Doza rojnameger Oruç hat lidarxistin

img
BEDLÎS - Doza nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Oruç hat lidarxistin. Dadgehê biryar da ku tevdîra kontrola edlî bidome û doz taloqî 14’ê gulanê kir. 
 
Sêyemîn danişîna doza nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Şah Oruç ku ji ber îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 22 sal û nîv cezayê hefsê jê re tê xwestin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Ourç û parêzerê xwe Resûl Temûr di danişînê de amade bûn. 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Yekîneya Şopandina Dozan a MLSA’yê û rojnamegeran jî doz şopandin. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî li şahidê eşkere Umît Akbiyik ku bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû hate guhdarîkirin. Akbiyik, got ku di xebatên ciwanan ên HDP’ê de cih girtiye û rojnameger Oruç gelek caran ji bo hevpeyvînên bi ciwanan re hatiye avahiya Rêxistina HDP’a Amedê. Akbiyik, îdia kir ku Oruç ji ciwanên tev li Kongreya Ciwanan a HDP’ê bûn nêrîn girtiye û hevpeyvînên wî li ser ANF û Nûçe Ciwanê hatine parvekirin. Di heman demê de şahid îdia kir ku MA jî “avadaniyeke rêxistinê ye.” Her wiha Akbiyik got ku dîmenên çalakiya greva birçîbûnê yên di sala 2019’an de li Amedê hatin lidarxistin jî Oruç ji wî re şandine û ev dîmen hatine weşandin. 
 
Serokê dadgehê pirsa “ji bilî xebatên çapemeniyê tu eleqeya bersûc bi rêxistinan re heye?” kir û şahid Akbiyik got: “Tune ye.” 
 
Parêzer Resûl Temûr jî ji dadgehê xwest ji şahid were pirsîn bê ka konferansa behsa xeberê ya HDP’ê bû yan na. Akbiyik got ku konferansa ciwanên HDP’ê bû. Her wiha Temûr hejmara îfadeyan heta niha daye ji Akbiyik kir û wî jî got ku yek li dozgeriyê yek jî li emniyetê bi giştî du caran îfade daye. 
 
‘NÛÇEYÊN EZ ÇÊDIKIM JI HÊLA AJANSA EZ TÊ DE DIXEBITIM VE TÊN PARVEKIRIN’ 
 
Piştre jî rojnameger Oruç parastina xwe kir. Oruç, got ku şahidî nas nake û ev tişt anî ziman: “Di navbera salên 2018-2019’an de weke rojnameger çûm avahiya HDP’ê. Polîsan kesên diketin avahî û derdiketin qeyd dikirin. Dema li qeydan tê nihêrtin, dê were dîtin ku tenê bi ekîpmanên nûçeyan ketime avahî. HDP partiyeke siyasî ye. Ez gelek caran çûm partiyên siyasî yên din jî. Ez nûçegihanê MA’yê me û nûçeyên min li ser vê ajansê tên parvekirin.” 
 
Serokê dadgehê jî pirsa “Gelo nûçeyên MA’yê entegreyî ANF û Nûçe Ciwanê ne?” kir û Oruç wiha bersiv da: “Nexêr entegre nînin lê dikarin nûçeya ajansekî copypast bikin û bi kar bînin.” 
 
‘MA SAZIYEKE KU XEBATÊN QANÛNÎ DIMEŞÎNE’
 
Parêzer Resûl Temûr jî bala şandeya dadgehê kişand ser îfadeyên Akbiyik ên derheqê 600 kesan de. Temûr, got ku li gorî hesaba wan, Akbiyik derheqê her yekî de 3 deqeyan axivî ye û wiha domand: “Mimkin nîne kesek di demekî wiha kin de kesekî/ê teşhîs bike. Îfadeyên manîpulatîf û giştî dide. Konferansa Ciwanan a HDP’ê weke xebatekî îllegal nîşan dide. Dibêje ku heta niha 2-3 caran îfade daye lê hêj nizane ka çend caran îfade daye. Lewma wesfa wî ya şahidiyê nîne. Îfadeya şahid  a li dozgeriyê tevî xeletiyên xwe yên rêzimanî li girtekê hatiye kopyekirin. MA saziyeke ku xebatên xwe bi awayekî qanûnî dimeşîne. Weşanên derveyî welat ne tabiên qanûnên Tirkiyeyê ne. Bêyî ku çavkaniyê nîşan bidin, nûçeyan bi kar tînin. Miwekîlê min rojnameger e û tiştekî normal e bi şahid re têkilî danîbe. Ji ber ku çavkanî ye.” Temûr, biryara AYM’ê ya “Cemîl Ugur” bi bîr xist û got ku tiştekî derhiqûqî ye ku rojnamegerek ji ber ajansa tê de dixebite were girtin. Temûr, xwest ku biryara tevdîra kontrola edlî ya derheqê miwekîlê wî de bê rakirin. 
 
Şandeya dadgehê navberekî kin da û piştre biryara xwe eşkere kir. Dadgehê, daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî red kir, biryar da ku li şahidê ku di dosyayeke din a ji bo wê biryara neşopandinê hatibû dayîn de cih digire were guhdarîkirin û danişîna dozê taloqî 14’ê gulanê kir.
 

Sernavên din

03/07/2024
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome