Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me

img
ENQERE - Siyasetmedar Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de diyar kir ku ji ber siyaseta dikin tên darizandin û wiha got: “Hûn wan cibeyên xwe derxînin. Bila AKP’î derkevin pêşberî me.” 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişîna îro de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel parastina xwe kir. Tuncel, li ser dosyaya ku derheqê wê de li Meletiyê hatibû vekirin û piştre bi vê dosyayê hatiye yekkirin re parastina zêdek kir. 
 
DI ROJA 9’EMÎN A GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
 
Tuncel, bi pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest bi axaftina xwe kir. Tuncel, wiha got: “Em pêvajoyeke zehmet birêve dibin û azadî bêyî bedel nabe. Ez di roja 9’emîn a greva birçîbûnê de me. Dibe ku hinek zehmetiyê bikişînim. Heke zehmetiyê bikişînim dê ji we daxwaza navberdayînê bikim. Beriya parastina xwe dixwazim têkildarî 8’Adarê çendek tiştan bibêjim. Temamiya hevalên jin ên li vê derê, di heman demê de ji ber têkoşîna xwe ya jinê tên darizandin. Ji ber ku em ji bo tevgera jinên demokratîk û azad xebitîn û me ji tundiya li dijî jinan re got na. Em di 8’ê Adaran de daketin qadan û me daxwaza aştiyê kir. Şerma Tirkiyeyê ye ku ev bûne mijara darizandinê. Me her tim têkoşîna jinan meşand û dê bimeşînin.” 
 
'CİBEYÊN XWE DERXÎNIN’
 
Tuncel, wiha domand: “Hûn wan cibeyên xwe derxînin. Bila AKP’î derkevin pêşiya me. Ji ber ku em siyasetê dikin lewma tên darizandin. We qebûl nekir ku biçin. Heta hûn li ser navê AKP-MHP û Tifaqa Cumhur hatin li wir rûniştin. Wê demê hûn mecbûr in guhdarî bikin. Di esasê xwe de muxatabê min îktîdara siyasî ye.” 
 
BAL KIŞAND SER 8’Ê ADARÊ
 
Bi domdarî Tuncel anî ziman ku mirov naxwazin di bin zextê de bên birêvebirin û wiha pê de çû: “Naxwaze ked wan were xwarin û di bin zextê de bijîn. Binêrin em di sedsala 21’an de ne lê hêj jî zilam têkildarî jiyana jinan biryaran didin. Em jî dixwazin bi pergala hevserokatiyê jin tev li mekanîzmayên biryardayînê û bicihanînê bibin. Ev yek bi saya ked û têkoşîna jinan a dîrokî ye. Anku ev pêvajo ji ber xwe ve çênebû. Divê mirov li ser keda ji bo 8’ê Adarê hatiye dayîn biaxive. Gelo encama têkoşîneke çawa ye. Ev yek girîng e.
 
EM DIXWAZIN BINGEHA KU JINAN DIKE KOLE BIGUHERÎNIN 
 
Em dixwazin bi hev re vê zemîna ku ev 5 hezar sal in ji hêla zîhniyeta zilam ve hatiye amadekirin, jinan dike kole û weke însan nabîne biguherînin. Em ji bo vê têdikoşin. Lewam dîrokî ye. Em dizanin bê ka zilam çima dijminatiyê li jinan dikin; ji ber ku naxwazin îktîdar û derfetên jiyana xwe parve bikin. Ne tenê pirsgirêka azadbûna jinê, pirsgirêka azadbûna zilam jî heye. 
 
Ez hinek nêzikatiya dewletê ya li dijî jinên kurd vebêjim; Nagihan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê hate qetilkirin. Akarsel, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê bû. Rojnameger bû. Anku dewlet dikeve pey jinan. Di bin navê ‘têkoşînê’ de qirkirina jinan rewa dike. Em vê qebûl nakin û hûn jî me digirin. Her roj operasyon tên kirin û jin tên binçavkirin. Lê jin xwe birêxistin dikin û dixebitin. Dewlet zextker maço û tecawizkar e. Lewma divê ev dewlet biguhere. Divê pergala darazê biguhere. Divê feraseta polîsan, feraseta leşkeran biguhere. Heta ne guherin dê bi rastî jî jiyana jinan neguhere. 
 
JINÊN FILISTÎNÎ TÊN QETILKIRIN
 
Binêrin niha jinên filistînî tên qetilkirin. Ji 7’ê cotmehê heta niha zêdetirî 30 hezar kes hatin qetilkirin û piraniya van zarok û jin in. Jin tên tecawizkirin, tên tacîzkirin û neçarî koçberiyê tên kirin. Gelo me ev tevek pirsgirêka me ye? Ev rewş tenê Filistînê, hemû cîhanê eleqedar dike. Şoreşa li Rojava ne tenê wê derê, hemû cîhanê eleqedar dike. Serhildana li Îranê hemû cîhanê eleqedar dike. 
 
Ez ê niha vê tundiya mêr-dewletê bi mînakekî şênber vebêjim. Mînakên me jinên kurd jiyayîn gelek in. Di pêvajoyên şer de bedena jinê weke qada şer tê nirxandin. Jin tên tecawizkirin û ev yek weke rêbazekî cezakirina civakê ya dewleta serdest û pergala mêrê serdest tê nirxandin. Vaye we meseleya Filistîn-Îsraîlê dît ne wisa? Mirov tazî kirin û wêneyên wan kişandin. Hemû kes li dijî vê rabû. Tirkiye jî heman tiştan dike. Yên ku dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya şer çareser bikin, tecawiza li dijî jinên kurd weke rêbazekî îşkenceyê bi kar anîn. Hêj niha jî tê bikaranîn. Hêj hesaba vê nehatiye dayîn. 
 
PÊVAJOYA XWERÊVEBERIYAN
 
Ji ber axaftinên xwe yên di pêvajoya xwerêveberiyan de tên darizandin. Me rexne li hikûmetê kirine û me gotiye; ‘hûn di nava sînorên xwe de mirovan dikujin, bombeyan dibarînin. Ev nayê qebûlkirin. Pirsgirêkeke vî gelî heye. Werin vê meseleyê bi rêya guftûgoyê çareser bikin. Ev mirov li dijî vê derdikevin.’ Vaye Tayyîp Erdogan dibêje ye; ‘exlaqekî şer jî heye.’ Rast e exlaqekî şer jî heye. Lê ji ber ku me gotiye; ‘bila kesek nebe şirîkê vî sûcî, bila AKP dev ji van polîtîkayên şer û dijminatiya kurdan berde’ lewma îro tên darizandin. 
 
Ez têkildarî wê pêvajoyê çendek tiştan bibêjim; li Cizîrê zêdetirî sed ciwan bi zindî şewitandin û tevek jî xwendekarên zanîngehê bûn. Gelo ma zarok û malbatên van kesan tune ne? Binêrin di yekî wan de darizandin tune ye. Dewletê tenê yek carê li wan doz venekir. Çima, ji ber ew ciwan weke ‘terorîst’ dît. Dema wan kesan dixwestin ji wan jêrzemînan derkevin hatin qetilkirin û bi zindî şewitandin. Li vî welatî sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin. Ez niha weke parastvana mafên jinan, weke parastvana mafên mirovan ma dê van sûcan venebêjim? Min ev rastî anîne ziman lewma îro têm darizandin. Dibe ku hûn bidarizînin lê ez ê van her tim vebêjim. Di axaftina xwe ya piştî nîvro de jî ez ê girîngiya aştiyê vebêjim.” 
 
Dadgehê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

30/07/2024
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket
08:19 Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
28/07/2024
23:48 Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
23:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
22:27 Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin
21:56 Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
21:40 Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
20:21 Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
16:55 Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû
16:51 DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin
16:36 Hatîmogûllari: Kêr negihaşt hestî, êdî hestî derbas kir
16:08 Hatîmogûllari: Dê gelê kurd her dem li her derê govenda xwe bigerîne
15:53 Xizmên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
15:50 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne
15:29 Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan
15:00 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin
14:29 Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
13:12 Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da
12:33 Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin
12:32 Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
11:48 Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin
11:40 ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin
11:24 ‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’
10:47 Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê derket
10:46 Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man
10:43 'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’
09:58 Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin
09:46 ‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’
09:38 Mihrîcana Mûnzûrê: Asîmîlasyon jî didome berxwedan jî
09:16 Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike
09:08 Dosyeya îşkenceyê bêyî îfadeyên leşkeran bên girtin hate betalkirin
09:07 Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN
00:08 CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn
27/07/2024
23:46 Zana: Sînorên kurdan nedin zorê
23:31 14 Baro daxuyanî dan: Divê daraz nebe şirîkê linçkirina medya dîjîtal
23:00 Parvekirina trol wek delîl hat hesibandin: 4 kesên govend gerandine hatin girtin
21:44 Midûrê girtîgehê: 80 girtî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
21:25 Nobetên Qeyûman: Bila Serokatiya Viyan Tekçeyê were naskirin
20:48 Li Dêrsimê meşa jinan: Jin jiyan azadî
19:19 Geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin: Divê têkoşîna hevpar were xurtkirin
18:42 'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e'
17:41 Li Wanê komxebata zarokan
17:29 DEM Partî piştgirî da daxwaza Îmraliyê ya 69 xelatgirên Nobelê
16:58 Tevgera Goran: Her aliyê ku hevkariya dagirkeriya tirk bike, xiyaneta netewî dike
16:50 DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in
16:34 Dest danîn ser pirtûka Jineolojiye Girîşê
16:29 Li Îranê kolberek hate qetilkirin
16:25 Daxwaza berdana girtiyê ku jê re gotine dikarî 2 salan bijî kirin
16:07 Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin
15:53 Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole
15:20 Ji bo girtiya 75 salî hişyarî: Jiyana wê di xetereyê de ye
15:03 Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê
14:57 Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’
14:32 Dayikên Şemiyê faîlên Ozturk a beriya 32 salan hate qetilkirin pirsîn