TJA: Jin bibiryar in ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin

  • jin
  • 14:39 15 Çile 2024
  • |
img
AMED – TJA’yê têkildarî konferansa navneteweyî daxuyanî da û wiha got: “Jin bibiryar in ku heta hewldanên îradeşikandinê û teslîmgirtinê yên li dijî jinan bi dawî dibin têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 13-14’ê çileyê de li Amedê konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî” li dar xist. TJA’yê têkildarî konferansê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji Başûrê Kurdistanê, Îran, Tirkiye, Filistîn, Kanada, Katalonya, Îrlandaya Bakur, Bask, Amerîkaya Latîn û Filipînan gelek jin tev li konferansê bûne. 
 
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:
 
“Di roja pêşîn a konferansê de, pergalên girtîgehan ên ku ji aliyê pergalên netewedewletên kapîtalîst ên zayendperest, nijadperest û mêtînger ve hatine afirandin, hatin nirxandin. Beşdaran der barê ezmûnên xwe de pêşkêşeyên xwe kirin.
 
Hat diyarkirin ku girtîgehên bi ewlehiya zêde yên li Asya, Ewropa, Amerîka û Rojhilata Navîn mekanên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve, di serî de jin, ji bo ku muxalîfan ceza bikin û îzole bikin hatine sêwirandin.
 
Beşdaran di vê çarçoveyê de ezmûnên xwe parve kirin. Jinên ku li hemberî êrişên dewletên mêtînger di qadên nasname, azadî û mafên siyasî de têdikoşin diyar kirin ku li girtîgehên ku ji aliyê pergala mêrsalar ve hatine sêwirandin û bi manîpulasyonên darazî ew tê de hatine girtin, hewl tê dayîn ku serî bi wan bidin tewandin û bikin ku dev ji têkoşîna xwe berdin. 
 
Pêşkêşeyên ku roja pêşîn hatin kirin, gelek temayên hevpar ên li welatên cuda derxistin holê. Di tevahiya axaftinan de, hat gotin ku tundiya zayendî wek rêbazeke îşkenceyê tê bikaranîn lê ji aliyê jinan ve gelek caran wek mijareke ku ‘behs nayê kirin û nayê axaftin’ dimîne.
 
Her wiha tundiya fizîkî û derûnî ya ku li ser jinan tê sepandin bi tenê li welatekî yan li herêmekê nayê kirin, ew wek sepanên hevpar ên ku girtiyên jin ên siyasî bi wan re rû bi rû dibin hatin vegotin. Derket holê ku girtîgeh, wek cih û war, li dijî fîzyolojî û sosyolojiya jinan hatine sêwirandin, jin bi awayekî bi pergal hatine îzolekirin, mafên tenduristiyê û ragihandinê bi awayekî bi pergal hatine binpêkirin, ev sepan bi perdeya bêdengiyê hatine nixamtin û ev bêdengî teqez divê bê bidawîkirin.
 
Jinan ev cih û warên çewsîner û stemkar bi îtîraz û berxwedana ku birêxistin kirine veguherandine qadên hînbûn û pêşketinê. Hatin gotin ku jinên girtî bi awayekî afrîner beşdarî huner, çapemenî, siyaset û jiyana civakî dibin. 
 
Jinan diyar kir ku dayîna ceyranê, destdirêjî, tecrîd, şane, ragihandin û cezayên disiplînê parçeyên şikênandina vînê û radestbûnê ne û heta ku sepanên bi vî rengî yên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî bibin, divê hevgirî û têkoşîn bê xurtkirin û domandin. Serborî, ezmûn û şîroveyên jinên ku ji çar aliyên jiyanê beşdarî Konferansê bûbûn, ji bo beşdaran bûn çavkaniyên xurt. 
 
Her wiha, silav ji greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê 2023’yan de bi daxwaza ‘Ji bo Rêzdar Ocalan azadî û ji bo kêşeya kurd çareserî’ dest pê kirine re hat şandin.
 
Di roja duyemîn a Konferansê de, kargehên bi serenavên çapemenî û weşangerî, hiqûq û parêzvaniya mafan, hêza hunerê û mîsyona siyasetê hatin lidarxistin.
 
Bi armanca ku binpêkirinên mafên girtiyên jin bên berbiçavkirin, hişyarî û hevgirî bên çêkirin, 'Toreke jinan a navneteweyî' ya ku ji aliyê rêxistinên jinan, rewşenbîr, hunermend û dildaran ve bê damezirandin, 
 
Têkoşîn û daxwazên girtiyên siyasî yên jin ên ku hîna jî di gelek girtîgehên cuda yên cîhanê de ne bi awayekî xurt bên destekkirin û ji bo vê yekê bi tenê çapemeniya xwecihî na; çapemeniya navneteweyî jî bi awayekî çalak bê bikaranîn, 
 
Li hemberî hiqûqa navxweyî ya ku netewedewlet wek amûrên kêrhatî yên manîpulasyonê bi kar tînin, divê ji bo afirandina hestiyariyê û teşhîrkirina binpêkirinan mekanîzmayên herêmî û gerdûnî (DMME, KE, NY, AI, HRW, hwd) bên bikaranîn,
 
Kampanyayeke gerdûnî ya ji bo bidestxistina azadiya tevahiya girtiyên siyasî yên jin bê birêxistinkirin.”
 

Sernavên din

11/06/2024
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn