Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da

  • rojane
  • 09:03 29 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Cemîle Karakaş a ku her roj li 3 wesayitan siwar dibe û diçe tev li Nobeda Edaletê dibe, anî ziman ku ev yek ji bo wê "meseleya wijdanê" ye.
 
Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li qada navneteweyî hatibû destpêkirin, bi çalakiyên cihêreng dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a ji 27’ê Mijdarê ve ji aliyê girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ve hat destpêkirin jî di roja 33’yan de û  Nobeta Edaletê ya ji bo piştgiriya li greva birçîbûnê li Amed, Mêrsîn, Edene, Wan, Stenbol û Îzmîrê dest pê kir, didome. 
 
Cemîle Karakaş a ku her roj saet di navbera 11.00-17.00’an de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Bagcilar a Stenbolê tev li Nobeta Edaletê dibe, têkildarî çalakiyê axivî.
 
MESELEYA WIJDANÊ
 
Kurê Cemîle Karakaşê Hamgîn Karakaş li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bolvadîna Afyonkarahîsarê di greva birçîbûnê de ye. Cemîle Karakaşê a ji bo daxwazên kurê wê û girtiyên din bên qebûlkirin 13 roj in di Nobeta Edaletê de ye. Cemîle Karakaş çendî nexweş e jî her roj tev li çalakiyê dibe. Karakaşê ku ji Şîrînevlerê tê Bagcilarê, ji bo tev li Nobeda Edaletê bibe her roj li 3 wesayîtan siwar dibe. Karakaşê got ku ev mesele ji bo wê meseleya wijdanê ye. Karakaşê diyar kir ku wê hemû karên xwe yê nava rojê daye aliyekî û tev li nobedê bûye û wiha got: “Zarokên min li malê hene. Di nava rojê de gelek karên min hene, lê dîsa jî têm vir. Zarokên me li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Ez ji aliyê exlaqî ve ji vê rewşê bêzar im. Ev ne tenê ji bo kurê min, ji bo hemû zarokên me jî wisa ye. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Kurê min pir nexweş û zihîf e. Tevî vê yekê jî li girtîgehê li ber xwe dide."
 
JI BO PIŞTGIRIYÊ BANG KIR
 
Karakaşê anî ziman ku roja dest bi nobedê kirin heya niha partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên girseyî piştgirî dane wan û got ku ew bi van serdanan hem ew kêfxweş dibin hem jî baweriya wan a bi têkoşîna wan xurttir dibe. Karakaşê bilêv kir ku heta daxwazên zarokên wan tên qebûlkirin dê çalakiya nobedê bidomînin û wiha got: “Ji her tiştî re çareyekê dibînin, çima ji vê rewşê re çareyekê nabînin? Em êdî naxwazin tu dayik bigirîn. Em hîn zêdetir piştgiriyê dixwazin, em li bendê ne ku bêtir kes beşdar bibin. Bila ev çalakî li her derê dest pê bikin." 
 
Karakaşê diyar kir ku di sala 2021’ê de jî ji bo berdana girtiyên nexweş çalakiya Nobeta Edaletê hatiye lidarxistin û ew tev li wê çalakiyê jî bûye û wiha got: “Me 11 mehan her pêncşem tevî 5 dayikan Nobeta Edaletê girt. Her pêncşem li me dixistin û em binçav dikirin. Gelek îşkence li min kirin. Carekê dema ez hatim binçavkirin 9 kelepçe li destê min dan. Niha hem di mil û hem jî di çokên min de nerihetî heye. Li gel vê zextê jî min tu carî dest ji têkoşînê berneda. Berxwedana me bi ser ket. Zexta li ser wan hinekî sist bû. Me tevî her tiştî jî li ber xwe da."
 
‘EDALET DIVÊ JI BO HER KESÎ BE'
 
Karakaşê ji bo zarokên xwe doza edaletê kir û got: “Li vî welatî divê her kes wekhev be. Em kurd mafên xwe, ziman û nasnameya xwe dixwazin. Zarokên me mafên xwe dixwazin. Divê edalet ji bo her kesî be. Çareseriya her tiştî heye. Çima ji tecrîdê re çareyeke nayê dîtin?"
 
‘JI BO OCALAN ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN'
 
Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên xwe Wenda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) Necmettîn Toptamûr ku ji bo piştgiriyê hat cihê çalakiyê, diyar kir ku li gelek deverên cîhanê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin û wiha got: “Ji bo birêz Ocalan çi ji destê me bê em ê bikin. Ev ne tenê daxwaza me ye, daxwaza gelê kurd e jî. Ev daxwaz ev e; azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê. Ger ew nebe em jî nabin. Ger birêz Ocalan ji vê esaretê rizgar bibe dê aştî bê cîhan û Rojhilata Navînê. Ji ber vê em vê tecrîdê û tiştên li girtîgehan diqewimin qebûl nakin. Em ê li vir nobeda xwe bidomînin." 
  
 

Sernavên din

25/05/2024
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin