Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?

COLEMÊRG - Welatiyên bertek nîşanî endamê AKP’î Îsmet Olmez ê xwezaya Colemêrgê talan dike û bi belavkirina pereyan dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve dan û wiha gotin: “Tu heya îro li ku derê bûy? Ev der keleha têkoşînê ye. Reng û partiya me diyar e.” 
 
Li Colemêrgê ev demeke rojeva gel hilbijartinên herêmî ne. 8 sal in rêveberiya şaredariyê di destê qeyûm de ye lê belê di vê hilbijartinê de endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bêhtir derdikevin pêş. DEM Partî li Colemêrgê dê bi Viyan Tekce û Mehmet Siddik Akiş re amadehiya hilbijartinê bike. AKP jî dê bi Îsmet Olmez ê bi salan e dewlemendiya bin erd talan dike tev li hilbijartinê bibe. Me ji şêniyên li bajêr rojeva hilbijartinê pirsî. 
 
DAXWAZA BAJÊR
 
Halîl Aşkan destnîşan kir ku ew ê piştgiriya nûnerên gelê kurd bikin. Aşkan bertek nîşanî desthilatê da û wiha axivî: “Ma ji bo gelê kurd çi kiriye ku em dengê xwe bidinê? Tişta kirine tenê binçavkirin, girtin, îşkencekirin û kuştina me ye. Ev der axa Kurdistanê ye. DEM Partî jî partiya vê derê ye. Em jî li axa xwe û partiya xwe xwedî derdikevin. Ev du serdemin ku qeyûman tayînî bajarê me dikin. AKP û qeyûm bi salan e ji bo gel çi kirin? Bila her kesek destê xwe dane ser wijdana xwe, tişta kirine ew e ku şaredariyê xistine bin deynan. Niha endamên AKP’î bi ser bikeve jî, ma dê ji  me re çi bike? Wekî her kesekê ew jî dê berîka xwe tije bike.” 
 
‘COLEMÊRG KELEHA BERXWEDANÊ YE’
 
Aydin Yakin jî da zanîn ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Partî û kesên niha pereyan belav dikin, ma heya niha li ku derê bûn? Çima di dema hilbijartinê de belav dikin? Tenê dizanin ji hilbijartinê heya hilbijartinê pereyan belav bikin. Em DEM Partiyî ne. Em ne pere ne jî alîkariya ên din naxwazin. Ji sedî 90’î vî bajarî ji DEM Partiyê ne. Niha pere û alîkariyên tên belavkirin vala ne. Ez serkeftina tevahiya gelê kurd dixwazim. Colemêrg keleha berxwedanê ye, dê tu caran dengê xwe nefiroşe.”
 
‘AXAYÊN EŞÎRAN ME TEMSÎL NAKIN’
 
Ferhat Kaya diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “DEM Partî partiya me kurdan e. Em ê dengê xwe bidin partiya ku nûnertiya me û zimanê me dike. Tu axayên eşîran û kesên xwe wek pêşengên civakê dibînin, bila ser navê me ciwanan û eşîra me biryaran nedin. Em ne li gel wan in. Ew nûnertiya me nakin. Namzetê AKP’ê ji me re got ku ew ê park û qadên şînkahiyê çêbikin. Dema ku aramiya me nebe, dayikên me yên ku tirkî nizanin dema diçin şaredariyê û nikarin bi tirkî biaxivin, em ê çi bikin parkê û baxçeyan?”
 
‘DERVEYÎ DEM PARTIYÊ DENG JI TU PARTIYAN RE NÎNE’ 
 
Welatî Cûmhûr Yakin destnîşna kir ku ew DEM Partiyê weke îradeya gel dibînin û ev tişt gotin: “Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. DEM Partî ji bo me tiştekê neke jî nûnertiya me dike. Nikarin heya mirinê qeyûman tayîn bikin. Heke bi belaşkirina servîsên nava bajêr bawer bikin dê bi ser bikevin, xwe dixapînin. Gotin ku dê fabrîkayê çêbikin. Li gelek cihan jixwe fabrîkayên namzetê AKP’ê hene. Ma di dema hilbijartinê de hat bîrê ku li vê derê febrîqeyê çêbike?” 
 
Ramazan Bozdag anî ziman ku ew ê ji DEM Partiyê bêhtir dengê xwe nedin tu partiyan û wiha got: “DEM Partî nûnertiya me, ziman û nasnameya me dike. Bi qasî ku dixwazin bila qeyûman tayîn bikin. Em ê dengê xwe bidin xwe, bidin partiya xwe.”
 
Nîhat Çetînkaya destnîşan kir ku Colemêrg keleha DEM Partiyê ye û diyar kir ku AKP dê bi belavkirina pereyan, nikare bi ser bikeve û wiha axivî: “Em ji ber kurdan û mafên kurdan diparêze piştgiriyê didin DEM Partiyê. AKP çiqas alîkariyê belav bike jî hemû vala ne. Dê DEM Partî bi ser bikeve. Îsmet Olmez bi heft bavikên xwe ve jî were dê nikare bi ser bikeve.” 
 
Halît Yakût anî ziman ku ew pê bawer e ku di hilbijaratinê de dê DEM Partî bi ser bikeve û ev tişt gotin: “Serê me bi DEM Partiyê bilind e. Dengên me namûs e, namûs nayê firotin. Em ê dengê xwe bidin xwe, xwedî li partiya xwe derbikevin. Namzetê AKP’ê servîsan dike belaş, alîkariyên belav dike û gelê Colemêrgê dixapîne. Ewqas polîs û leşker anîn, ji bo hilbijartinê. Hilbijartineke qirêj didin meşandin. Bila her kesek roja hilbijartinê dengê xwe bide xwe û partiya xwe.” 
 
‘OLMEZ Ê AKP’Î BI SALAN E LI KU BÛ?’
 
Ahmet Temeş wiha axivî: “Em ê dengê xwe nedin dagirkeran. Em ê Colêmêrgê ji dagirkeran re nehêlin. Bila baweriya xwe bi polîtîkayên qirêj ên didin meşandin, neynin. Colemêrg ya DEM Partiyê ye. Ev du serdem in qeyûm ji bo vî gelî destê xwe nelivand.”
 
‘HEYA NIHA LI KU BÛ?’
 
Baran Kurt anî ziman ku pere ne her tişt e û wiha axivî: “Dê DEM were, dewran vegere. Em ê dengê xwe bi tu awayî nefiroşin. Namzetê AKP’ê bi salan e li ku derê bû? Heke derdê wî nûkirina Colemêrgê be, ev yek çima hat bîra wî?”
 
‘DENGÊ ME Û PARTIYA ME DIYAR E’
 
Bîlal Namoglû da zanîn ku DEM Partî bi gel re tevdigere û got: “Qeyûm ji bo me tiştek nekir. Yên ku îro alîkariyê belav dikin, heya duh li ku derê bûn. Çima di dema hilbijartinê de derdikevin holê û pereyan belav dikin.”
 
Welatî Emrah Temeş hestên xwe wiha parve kir: “Em ê dengê xwe bidin xwe. DEM Partî zimanê me nasnameya me ye.” 
 
Îbrahîm Acar der barê mijarê de ev tişt gotin: “Partiya ku mafê me diparêze tenê DEM Partî ye.  Qeyûmê ku ev du serdem in tên tayînkirin ne ji bo vî gelî ne jî ji bo ciwanan tiştek nekirin. Çiqas alîkarî were kirin bila werin kirin, dengê me jî partiya me jî diyar e.” 
 
Welatî Serhat Engîn destnîşan kir ku hemû partiyên derveyî DEM Partiyê dixwazin îradeya gel bi pereyan bikirin û wiha got: “Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. DEM Partî wekî partiyên din îradeya mirovan bi pereyan nakire. Li cem ciwanan cih û wateya DEM Partiyê cuda ye.”
 
Mehmet Sevînç jî ev tişt gotin: “Em dengê xwe nadin partiyeke din. Wijdana me vê yekê qebûl nake.”
 
MA / Mazlûm Engîndenîz

Sernavên din

24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin