Namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên Cizîrê: Em ê Cizîrê bi aqilê ciwanan ê nûjen bi rê ve bibin

ŞIRNEX- Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên herî ciwan ên li Cizîrê di pêşhilbijartinê de hatin bijartin diyar kirin ku tirsa desthilatdariya ya herî mezin jî ciwan in û gotin: "Em ê bi aqilê ciwanan ê nûjen, bi ciwan û jinan re vî bajarî bi rê ve bibin." 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca namzetên hevşaredarên bajarê mezin û hevşaredarên navçeyan û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr diyar bike li gelek bajaran pêşhilbijartin li dar xistin. Di pêşhilbijartinan de gel namzetên xwe yên hevşaredariyê aşkere kirin. Pêşhilbijartina ku hat kirin jî, ji bo kesên ku demokrasiyê diparêzin bû rol û model. Lê balkêş e ku piraniya namzetên hevşaredarên DEM Partiyê ji ciwanan pêk tên. Yek ji navçeyên ku hevşaredarên wê ciwan in Cizîr a Şirnexê ye. Li Cizîrê di pêşhilbijartina ku di 16'ê çileyê de hat li dar xistin de, hezar û 216 delegeyan deng bi kar anîn. Di dengdayinê de ji bernamzetên jin Guler Tûnç 627 deng û ji yên mêr jî Abdurrahîm Dûrmûş jî 759 deng wergirtin û bûn namzetên Hevşaredariya Cizîrê. 
 
Her du namzetên hevşaredariyê di nava hevşaredarên Kurdistanê de yên herî ciwan in. Namzetên hevşaredariyê Abdurrahim Dûrmûş (32) û Guler Tûnç (24) têkildarî mijarê axivîn. 
 
DI TEMENEKE BIÇÛK DE KIRINÊN DEWLETÊ DÎTIYE
 
Namzetê hevşaredariyê Abdurrahîm Dûrmûş diyar kir ku li tevî hemû astengiyan jî wî tu carî dest ji tekoşîndayinê bernedaye û wiha behsa xwe kir: "Ez di malbateke welatparêz de mezin bûm. Heta perwerdehiya xwe ya seretayî û ya navîn jî min li Cizîrê xwendiye. Ez di 16 saliya xwe de hatim girtin. Ku wê demê ji me re digotin 'zarokên ku kevir diavêjin.' Ji ber hevaleke me di temenê xwe yê zarokatiyê de bi wesayita zirxî ya dewletê hat qetilkirin me bertek nîşan da û ji ber vê ez hatim girtin û nêzî sal û 3 mehan di girtîgehê de mam. Piştî ku derketim jî min di nava xebatan de cihê xwe girt. Piştî hatim berdan bi demekê ez dîsa hatim girtin û vê carê jî wekî 'endamê rêxistinê' ez hatim darizandin û dîsa 5 salan di girtîgehê de mam. Piştî ku derketim min xwest perwerdehiya xwe ya zanîngehê xwest berdewam bikim. Di destpêkê de li zanîngeha Marmarayê min beşa sînemayê xwend, lê belê piştre ez derbasî zanîngeha Stenbolê bûm û min li wir beşa rojnamegeriyê qedand. Berê jî min beşa zanista siyasetê xwendibû. Lêbelê di vê navberê de tim têkiliya min û siyasetê bi hev re hebû. Di sala 2018'an jî ez li Amedê li ser navê ciwanan bûm namzetê parlamenteriyê. Lê bi ferqeke biçûk nehatim bijartin. Lê belê ev ji bo min nebû asteng û heta dawiyê min di nava xebatan de cihê xwe girt û niha jî namzetê hevşaredariya Cizîrê me." 
 
'BAWERÎ BI CIWANAN HEYE'
 
Dûrmûş bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan a di rêvebirinê de û bi lêv kir ku desthilatdar ji hêza ciwanan û aqilê ciwanan ê nûjen tim û tim tirsiyaye û ji ber wê tu carî nexwestiye ku ciwan di rêveberiyê de cih bigirin. Dûrmûş wiha domand: "Em dizanin ciwan di her qadên têkoşînê de cih digirin, lêbelê dema ku mijar dibe rêveberin wekî ku tecrûbeya wan tune ye û di vî aliyî de kem in lê tê nêrîn. Lêbelê ne wisa ye. Min xwest ku ez vê nêrînê bidim şikandin. Ev nêrîn nêrîna pergalê ye. Nêrîna li hemberî ciwanan, ji ber ku ciwan hêzeke nû ne, nûjen in û her tim fikreke nû bi xwe re tînin, desthilatdarî jî ciwanan ji xwe re wekî xeteriyê dibînin. Ji ber ku hişmendiya wan klasîk e û dixwazin li ser çanda berê hebûna xwe berdewam bikin. Desthilatdarî naxwaze ku tiştên nû derkevin da ku ji wan re nebin asteng. Mirov dikare bi mantiqa gerontokrat nêz bibe. Di wî aliyî de naxwazin ku hin profîlên ciwan bên û hin tiştan biguherînin. Desthilatdariya heyî hinekî li ser berjewendiyên hin zumreyan tê avakirin û bi wî awayî jî tê meşandin. Paradîgmaya me bi xwe jî ji bo ciwanan, jinan ciheke fireh vekiriye û temsiliyete hevpar daye ava kirin. Di dinyayê de ev modeleke nû ye û ez bawer im ku di cîhanê de jî dê bibe rol û model û ev model dê pêşketinên nû bi xwe re bîne. Bawerî bi ciwanan heye. Bernamzetên ku di pêşhilbijartinan de hatine hilbijartin jî bi rêjeyeke bilind tev ciwan in. Ev jî mirovî keyfxweş dike û ji bo pêşerojê jî baweriyekê dide mirovî ku dê bi serkeftî derbas bibe." 
 
'DEWLET DIXWAZE CIWANAN JI RASTIYA WAN Û CEWHERA WAN DÛR BIKE'
 
Dûrmûş anî ziman ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ew ê ji jinan û ciwanan re qadan vekin û wiha domand: "Di van 10 salên dawî de polîtîkayên şerê taybet ên wekî asîmîlekirin û qirkirina çandî gihaştine lûtkeyê. Ew şer û polîtîkayên wan ê qirkirinê bi taybetî li ser çi bûn û li ser kê bûn? Divê di serî de ev bê zelalkirin. Ji ber talankirinê û diziyê gel bêtir xîzankirin û aboriya gel qels kirin. Lêbelê li tevî qeyûman jî gelê kurd tu caran dest ji îradeya xwe berneda û bersiva wan da. Armanca wan mudexelekirina îradeya gel bû û di aliyê pişaftinê de dixwazin polîtîkayên xwe xurtir û zextên xwe girantir bikin. Ew bi xwe jî dizanin ku divê êdî dest ji van polîtîkayan berdin, çimkî ev polîtîka zirarê dide wan bi xwe jî. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ê ku bi taybetî li ser jinan û ciwanan hatine meşandin em ê wan qadan xurt bikin. Dewlet bi taybetî dixwaze ku berê ciwanan bide aliyeke din û ji rastiya xwe û cewhera xwe derxin û dûr bixin. Lê em ê vê qadê esas bigirin. Ew qadên ku dewletê bi valahiya siyasî û bi valahiya çandî bi polîtîkayên pişaftinê hinekî dagirin. Em ê wan qadan dîsa bi çand û xwezanîna civakî bi xwe dagir in. Di zanistên civakî de dema ku mirov dibêje çand, rêveberî jî tê bîra mirov. Rêveberî bi xwe jî di nava çandê de cih digire. Çand bi xwe jî hinekî xwebirêvebirin e. Em van tev de bihûnin û hesasiyetên civakekê ku rixmî polîtîkayên şer dixwaze hebûna xwe diyar bike û li ber xwe dide em ê qadê vekin da ku nikaribin vê civakê asimîle bikin. Lê ew bi xwe jî dizanin ku çendî ew polîtîkayên 90 salan di van 10 salan de girantir kirin jî, bê feydem ne. Gelê kurd xwedî li îradeya xwe derdiveke û ev îrade dê di hilbijartina pêşiya me de dubare derkeve holê." 
 
'EM Ê DI RÊVEBIRINÊ DE CIWANAN BIKIN XWEDÎ GOTIN'
 
Dûrmûş da zanîn ku ew ê di rêvebirinê de pîranî bala xwe bidin berfirehkirina qadên çand, huner û ziman û wiha pê de çû: "Di van 5 salên dawî de ciwanên Cizîrê ji ber zextan koç dikin.Li ser ciwanan bêkarî tê ferzkirin. Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet dehişbir li ciwanan tê ferzkirin û ew jî dikevin van qûmpasan. Ev jî heta astekê ciwanan nêçar dike ku welatê xwe terk bikin. Lê belê em ê pêşiyê li vê bigirin. Ji ber ku em ji biryardariya gelê kurd û ciwanên Cizîrê bawer in. Em ê li ser van xalan bisekinin. Ew polîtîkayên ku li me ferz kirine em ê çi bikin? Ew tiştên ku wekî bêçarenûsî danîne pêşiya me em ê bi xebatên xwe bidin nîşandan ku em ne bêçare ne. Em ê derfetên kar û tevlîbûna ciwanan a xwerêvebirina xwecihî bikin xwedî gotin. Ji ber ku ciwan ne kirdeya jiyana xwe bi xwe ne. Der heqê jiyana xwe de ne xwedî gotin in, qels dimînin û ji ber wê jî serî li rêyên cuda didin. Ji ber wê em ê pêşiyê li wan vekin. Em ê bi ciwanan re  vî bajarî bi rê ve bibin. Ew polîtikayên ku li hemberî wan tên meşandin çi ne? Em ê bi hev re van zelal bikin û bersiv bidin. Bi taybetî li hemberî hişbirê em ê xebatekî bidin destpêkirin. Em ê li ser xebatên derûnî ya rehabîlatasyonê bisekinin. Em ê qadên civakî yê çand û hûnerê û perwerdehiyê vekin û pêşiyê li pêşeroja xwe vekin û ronak bikin. Ev rê û rêbazê xwerêvebirina demokratîk bi aqileke nûjen ê ciwanan dê pêkan be. Ev şerê ku dixwaze ciwanan tune bike em ê li hemberî wan, hebûna ciwanan mezintir û gurtir bikin. Projeyên me yên cûr bi cûr hene bi demê re ew ê bigihên astekê. Fikir û pêşniyazên ciwanan pêwîst bike em ê pêşniyazên wan bigirin û em ê bi hev re ji vî bajarî û gelê xwe re xizmetê bikin." 
 
'TENÊ XEBATA QEYÛM DALIQANDINA ALÊN TIRK BÛ'
 
Namzeta hevşaredariya Cizîrê Guler Tûnçê jî bal kişand ser polîtîkayên qeyûman ê bi salan e li ser Cizîrê tên meşandin û wiha axivî: "Ev du serdem in ku qeyûm tayinî Şaredariya Cizîrê dikin. Qeyûman bi xwe re çi anî vî bajarî? Bi xwe re polîtîkayên şerê taybet anî, bi xwe re tundî anî. Qeyûm qadên ku jin nefes tê de distînin ji destê jinan derxistin. 9 sal beriya niha şerê bajêr û rêveberiyên xweser hebûn. Piştî vî şerî nehiştin ku şaredarî ji bo Cizîrê xebatekê bike. Ji ber ku bin erdê bajêr hemû hatibû xerabkirin, taxên wê hatibûn hilweşandin. Di vê pêvajoya zor û zehmet de qeyûm tayinî şaredariyê kirin. Destpêkirina qeyûman piştî xweseriyê bû. Ji wê demê heta roja îro ev 9 sal in ku gelek taxên Cizîrê hê heta niha jî ji binesaziyê bêpar in. Gelek tax di demsala zivistanê di nava heriyê de û havînan jî di bin tozê de dimînin. Tenê xizmeta qeyûm a ji vî bajarî re ronahiya di nava bajêr de û her wiha alayên tirk û wêneyên Erdogan li her devera bajêr daliqandin bû. Ji vî gelî re tiştekî din nekirin. Tayinkirina qeyûman yek ji perçeyên polîtîkayên şerê taybet bû. Piştî Rêveberiyên Xwecihî heta niha polîtîkayeke gelek cuda li ser Cizîrê tê meşandin. Ji aliyê derûnî ve xwestin ku li ser vî gelî şerekî bidin meşandin. Heta niha ev kirine û di van 5 salan de texrîbateke mezin li ser bajêr kirin. Pereyê ku ji şaredariyê tê û ji gel re tê qeyûman heta niha ji bo berjewendiyên xwe û rantê pêşkeş kiriye. Li Cizîrê qadên ku ji gel re pêwîst nehatin vekirin. Ne ji bo ciwanan, ne ji bo jinan venekirin. Di van her du serdeman de li Cizîrê tiştek nekirin. Tenê li ser nirxên vî gelî şerekî derûnî dan destpêkirin."
 
'JIN BÊQAD Û BÊNEFES HATIN HIŞTIN'
 
Tûnçê anî ziman ku yekem hedef û armanca qeyûman hedefgirtina deskeftiyên jinan bû û got: "Her şaredariya ku tê avakirin nêçar e ku sereke şewirmendiya jinê veke. Lêbelê ji sala 2016'an heta niha qeyûman qadên ku jin xwe tê de dibînin û piştgiriyê digirin nehiştin. Li Cizîrê saziya Stiya Zîn hebû. Ev sazî di sala 2016'an de ji hêla qeyûm ve hat girtin û di sala 2019'an ve dîsa hat vekirin. Lê piştî wê dîsa qeyûm hat û berdevka wê demê ya baskên AKP'ê ya Şirnexê Hatice Atan dest danî ser. Qadeke ku karibe ji bo jinan tiştekî bike di wê saziyê de nemaye. Tekoşîneke li hemberî tundiya li ser jinê nehiştin. Qeyûm li Cizîrê jin û ciwan tenê hiştin. Hemû deskeftiyên jinan û xebatên jinan ji holê hatin rakirin. Di hemû polîtîkayên xwe de jin hedef nîşandan û jin bê qad û bê nefes hiştin."
 
'EM Ê BI JIN Û CIWANAN RE BIRÊVE BIBIN'
 
Tûnçê da zanîn ku ew ê di xebatên xwe de pêşengiyê bidin xebatên jinan û projeyên xji bo jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yek ji xebata me ya sereke û ya destpêkê dê avakirina şewirmendiya jinan be. Her wiha personelên ku di şaredariyê de dixebitin em ê di navbera wan de temsîliyeta hevpar ava bikin. Her wiha li Cizîrê em ê parqên jinan vekin. Em ê ji jinên mexdûrê tundiyê re mêvanxaneyê ava bikin. Her wiha em ê kargehên ciwanan ava bikin. Çimkî îro di vî bajarî de nifûsa herî zêde ya ciwana ne. Lêbelê qadên ku ciwan xwe tê de bibînin û karibin karekî bikin nehiştine. Ji ber wê em ê qadên ku ciwan xwe tê de bibînin û bi awayekî azad fikr, raman û hebûna xwe bînin ziman ava bikin. Her wiha em armanc dikin ku serayên jinan vekin. Her wiha em ê ji jinan re yê ku di mal, taxan û kolan de rastî her cureyeke êrişê tên xeta Alo ya tundiyê vekin. Dîsa li Cizîrê qadên dar û daristanan pir kêm in. Em ê di vê hêlê de jî hem kampanyayekê bidin destpêkirin hem jî wekî şaredariyê em ê darçandinê bidin destpêkirin. Ev xebat tenê bi van re sînordar namîne, em ê zêdetir bikin. Em ê ne tenê kolanan paqij bikin, em ê li hemberî tiryakê, taciz û tecawizê jî bixebitin. Em ê li vî bajarî gel, jin, ciwan û rihspiyên esa sbigirin û rêveberiyeke bi ciwanan re esas bigirin. Em ne tenê bi hevşaredar û komeke meclisê em ê bi hemû pêkhatiyên vî bajarî re bi rê ve bibin."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

30/06/2024
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin