Girtiyên li herêma Marmarayê: Heya binpêkirinên li Îmraliyê bi dawî dibin dê greva me bidome

  • rojane
  • 09:21 28 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Stenbolê Rezan Gezer ku serdana girtiyên di greva birçîbûnê de yên li girtîgehên herêma Marmarayê kir, diyar kir ku girtî di çalakiya xwe de bibiryar in û wiha got: "Girtiyan diyar kir ku heta binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê ji holê radibin dê çalakiya xwe bidomînin."
 
Di 10'ê cotmehê de bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîda girankirî de tê girtin û 34 meh in tu xeber jê nayê girtin, di asta cîhanî de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" hat destpêkirin. Ji bo piştgiriya bi kampanyayaê re jî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 32'yan de berdewam dike. 
 
Em bi endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Rezan Gezer re ku bi girtiyên di girtîgehên herêma Marmarayê de greva birçîbûnê didomînin re hevdîtin kir, axivîn. 
 
Gezer anî ziman ku wekî OHD du hefteyan carekê serdana girtîgehên herêma Marmarayê dikin û got: "Gotin û fikra hevpar a girtiyên di greva birçîbûnê de, bidawîbûna tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din e."
 
BINPÊKIRINA MAFAN
 
Gezer, der barê binpêkirinên mafan de yên girtî bi wan re rû bi rû dimînin, jî hin agahî parve kirin. Gezer, bal kişand ser wê yekê ku li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriyê) bi taybetî girtiyên di greva birçîbûnê ya Hejmara 3'yan de bi tecrîda li ser tecrîdê re rû bi rû ne û got: "3 girtiyên di greva birçîbûnê de biribûn hucreyên cuda. Li hin cihan lêpirsînên disiplînê hatin destpêkirin û li hin cihan jî girtî ji hin çalakiyên civakî bêpar hatine hiştin. Bi taybetî li Girtîgeha Marmarayê mafê hewadariyê yê 4 saetan daxistine saetekê. Em wiha difikirin ku dê bi vî awayî hêdî hêdî pêleke lêpirsînê jî dest pê bike. Rêveberiya girtîgehê ewilî fikirî ku dê ev yek bêbandor be yan jî dê nedome, lê dema gav bi gav vîna kesên li wir dît, helwesta xwe ya li hemberî girtiyan jî hişk kir."
 
LÊPIRSÎNÊN DISIPLÎNÊ
 
Gezer, bal kişand ser helwesta Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de û got: "Lijne bi gotina 'We ji rêxistinê talîmat girtiye û ji ber talîmatan hûn vê grevê dimeşînin' dest bi lêpirsîna disiplînê dike. Dibêje, 'Ji ber ku hûn karê girtîgehê û aramiya girtiyên din xera dikin em cezayê disiplînê li we dibirin.' Kesên ku 30 sal cezayê muebbedê an jî cezayê muebbeda giran li wan hatiye birîn, 3 caran mafê wan ê disiplînê heye. Dema sê caran ceza li wan bê birîn, nikarin sûdê ji berdana bi şertî bigirin an jî înfaza wan tim tê taloqkirin." 
 
XWESTIN SEWQÎ ÎMRALIYÊ BÊN KIRIN
 
Gezer, diyar kir ku beriya destpêkirina greva birçîbûnê girtiyên li girtîgehên Marmarayê xwestine sewqî Îmraliyê bên kirin. Gezer, ragihand ku girtiyan têkildarî Îmraliyê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Wezareta Dadê jî dane û got ku armanca girtiyan ew e ku der barê binpêkirinên mafan de yên li hemberî Abdullah Ocalan û tenduristiya wî agahî wergirin. 
 
Gezer, di dawiya axaftina xwe de got: “Tişta herî sereke ya ku girtiyan bi me re parve kir ew e ku heta binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê bi dawî nebin dê grevên birçîbûnê bidomin. Gotin ku rêveberiya girtîgehê çi qas bi ser wan de tê bila bê, lê dê greva xwe bidomînin."
 
MA/ Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

25/05/2024
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin