Xarpêtê ku bajarê wî ye, 15 milyon TL pere şandiye. 
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk tevî rêveberên şaredariyê têkildarî deyn û texrîbatên di serdema qeyûm de hatine kirin daxuyanî dan. Daxuyanî li hotêleke bajar hate dayîn û gelek rojnamegeran dişopand. 
 
Di civînê de ji ewil Hevşaredar Devrîm Demîr axivî û got ku qeyûm avadaniya çandî û dîrokî ya Mêrdînê neparastiye û texrîb kiriye. Demîr, anî ziman ku tevahiya sazî û dezgehên li bajarên Kurdistanê xizmet ji gel re dikirin, piştî tayînkirina qeyûman an hatin girtin an rastî êrişên cuda hatin an jî ji armanca xwe hatin dûrxistin. Bi domdarî Demîr diyar kir ku qeyûm navên tevahiya kolan, cade, park û deverên dîrokî guherand û ev tişt anî ziman: “Tevahiya saziyên têkildarî zimanê kurdî xizmet dikirin hatin girtin û dest bi xizmeta bi zimanê tirkî kirin. Bi van polîtîkayan xwestin êrişî bîra civakê bikin.” 
 
Hevşaredar Ahmet Turk jî got ku Walîtiya Mêrdînê îdia dike ku deynê ceyranê yê şaredariyê tune ye lê derdora 600 milyon lîre deynê şaredariyê ji bo DEDAŞ’ê heye. Turk, diyar kir ku qeyûm bêyî şerm bike dibêje ku deyn tune ye û wiha derbirî: “Heke di gotinên me de derew hebin bila giliyê me bike. Dibêjin dê di 8’ê gulanê de ceyran bên birîn û tevî ku me deyn daye jî 10 roj piştre birîn. Dibêjin ku ev deyn piştî me şaredarî deyn girtî çêbûye. Deynê şaredariyê di 40 rojan de çawa dibe 600 milyon?”
 
Di berdewamê de Turk destnîşan kir ku deynê giştî yê MARSU û şaredariyê 4 milyar û 875 milyon û 802 hezar û 802,94 TL ye. Turk, da zanîn ku qeyûm tenê 150 milyon TL di qasayê de hiştiye lê eve pereye ji bo mûçeyan hatiye razandin lewma tenê 35 milyon TL di qasayê de ma ye. 
 
'QEYÛM JI BO ŞAREDARIYA UÇOCAKÊ 15 MILYON TL ŞAND’ 
 
Turk, daxuyand ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji qasaya şaredariyê ji hinek şaredariyên AKP’î re pere şandiye û ev agahî parve kir: “Ev yek derqanûntî ye. Qeyûm Tuncay Akkoyun ji şaredariya bajarê xwe ya Uçocak a Xarpêtê re 15 milyon lîre şandiye. Belgeyên van deynan li holê ne. Em ji bo xizmeta gel hatine û bêbelge naaxivin. Em ê hemû xebatên xwe bi gel re parve bikin. Li hêla din hema hema tevahiya neguhêzbaran dewrî saziyên cuda hatine kirin.”
 
Sekreterê Giştî Racî Bîlîcî jî neguhêzbarên hatine dewrkirin û yên ji bo saziyên cuda hatine tehsîskirin yek bi yek hejmart. 
 
Piştre jî hevaşedaran pirsên rojnamegeran bersivandin. Turk, got ku amadekariyan dikin ku têkildarî dewrkirina neguhêzbaran û deynên hatine kirin gavên hiqûqî biavêjin. Turk, ji bo îxtîmala ku piştî cezayên di Doza Kobanê de qeyûm were tayînkirin jî wiha got: “Li Tirkiyeyê hiqûq, edalet û darazeke bêalî û serbixwe tune ye lewma em nizanin dê çi bibe. Biryara Doza Kobanê nabe hinceta tayînkirina qeyûm. Heke wisa bibe jî dê meclisa şaredariyê di nav xwe de hevşaredar hilbijêrê.” 
 
 

Sernavên din

08/11/2024
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome