‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’

  • rojane
  • 17:09 29 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji çalakgera Nobeta Edaletê ya li 6 bajaran berdewam dike Dayika Aştiyê Zekiye Kaya wiha got: “Bi Ocalan re tenê 30 deqîqeyan were axaftin dê aştî û çareserî wê kêliyê were avakirin” Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî ji bo ku dengê aştiyê were bilindkirin herkes vexwend Nobeta Edaletê. 
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, bi çalakiyên “Nobeta Edaletê” berdewam kir. Kesên ku li Îzmîr, Stenbol, Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê di nobetê de cih digirin û kesên ku ji bo piştgiriyê serdana wan kirin, bang li herkesê kirin ku ji bo li Tirkiyeyê aştî were avakirin li pişt daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bên cemhev.
 
ÎZMÎR
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiya Nobeta Edaletê ya li nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Egeyê tê girtin, domand. Îro jî çalakvanan bi pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û dest bi nobetê kirin. 
 
Li eywanê jî bi kurdî û tirkî pankartên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyeke demokratîk em ji zindanan re bibin deng” cih girtin. 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê û Menemenê, rêveberên Şaxên OHD’ê û ÎHD’ê yên Îzmîrê serdana Nobeta Edaletê kirin. Dayika girtî Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcayê 15 sal in tê ragirtin û di çalakiya nobetê de cih digire Sûltan Yagmekan, xwest ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên meşandin bi dawî bibin. Yagmekan, bi lêv kir ku weke malbatên girtiyan dê ji polîtîkayên tecrîdê re bêdeng nemînin û wiha got: “Heta ku ji Abdullah Ocalan dengek were em ê li vir birûnin. Em dixwazin gel piştgiriya me bike û were vê derê. Em dixwazin dayikên ku zarokên wan ne di girtîgehê de ne jî bên vir, bila ew jî piştgiriyê bidin.”
 
Çalakvanan di nobetê de her tim klam gotin.   
 
MÊRSÎN  
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê jî di roja 26’emîn de li avahiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê berdewam kir. Parlamenterên DEM Partiyê Alî Bozan û Kamûran Tanhan di nava rojê de hatin avahiya komeleyê û ji bo piştgiriyê serdana çalakgeran kirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan ê li vir axivî, diyar kir ku tecrîdeke ku di cîhanê de mînaka wê nîne li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 34 meh in agahî jê nayên girtin tê sepandin û bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê ketiye meriyetê îro li hemû civakê hatiye belavkirin. Tanhan anî ziman ku tam jî ji ber vê yekê li girtîgehan ji bo tecrîd were rakirin çalakiya grevar birçîbûnê hate destpêkirin.
 
Tanhan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Banga me li herkesê ye ku bên tev li Nobeta Edaletê bibin û piştgiriyê bidin me. Deng bidin dengê aştiyê yê ku ji vir bilind dibe. Fikrên Ocalan ne tenê ji bo kurdan tenê ne, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn in.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin çalakvanan bi yek dengî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya li Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene û Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 26’an de berdewam dike. Li eywana ku nobet lê tê girtin pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin ji bo aştiyeke demokratîk em ji zindanan re bibin deng” cih girt. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê yên serdana Nobeta Edaletê kirin, di peyama ku dan de anîn ziman ku ji bo aştî were Tirkiyeyê divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî were berdan. Çalakvanan û kesên tên serdana nobetê klam gotin.
 
WAN
 
 
Li Wanê jî çalakiya Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê de hatiye destpêkirin, 25 roj in berdewam dike. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di nav de gelek kesan îro serdana Nobeta Edaletê kirin. 
 
Di nobeta ku li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr didome de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
‘ÊDÎ TEHAMULA ME NEMA’
 
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya ya piştgiriya Nobeta Edaletê kir, xwest ku çalakiya wan bibe wesileya aştî û azadiyê. Kaya, bi lêv kir ku dayikên kurd bi salan de li dijî zext û zilmê deng derdixînin lê dewletê ji vê re guhên xwe girtine û got: “Ne gelek zehmet e ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Em saetek, du an jî sê saetan ji wan naxwazin. Bila tenê bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin were kirin, dê aştî û çareserî wê kêliyê were avakirin. Ocalan yekane mifteya aştiyê ye. Êdî tehamula me nema, em aştî û edaletê dixwazin.”
 
BANG LI WEZARETA DADÊ KIRIN  
 
Kaya, di vê mijarê de bang li Wezareta Dadê kir û ev tişt gotin: “Em şer û mirinê naxwazin. Wezareta Dadê çima gavekê naavêje? Bila ew jî ji bo aştiyê gavekê biavêjin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Divê herkes ji ber vê yekê rabe ser piyan. Ji 7 heta 70 salî ji bo vê berxwedanê gavekê biavêje. Em berxwedana zindanan û birêz Ocalan silav dikin.”
 
AMED
Yek ji bajarê din ku Nobeta Edaletê lê didome jî Amed e. Çalakiya nobetê ya di pêşengtiya TUAY-DER’a Amedê de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê hate destpêkirin di roja 26’emîn de berdewam dike. 
 
Dayikan di çalakiyê de pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Gelek kesan di nava rojê de serdana çalakiyê kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û stranên kurdî hatin gotin. 
 
‘JI FIKRÊN SEROKÊ ME DITIRSIN’ 
 
Yek ji çalakgera di nobetê de Salîha Nakçi wiha got: “Demekî dirêj e li ser Serokê me tecrîd heye. Çend meh in destûr nayê dayîn ku bi parêzeran re hevdîtinê bikin. Serokê me di çi rewşê de ye em nizandin. Heke tecrîda li ser Serokê me rabe dê her der xweş be. Tirk vê yekê ji me baştir dizanin. Ji fikrên Serokê me jî ditirsin. Ne tenê tecrîda Tirkiyeyê, tecrîda cîhanê li ser me heye. Ji ber ji Serok Apo ditirsin wisa dikin.”
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê jî di roja 17’emîn de berdewam kir. Cihê çalakiya ku di pêşengtiya Marmara TUHAY-DER’ê de hatiye destpêkirin hate guhertin û bû Rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê. 
 
Li eywana çalakiyê bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, ji zindanan re bibin deng” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, em ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Malbatên girtiyan jî pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. 
 
Serdanên ji bo nobetê tevahiya rojê berdewam kirin. Di çalakiyê de her tim klam hatin gotin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
BI KLAMÊN XWE MORALÊ DIDE ÇALAKVANAN
 
Dengbêj Muzaffer ê 75 salî ku di nav kesên serdanan nobetê kirin de cih girt, da zanîn ku ji ber nexweşê wî heye ji Êlihê hatiye Stenbolê û ji roja çalakî dest pê kiriye ve hem serdana xizmê xwe yê li nexweşxaneyê dike hem jî serdanan nobeta edaletê dike.  
 
Dengbêj Mûzaffer, diyar kir ku ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re tişta ji destê wî tê dike û anî ziman ku bi gotina klaman û vegotina çîrokan piştgiriyê dide çalakvanan. Mûzaffer, destnîşan kir ku divê kurd di serdemeke wiha de xwedî li êkudu derkevin û got: “Heke di rojên wiha de kurd nebin yek ne aştî pêk tê ne jî yekitî. Divê ev xwedî derketin ne tenê ji bo kurdan be. Ji bo aştî û xwişk û biratiyê divê dayik û bavên leşkeran jî piştgiriyê bidin vê çalakiyê.”

Sernavên din

25/05/2024
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin