Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin

  • jin
  • 09:07 27 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Jin ji bo hêvî û têkoşînê mezin bikin, bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer têkoşîna me heye” 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Jinên di Platforma 8'ê Adarê de ku gotin "Serîhildana me xwedî wê hêzê ye ku dikare guherînê pêk bîne" hêza guhertinê ye" bang li jinan kirin ku dakevin qadan. 
 
Ji navendên girîng ên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê lê tê pîrozkirin, yek jê jî Stenbol e. Jin dê li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê, di 3'ê Adarê de li Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê bi dirûşmeya "Li dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer têkoşîna me heye" li hev bicivin.
 
Endama Tora Parastina Jinê Çagla Akdere û Berdevka Giştî ya Mecisên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara, têkildarî girîngiya 8'ê Adarê ya îsal û têkoşîna jinan axivîn.
Endama Tora Parastina Jinê Çagla Akdereyê diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan xwedî girîngiyeke sembolîk e û got ku ew îsal 8'ê Adarê di demeke wiha de ku êrişên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne pêşwazî dikin. Akdereyê da zanîn ku AKP'ê bi partiyên siyasî yên ku pê re hevkariyê dikin, di hilbijartinên Gulana 2023'yan de dijminatiya li hemberî jinan û ya li hemberî LGBTI+'yan veguherand malzemeya propagandayê û got ku polîtîkaya bêcezakirinê tevahiya salê dewam kiriye. Akdereyê got: "Em di bin pêla tundiya mêr û dewletê û pêleke mezin a êrişan de ber bi 8'ê Adarê ve diçin."
 
Akdereyê anî ziman ku di çarçoveya 8'ê Adarê de yek ji rojeva jinan a herî girîng gengeşeya 'malbatê' ye ku gelek caran ji aliyê hikûmetê ve tê pîrozkirin û got: "AKP bi mijara 'malbata pîroz' komxebatên cuda li dar xist, li gel partiyên wekî Partiya Refahê û Huda Parê ku ji bo di hilbijartinên giştî de bi ser bikevin re tifaq çêkir. Di bin navê 'civînên malbatî yên mezin' de 'meşên mezin ên nefretê' û 'meşên sûc' li dar xistin û jiyana jinan û LGBTI+yan hedef girtin. Di heman demê de di vê pêvajoyê de 'mafê nefeqeyê' di rojevê de bû. Li dijî vî mafî hin saziyên sivîl bi piştgiriya dewletê hatin avakirin." 
 
‘PARÇEYEK JI WÊ QELEBALIXIYÊ...'
 
Akdereyê da zanîn ku li dijî van hewldanên ku jiyana jinan tehdîd dikin, têkoşîna jinan a rêxistinkirî derketiye holê û got: “Tevî ku demek dirêj derbas bûye jî, dirûşmeyek ku gava tê bîra me bişîrîn li rûyeê me datîne hebû; 'Eger hûn bêhêvî bibin, vê girseyê bînin bîra xwe.' Di demeke wiha de ku faşîzm hewl dide hêviya me tune bike û hêza me ya xeyalkirinê ji holê rake, divê em ji bîr nekin ku hêvî tê wateya tevgera bi hev re. Di 8'ê Adarê de em bi hev re bin, bibin parçeyek ji wê girseyê, bi hev re hêviyê bi rêxistin bikin, veguherînin hêviyek kolektîf, veguherînin têkoşînek kolektîf. Werin em di 8’ê Adarê de bicivin." 
Berdevka Giştî ya SKM'ê Tanya Karayê diyar kir ku ew 8'ê Adarê di pêvajoyeke ku her roj tundiya li ser jinê zêde dibe û tundî bi şêweyên cuda pêş dikeve, pêşwazî dikin. Karayê bal kişand ser şêwazên tundiya li ser jinan û got: “Em dibînin ku herî zêde jin di malên xwe de tên qetilkirin, li Kurdistanê jinên ciwan ji aliyê çawîşên pispor, polîs û cendirmeyan ve rastî taciz, destavêtin û qetilkirinê tên. Îro em dibînin ku jin di bin navê 'xwekuştinê' de tên kuştin. Ev hemû bûne amûr ji bo dewleta mêr ku tundiya li ser jinê rewa bike û kiryaran bi polîtîkayên bêcezakirinê xelat bike."
 
AMADEKARÎ DIDOMIN
 
Karayê anî ziman ku wekî SKM'ê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirine û wiha got: "Em li kolanan belavokên xwe yên 'Ji bo avakirina azad û wekhev ber bi 8'ê Adarê ve' belav dikin. Em piştevaniya bi hevrêyên xwe yên jin ên ku dê 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî bikin bilind dikin û hewl didin name û kartan ji wan re bişînin û şert û mercên tecrîdê bikin rojev. Em dizanin ku jin ne tenê li kolanan e, hevrêyên me yên jin ên li zindanan li ber xwe didin û têdikoşin jî hene. Em dizanin ku dengê wan û têkoşîna wan di 8’ê Adarê de bi me re ye."
 
DÊ DI 8'Ê ADARÊ DE LI KUÇEYAN BIN
 
Karayê banga tevlibûna civîna jinan a ku Platforma Jinan a 8'ê Adarê wê di 3'yê Adarê saet di 16.00'an de li Kadikoya Stenbolê pêk bîne kir û got: "Em hem bi hêza tevgera xwe ya yekbûyî ya jinan û hem jî bi rêxistinbûyîna 8'ê Adarê dixwazin bibin xwedî hêz. Ji ber ku em dizanin hêza serhildana jinê heye ku her tiştî biguherîne. Em dizanin ku sedsala 21'ê serdema şoreşa jinê ye. Em bi vê bawerin û bi vê hêzê ber bi 8’ê Adarê ve dimeşin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan û serhildana xwe bilind bikin." 
 
 

Sernavên din

22/07/2024
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin
17:08 Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî
16:47 DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir
16:24 Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
15:42 Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
15:34 Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir
15:11 PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
15:11 Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
14:58 Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin
14:56 Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikên girtî hate ferzkirin
14:53 Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
14:48 Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
14:39 DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
14:37 Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
13:58 Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
13:46 Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
13:38 Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
12:30 Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome
11:45 Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
11:43 DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
11:20 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:12 Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin