Nobeta Edaletê: Divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyan derkevin

  • rojane
  • 17:05 17 Çile 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran didomin de peyamên domandina têkoşînê hatin dayîn. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek got ku ew piştgiriyê didin çalakiyê û wiha bang kir: “Divê hemû kes xwedî li çalakiyê derkeve.” 
 
Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li Amed, Stenbol, Wan, Edene, Îzmîr û Mêrsînê hatiye destpêkirin, bi serdanên gel didome. 
 
STENBOL 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî”  berz kirin û stranên kurdî gotin. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Şaxa ÎHD’a Stenbolê Îshak Demîrel, rêveberên DEM Partiyê yên Ataşehîrê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. 
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek girîngiya Nobeta Edaletê vegot û anî ziman ku dê di demên pêş de çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Çîçek, destnîşan kir ku divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyên heyî derkevin û ev tişt anî ziman: “Min bi salan parêzertiya birêz Abdullah Ocalan kir û dema mijara behsa xeberê dibû azadiya wî, wiha digot; ‘Heke gelê min azad nebe, ez xwe azad hîs nakim.’ Divê em jî li gorî vê rastiyê xwe birêxistin bikin. Divê neyê jibîrkirin ku tu hêz nikarin gelên birêxistinkirî têk bibin.” 
 
PEYAMA TÊKOŞÎN Û PIŞTEVANIYÊ
Hevserokê Şaxa OHD’ê Îshak Demîrel jî diyar kir ku çalakiya Nobeta Edaletê moraleke mezin dide girtiyên di greva birçîbûnê de. Welatiyên hatin serdanê diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û bicihanîna daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de divê têkoşîn bê dayîn.Welatiyan destnîşan kirin ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên wan in û diyar kirin ku ji bo vê dê têbikoşin û piştevaniya xwe mezin bikin. 
 
Çalakiya nobetê bi stranên kurdî çepik û tililiyan berdewam kir. 
 
AMED
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) hatin serdana nobetê. 
 
Dayikan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û çalakvanan destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
ÎZMÎR
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê hatiye destpêkirin di roja 10’emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin”, "Ji bo aştiya civakî em bibin denge zindanan"  hatibûn vekirin. 
 
Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Îzmîrê û navçeya Torbaliyê hatin serdana nobetê. 
 
Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Fatma Yagmekan di çalakiyê de got ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe. Yagmekan, wiha domand: “Dewlet dengê me nabihîse. Tecrîda li ser birêz Ocalan bi sala ye didome. Zarokên me ji bo azadiya Ocalan ketin greva birçîbûnê. Weke malbatên wan em jî têdikoşin û piştgiriyê didin wan. Heta ku tecrîd hebe dê têkoşîna me jî bidome.” 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 45’an de berdewam dike. Rêveberên DEM Partiyê hatin serdana nobetê. 
 
Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û çalakî bi strîna stranên şoreşgeriyê dom kir.
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam kir. Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Bandora tecrîdê niha li tevahiya welêt tê hîskirin. Heta ev tecrîd ranebe dê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin.”
 
Namzetê din Cevdet Altindag jî got ku ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîneke xurt bê meşandin. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 45’an de didome. Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li nobetê bûn. Di nobetê de her tim dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na, ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin berzkirin. 
 
Nobetê pişt re bi klamên dayikan berdewam kir. 
 

Sernavên din

13/06/2024
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne