Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin

MÊRDÎN - Rişmil navçeya herî biçûk a Mêrdînê ye û ji salên avabûyê heya niha bi destê partiyên desthilatê tê birêvebirin. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê diyar kirin ku Rişmil ji guherînê re amade ye û wiha got: “Em bi biryar in, dê bi ser kevin.”
 
Rişmil navçeya herî biçûk a Mêrdînê ye û 9 kîlometreyan dûrî navendê ye. Navçe ji 15 hezar kesan pêk tê, her çiqas demekê bi avahiyên xwe yên dîrokî û darên xwe yên gilyazan were nasîn jî, herî dawî bi hevkariya şaredariya AKP’î û Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, projeya bi navê “nûkirina bajar” hate rojevê. Tevî nerazîbûnên welatiyan ji sedî 70’yê xaniyên dîrokî bi destê şaredarî û wezaretê hatin hilweşandin. Di navenda navçeyê de piranî welatiyên ereb, li gundên derdorê jî welatiyên kurd û suryan dijîn.
 
Hejmara hilbijarên Rişmilê dora 8 hezar 500’an e û ji ber qadên hilberîn û îstîhdamê lê kêm in, welatî tim ji bo kar berê xwe didin derve. Welatî û ciwanên bi piranî debara xwe bi çandiniyê û ajokariya TIR’an dikin, di demên dawî de bêhtir berê xwe dane metropolên Ewropayê. 
 
Rişmil ji roja bûye navçe heya niha bi destê partiyên bûne desthilat hatiye birêvebirin. HDP di hilbijartina 2019’an de li navçeyê namzet dernexist û ji bo Partiya Saadetê şaredariyê bi dest bixe piştgirî dayê. Partiya Saadetê di hilbijartinê de ji sedî 48.76 deng girt lê şaredariyê bi dest nexist. DEM Partî di vê hilbijartinê de ji potansiyela xwe bawer e û ji bo namzetiya hevşaredariyê Samî Îldem û Songul Tunç diyar kir. 
 
HER DU NAMZET MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK ESAS DIGIRIN
 
Namzetê Hevşaredariyê Samî Îldem ji gundê Alûca ya herêma Omeriyan e. Îldem ê di xebatên siyasî de cih digire, ewilî di sala 1989 û piştre jî di sala 1992’yan de tê girtin. Îldem ê piştî 3 salan hatiye berdan xebatên xwe yên siyasî li Edeneyê domand. Îldem diyar kir ku piştî demeke kin ê girtînê hatiye berdan û anî ziman ku ew di serê salên 2000’an de hatiya Kurdistanê û wiha axivî: “Bi kurtasî emrê me bi têkoşîna li dijî pergalê ve derbas bû. Ew mafên mirovan nas nedikirin, me jî jiyaneke li gorî xweseriya demokratîk û modernîteya demokratîk danî pêşiya xwe. Divê em ewil van xalan di jiyana xwe de bidin rûniştandin da ku karibin vê di nava civakê de jî ava bikin.” 
 
Namzeta Hevşaredariya Rişmilê Songul Tunç jî bi eslê xwe ereb e. Tunç bi salên dirêj di xebatên kevneşopiya DEM Partiyê de cih girt, tev li xebatên jinan bû. Tunç a sala 1977’an ji dayik bûye, dayika 4 zarokan e, tevî rêveberiya navçe û navendê, bi salan e gelek karên cuda de peywir girt. 
 
XEBAT JÎ DESTKEFTÎ Û SERKEFTIN E
 
Îldem destnîşan kir ku ew ji bo xizmeta gel bike, bi salan e di nava siyaseta kurd de têdikoşe û ev tişt gotin: “Ev der parçeyeke Kurdistanê ye, parçeyeke Mêrdînê ye. Me xwest ku em xizmeta vê derê jî bikin. Divê em karibin fikir û ramên partiyê bibin her cihekê. Dibe ku her kes nikaribe were li cem me lê belê em dikarin biçin her derekê. Ji ber wê em li Rişmilê pir bi moral, pir bi coş dixebitin. Armanca me ya ewil helbet bidestxistina şaredariyê ye. Heke em şaredariyê bi dest nexin jî meşandina xebatan a li vê derê dê ji bo me bibe destkeftî û serkeftinek.”
 
‘EM BI BIRYAR IN, DÊ GEL QEZENC BIKIN’
 
Îldem da zanîn ku nifûsa Rişmîlê di bin hejmara ku li ser tabelayê dinivîse de ye û ji bo vê yekê jî bêxwedîbûna navçeyê û tunebûna îstîdamê nîşan da. Îldem anî ziman ku heke qadên îstîhdamê werin avakirin, dê bajêr karibe bibe bajareke çandiniyê û ev tişt gotin: “Lê belê heya îro tiştek nekirine. Ciwan ji ber pêşiya xwe nabînin ewilî berê xwe didin metropolên Tirkiyeyê û piştre jî metropolên Ewropayê. Ji ber wê nifûsa navçeyê temenmezin e. Şaredarî bi qasî ku heye, di destê AKP’ê de ye. Cihên ku em serdanê dikin jî dibêjin, ‘Şaredarê AKP’î tiştekî nake.’ Çi kiribe ji şexsê xwe re kiriye. Xebatê ku kiriye di holê de ye. Dema xebatek kiribin jî ji gel nepirsîne, neşêwirîne. Ji xwe re xebitîne û gel birçî, bêxanî hiştine. Me jî vê nexweşiyê, vê kêmasiyê dît. Çi ji destê me were em ê ji gel re bikin. Em ji bo bajaran çi bikin, em ê ji gundan re jî bikin. Em ê xizmetekê baş pêş bixin û dê welatî bêjin ‘xwezî berî niha DEM Partî bihata.’ Em bi biryar in, em ê bi xebat û fikrên xwe ve gelê li vê derê qazenc bikin.” 
 
‘EM Ê DESTÊ JIN Û CIWANAN BIGIRIN’
 
Namzeta Hevşaredariya Rişmilê Tunç jî bi bîr xist ku Rişmil ji navçeyên din ên Mêrdînê cudatir e û got ku tevî navçeyeke biçûk e jî di nava ciwanan de hişbir gelek zêde bûye. Tûnç bilêv kir ku ew ê vê rewşê li ber çavan bigirin, li gorî vê yekê projeyan bi pêş bixin û der barê xebatên ku dê bikin de ev agahî dan: “Em dixwazin beriya her tiştî ji destê jin û ciwanan bigirin.” Di berdewama axaftina xwe de Tûnç bi bîr xist ku şaredarê AKP’î yê heyî bi pratîkên xwe ve welatiyan bêzar kiriye û da zanîn ku ew ji ber vê yekê ji gel re bûne hêvî. Di dawiya axaftina xwe de Tunç destnîşan kir ku armanca wan ji bo Rişmilê xizmet kirine, û wiha pê de çû: “Em ê ewilî saziyên jin û ciwanan vekin. Em ê herî zêde ji bo jinan li vir bin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

14/08/2024
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin